Li Riha û Stenbolê bi çandina daran Rojbûna Rojê pîroz kirin
Ciwanên Rihayê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin, li gundê Zexelê ya Xelfetiyê cihê ku Mahsûn Karaoglan û Mustafa Dag lê hatibûn kuştin dar çandin. Li Stenbolê jî ciwanan bi heman armancê 77 dar çandin.

Ciwanên Rihayê bi boneya 77 saliya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Zexalê ya navçeya Xelfeti ya Rihayê dar çandin. Li cihê dar hatin çandin wêneyên Mahsûn Karaoglan û Mustafa Dag ku di 4ê Nîsana 2009an de di dema êrişa lêşkeran de jiyana xwe ji dest dabûn hatin daliqandin. Ciwanan cihê ku Mustafa Dag û Mahsûn Karaoglan lê hatibûn kuştin dar çandin.
Stenbol
Jinên ciwan di çarçoveya pîrozbahiyên 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li taxa Yeşîlkentê ya navçeya Avcilara Stenbolê 77 dar çandin. Jinan dirûşmeya “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin. Ciwanan li vir axaftin kirin. Piştî axaftinan jinên ciwan govend gerandin û çalakî bi dawî bû.


