Li Şemzînanê Newroza rengîn

Bi hezaran welatî li navçeya Şemzînanê bi cil û bergên neteweyî daketin qada Newrozê û bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.

1 deqe xwendin
Li Şemzînanê Newroza rengîn

Îsal li zêdetirî 53 navendan mîtîngê Newrozê hatin amadekirin. Pîrozbahiya Newroza 2026an a bi şîara “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” berdewam dike. Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî bi hezaran welatî bi kiras û fistanên xwe, bi şal û şepikên xwe qada kom bûn û Newroz pîroz kirin. Li qada Newrozê pankarta “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” daliqandin. Di pîrozbahiyê de parlamenterên Colemêrgê yên DEM Partiyê Oznûr Bartin û Vezîr Coşkun Parlak, rêveberên partiyên siyasî, saziyên civakî, Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî amade bûn. Di qada Newrozê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin û her tim dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin di pîrozbahiyê de bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratî ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin û got: “Ji 27ê Sibatê ve pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destpê kiriye. Gelê Kurd di vê pêvajoyê de gelek gavên girîng avêtin. Lê mixabin dewletê hê gavên pêwist neavêtine. Em li vir bang dikin; hûn li benda çi ne? Çima hûn mafên gelê Kurd bi cih nayînin? Divê hûn li vê qadê binerin, li tevahiya Kurdistanê binerin. Em rojbûna Rêberê gelê Kurd, rênîşanderê rêberan birêz Abdullah Ocalan pîroz dikin û dibêjin: Azadiya te azadiya me ye, paşêroja me tû yî. Dîsa em dibêjin, Newroza te pîroz be.”

Piştre rêveberê DEM Partiyê yê navçeya Şemzînanê Fahîr Geylanî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku jî bo Newroza Amedê şandibû, xwend. Gel piştî xwendina nameyê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û hunermendan stranên xwe stirîn. Gel li dor agirê Newrozê govend gerand û piştre pîrozbahî bi dawî bû.