Li Stenbolê doza rojnamegeran hat taloqkirin
Danişîna doza rojnamegerên ku bi sedema ‘Heqê telîfê’ standine tên darizandin, bi hinceta lêkolînkirina materyalên dijîtal hat taloqkirin.

Rojnameger Erdogan Alayumat, Gulcan Derelî, Sûzan Demîr, Tugçe Yilmaz, Kemal Taylan Abatan, civaknas Berfîn Atli û wergêr Serap Guneş bi hinceta ji nûçeyan ‘Heqê telîfê’ standine û bi îdiaya ‘Bi zanebûn alikariya rêxistinê kirine’ tên darizandin. Rûniştina 2yemîn a doza rojnamegeran li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Hin rojnameger bi tevî parêzerên xwe ve tev li rûniştina dozê bûn. Her wiha rojnamegeran jî piştgirî da doza hevpîşeyên xwe.
Rûnişta dozê bi xwendina nasnameyan dest pê kir û piştre heyeta dadgehê ji bo lêkolînkirina materyalên dijîtal ên rojnamegeran ku hatibûn destserkirin, rûniştinek din a dozê taloqî 17ê Îlonê kir.


