Serdar Şîtîlay piştî 33 salan serbest hat berdan

Serdar Şîtîlay ê ku 33 salan girtî ma, ji Girtîgeha Xarpêtê hate berdan. Malbat wî û nûnerên saziyên civakî ew li Amedê bi girseyî pêşwazî kirin.

1 deqe xwendin
Serdar Şîtîlay piştî 33 salan serbest hat berdan

Serdar Şîtîlay ê 33 salan girtî ma û herî dawî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1an a Xarpêtê girtî bû, dihate ragirtin îro serbest hate berdan. Serdar Şîtîlay di sala 1993yan de hate binçavkirin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Serdar Şîtîlay ku dema girtî dihate darizandin Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê di 9ê Gulana 1994an de bi îdiaya “Beşeke axa di bin serweriya dewletê de ji dewletê veqetîne” cezayê muebedê yê girtîgehê li Serdar Şîtîlay birî. Her çiqas cezayê lê hatibû birîn xelas kiribû jî berdana Serdar Şîtîlay ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1an a Xarpêtê ve 6 caran 6 mehan hate taloqkirin.

Piştî ku 6 meh bi dawî bûn Serdar Şîtîlay piştî 33 salan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1an a Xarpêtê hate berdan. Malbata Serdar Şîtîlay, nûnerên TUAY-DERê û DEM Partiya Xarpêtê Serdar Şîtîlay li ber girtîgehê pêşwazî kirin. Serdar Şîtîlay ê ber bi Amedê ve bi rê ket li ber mala Serdar Şîtîlay a li Taxa Hûzûrevlerî ya Amedê jî ji aliyê endam û rêveberên MED TUHAD-FEDê, TUAY-DERa Amedê, MEBYA-DERa Amedê û gelek kesan ve bi tilîlî û çepikan hate pêşwazîkirin