Li Stenbolê aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

Duh bi şev komeke nijadperest êrişî pîrozbahiya şampiyontiya Amedsporê kirin. Bi êrişê re aligîrên Amedsporê jî bersiv dan. Polîsan îro di ser gelek malan de girtin û aligirên Amedsporê binçav kirin.

1 deqe xwendin
Li Stenbolê aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

Bi derketina Super Lîgê ya Amedsporê li seranserê Kurdistan, Tirkiye û gelek navendên cîhanê pîrozbahî hatin lidarxistin. Duh bi şev Stenbolê jî alîgirên Amedsporê li hev civiyan û serkeftina Amedsporê pîroz kirin. Komeke nijadperest duh bi şev êrişî pîrozbahiyên Amedsporê kirin û bi vê yekê re alîgirên Amedsporê jî bersiv dan êrişan.

Polîsan îro danê sibehê avêt li ser gelek malan û aligîrên Amedsporê binçav kir.

Derbarê hejmar û navên binçavkiriyan de tu agahî nehatin bidestxistin.