Li Swîsreyê ‘Akademiya Kurd’ hat damezrandin
Kurdên li Swîsreyê di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de damezrandina ‘Akademiya Kurd’ ragihandin.

Di encama karê komek ji Kurdistaniyên li Swîsreyê de amadehiya avakirina akademiyek çandî û akademîk dihat domandin. Bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Akademiya Kurd îro hat damezrandin û ragihandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeya a Firatê (ANF) Akademiya Kurd bi daxuyaniya demezrandina xwe bi raya giştî re parve kir. Akademiya Kurd diyar kir ku têkoşîna nîv sedsala dawî ya gelê Kurd ne tenê siyasî, di heman demê de pêvajoya jinûve avakirina çandî û civakî ye. Hate destnîşankirin ku danheviya civakî, çandî û îdeolojîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd pêşî li karên nû vekiriye.
Berdevkê Akademiya Kurd Îsmaîl Kardaş anî ziman ku proje piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê kar û xebatên damezrandinê hatine lezandin.
Kardaş diyar kir ku bingeha akademiyê xwe dispêre karê du salan ê komîsyona perwerdeyê ya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S). Kardaş anî ziman ku pêwîstiya perwerdeyê ya komîn û meclîsên li Swîsreyê di vê pêvajoyê de xwedî roleke girîng bû û hate destnîşankirin ku armanc ew e ku bi akademiyê re bersiva pêwîstiyê ya heyî were dayîn.
Hate ragihandin ku di pêvajoya avabûna akademiyê de li gorî qanûnên Swîsreyê rêziknameyeke guncaw hate amadekirin û mufredata wê hate afirandin. Hate gotin, mufredat wê li gorî pêwîstiyên demê bê nûkirin.
Kardaş destnîşan kir ew ê perwerdeyê bi zaravayên cuda yên Kurdî bidin.


