Li Wanê êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûman li Qada Kentê ya Wanê daxuyanî da.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûman li Qada Kentê ya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Kurdistan goristan ji bo faşistan”, “Bijî Serok Apo” û “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” hatin berzkirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, parlementerê DEM Partiyê Mahmût Dîndar û Zulkuf Ûçar, rêveber û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de ewilî parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar axivî û got: “Rojava Wan e, Êlih e, Amed e, sînorên we nikare me û gelê Rojava ji hev qût bike. Hûn dê li cem çete û komên teroristan bin, yan li cem gelê ku hûn her roj jê re dibêjin em xwişk û birayên hev in, bin. Biryara xwe bidin, em ê heta dawiyê li cem gelê Rojava bin û demokrasiya wir biparêzin. Dixwazin Abdullah Ocalanê ku li Îmraliyê berxwedaneke mezin nîşan daye, di şert û mercên ne wekhev de tev li danûstandinan bibe. Hemû gelê Kurd û dostên wan vê yekê baş dizanin. Li Îmraliyê 26 sal e ku berxwedaneke mezin heye, gelê Kurd bi sed salan berxwedana xwe ya li hemberî vî aqilê kolonyalîst berneda û dê îro jî bernede.”
‘Em ê li dijî zilma we tekoşîna xwe mezintir bikin’
Hevşaredar Neslîhan Şedal jî axivî û da zanîn ku ew weke hevşaredarên Wanê dê li dijî xespkirina vîna gelê kurd li ber xwe bidin û têbikoşin. Neslîhan Şedal, anî ziman ku yên nerewa desthilata AKPê û MHPê bi xwe ye û ev tişt gotin: “Partiyek ku nerewa hebe ew jî hûn in. Em we ji Roboskî, Zîlan, 33 Gûle, dema ku bedena me ji erdê kaş dikin, nas dikin û em vê bîranînê zindî dihêlin. We pêşengên me xistine zîndanê, bi dar ve kirine, we cenazeyên dayikên me hefteyekê di nava kolanan de hiştiye. Em van ji bîr nakin û em ê li dijî zilma we tekoşîna xwe mezintir bikin.”
‘Em li ber we serî natewînin’
Hevşaredar Abdullah Zeydan mafê axaftinê girtû da zanîn ku li dijî xespa vînê ew li dû gotina xwe ya ewil in. Abdullah Zeydan, bi bîr xist ku gelê Wanê carekê bersiva xespkirina vînê daye û wiha berdewam kir: “Em li ber we serî natewînin û em xespkirina vînê qebûl nakin. Me roja ewilî çi gotibe, em hêj jî li dû gotina xwe ne û em ê destûr nedin ku hûn vîna gelê me bin pê bikin. Em ê nehêlin ku hûn çavkaniyên gel pêşkêşî rantê bikin. Dest ji van kiryaran berdin, heke hûn bibêjin mafê kurdan ê hilbijartinê tuneye, bi awayekî vekirî bibêjin û sidoqan nedanên.”


