Li Sêwregê êrişa li dijî dibistanê hat şermezarkirin
Li Sêwregê derbarê êrişa li ser dibistanê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz got: “Ji pergala xirab encamên rast dernayên.” Serokê Giştî yê Egitîm Senê Kemal Irmak, bang li Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî kir ku îstîfa bike.

Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) derbarê êrişa çekdarî ya xwendekarekî li ser Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anadoluyê ya Ahmet Koyuncu ya li navçeya Siwêregê ya Rihayê daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê meşek pêk hat û di meşê de êriş hate şermezarkirin.
Di meşê de dirûşmên “Perwerdehiya bi zimanê dayikê”, “Tundiya li dijî mamoste re na”, “Yûsûf Tekîn îstîfa” hatin berzkirin. Piştî meşê Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul axivî û wiha got: “Divê bê zanîn ku tundî tenê bi tevdîrên fizîkî yên ewlehiyê ve nayên astengkirin. Lewra tundî bi xwe dernayê. Bêparmayîna polîtîkayên perwerdehiyê ji bingehên zaninstî û cemaewrî, bi awayekî neyînî bandorê li dibistanan û perwerdehiyê dike.”
Piştre Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak axivî û wiha got: “Berpirsiyarên rastîn ên êrişê pergal bi xwe ye. Polîtîkayên Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî ye. Em wek Egîtîm Sen vê yekê bi salan in tînin ziman. Derfetên ku Wezîrê Perwerdehiyê pêşkêşî terîqetan, cemaetan pêşkêşî saziyên perwerdehiyê bikira dê encamên wiha neqewimiyana. Divê Wezîrê Perwerdehiyê tavilê îstîfa bike.”
Piştre Hevserokê Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ahmet Karagoz axivî û got: “Dibistan di kontrola Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî de de ne. Pîr Sultan Abdal dibêje ‘ji pergala xirab encamên rast dernayên’. Niha rewşa em dijîn ev e. Kesên xwedî li daristan û ekolojiyê derdikevin tên girtin. Berpirsiyarê ewil ê vê bûyerê Yûsûf Tekîn e, bila îstîfa bike. Divê ji bo rewşên wiha desthilat polîtîka pêş bixe. Em ê bê pêvajoyê bişpînin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.


