li Wanê qeyûm hat şermezarkirin
Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên 'Qeyûm ji Wanê bicehime' û 'Bijî berxwedana Wanê' hatin qîrîn.

Berdevkê Demkî Engîn Işik bi navê platformê axivî û bi bîr xist ku sê caran qeyûm li ser şaredariyê hate danîn û ev yek tê wateya nenaskriina îradeya gel. Işik anî ziman ku qeyûm demokrasiya xwecihî bêkêr dike û destnîşan kir ku encamên hilbijartinên 31ê adarê bersiveke xurt a li hemberî rejîma qeyûm e.
Hevşaredar Abdullah Zeydan ê wezîfeya wî hate desteserkirin di axaftina xwe de pêkanîna qeyûm rexne kir û diyar kir ku gelê Wanê di hilbijartinê de xwedî li îradeya xwe derket. Zeydan ragihand ku rêveberiya qeyûm pirsgirêkên li bajêr zêde kriiye û banga bidawîkirina pêkanîna qeyûm kir.
Hevşaredar Neslîhan Şedal jî bi bîr xist ku qeyûm di 15ê sibatê de hate tayînkirin û ev yek xwedî wateyeke sembolîk e.
Neslîhan Şedal diyar kir ku ew dixwazin şaredariyê bi feraseta demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê birêve bibin û pêkanîna qeyûm jî destwerdana li vê xetê ye.
Daxuyanî bi dirûşmên ji bo rakirina qeyûm bi dawî bû.


