Li Şirnex û Êlihê teqîn çêbûn
Li navenda Şirnexê teqînekê rû da. Dengê teqînê ji her derê bajêr hat bihîstin.

Li navenda Şirnexê teqînekê rû da. Dengê teqînê ji her derê bajêr hat bihîstin. Hat diyarkirin ku piştî teqînê li herêma Fermandariya Tumena Sersînor ya Cendirmeyan a 23’yemîn hêwirzeyeke leşkerî çêbûye. Ronahiyên tumenê temirîne û li herêma tumenê dengê çekan hatiye bihîstin.
Li navenda leşkerî ya Êlihê teqîn çêbûn
Di derdora saet 11’ê şev li Êlihê sê teqîn li ser hev çêbûn. Hat ragihandin ku bi 3 balafirên maket êrîşê baregeha İHA û SİHA’yan hatiye kirin. Piştî dengên teqînê dengê çekan jî hatiye bihîstin. Gelek ambulans û zirîpoş sewqî cihê bûyerê kirine.
Walîtiya Êlihê piştî teqînan daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Êlihê êrîşê navendeke leşkerî kirine û wiha got: “Di saet 23.10’an de bi 3 balafirên maket êrîş pêk hatiye. Maket hatine bêbandorkirin û tu xisar tune ye.”


