Duh êrîşî meskenê Duzgun Bava îro êrîşî Tirba Dayê Elîf kirin
Kesên nasnameya wan nehat zanîn îro li Bazarcixê êrîşî Tirba Dayê Elif kirin. Duh jî êrîşî meskenê Duzgun Bava kirin..

Duh kesên nasnameya wan nehat zanîn li navçeya Qislê ya Dêrsimê êrîşî Meskenê Duzgun Bava kirin. Duzgun Bava di çand û baweriya elewiyan de xwedî rolek pir girîng û taybet e. Meskenê Duzgun Bava ji aliyê kesên nasnameya wan nehat zanîn ve rastî êrîşê hat. Îro jî Tirba Dayê Elîf rastî êrîşa kesên nasnameya wan nehat zanîn hatin. Li Navçeya Bazarcixê kesê bi navê M.S.Ç hat binçavkirin.


