Li Stenbolê 40 kes hatin binçavkirin
Di encama operasyonên tevkujiya siyasî ya li hemberî ESPê de heta niha Serokê Giştî Mûrat Çepnî û rojnameger jî di nav de 40 kes hatin binçavkirin.

Li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê di seatên sibê de operasyonek tevkujiya siyasî pêk hat. Di encama operasyonê de di ser malên gelek kesan de hat girtin.
Heta niha hevserokê Giştî yê ESPê Mûrat Çepnî û nûçegihanên Ajansa Nûçeyan Etkîn (ETHA) jî di nav de 40 kes hatin binçavkirin. Îhtîmal heye ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.
Kesên heta niha hatin binçavkirin wiha ne: Hevserokê ESPê Mûrat Çepnî, Fatoş Çelîk, Hacer Elçîn, Okan Danaci, Emre Altan, Cemîl Aksû, Hasan Hûseyîn Yeşîlova, Ahmet Bîlal Bay, Tanya Kara, Hîvda Selen, Ozlem Gûmûştaş, Meral Tatar, Ugur Ok, Emrah Topaloglu, Rûşar Sabûr, Yalçİn Demîr, Kanber Saygili, Fatma Saygili, Alî Haydar Saygili, Aynûr Ergûl, Satiye Ok, Berfîn Polat, Îlerî Devrîm Yurtsever, Beycan Karakaya, Aydin Kiliçdere, Hacı Çîçek, Mehmet Acettîn, Emîn Orhan, Şahîn Tûmûklû, Hatîce Endam Ozaslan, Esvet Şahîn, Hûseyîn Acer, Ayşe Yilmaz û Dîlan Ergul.
Di serdegirtina malan de herwiha rojnameger Pinar Gayip, Zûleyha Mûldûr, Hasan Polat û Mûslûm Koyun jî hatin binçavkirin.
Der barê sedema operasyonê de hêj agahiyek zelal nehatiye bi destxistin. Kesên tên binçav kirin dibin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li ser kolana Wetanê.


