Lubnan û Îsraîl dê ji bo agirbestê bicivin
Serokkomarê Lubnanê, ragihand ku bi navbeynkariya DYAyê dê roja sêşemê li Washingotnê ji bo nîqaşkirina agirbest û pêvajoya danûstandinan a bi Îsraîlê re civînek bê lidarxistin.

Serokkomarê Lubnanê, ragihand ku civîna yekem a di navbera aliyan de biryar e roja sêşemê li Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêk were. Hevdîtin dê li ser misogerkirina agirbestê û destnîşankirina bernameyekê ji bo danûstandinên Lubnan-Îsraîlê bisekinin.
Erêkirina ‘danûstandinên rasterast’ ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve pêvajo lezand. Lê belê, Îsraîl li dijî têkiliya bi Hizbullahê re ye û red dike ku bi vê komê re li ser agirbestê danûstandinan bike.
Tevî peymana agirbestê ya di navbera DYA û Îranê de, Îsraîlê êrişên xwe yên li dijî Hizbullahê bi hinceta ku Lubnan di peymanê de cih nagire, zêde kiriye.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ragihand ku di êrişên roja çarşemê de 357 kes hatine kuştin û hezar û 223 kes jî birîndar bûne.
Hejmara giştî ya qurbaniyan ji 2yê adarê û vir ve ya encama şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de gihîştiye hezar û 953yan. Dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe ji ber ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.


