Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

Vê sibehê li Stenbolê polîsan avêt ser gelek malan û di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.

1 deqe xwendin
Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

Polîsan îro danê sibehê li Stenbolê avêt ser gelek malan. Di serdgirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin endam û rêveberên ESP, SYKP, Înîsiyatîfa Xwendekaran, SMÎ, SODAP, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel û xwendekarên Partîzanê ne. Hejmara kesên hatine binçavkirin ne diyar e lê gotin bi dehan kes hatine binçavkirin. Hat zanîn ku di serdegirtinên malan de kelûpelên malan hatine serûbinkirin û deriyên malan hatine şikandin.

Hat zanîn ku dozgeriyê biryara nepeniyê daniye ser dosyeyê.