Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî serî li Wezaretê da
Baroya Wanê di roja Cejna Zimanê Kurdî de ji bo damezrandina Saziya Ziman Dîrok û Çand Kurdî serî li Wezareta Çand û Tûrîzmê da.

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê li ser hesabê xwe yên medyaya dîjîtal ragihand ku ji bo damezrandina Saziya Ziman Dîrok û Çand Kurdî serî li Wezareta Çand û Tûrîzmê daye.
Komîsyonê diyar kir ku ew ji raya giştî re radigihînin ku misogerkirina mafên zimanî û çandî li ser bingeha hemwelatiya wekhev ji bo aştiya civakî û jiyana hevpar pir girîng e.


