Mafekî siyasî, civakî û dîrokî ye

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) bi serenavê “Banga Civaka Demokratîk” û...

1 deqe xwendin
Mafekî siyasî, civakî û dîrokî ye

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) bi serenavê “Banga Civaka Demokratîk” û “Mafê Hêviyê” li Eywana Pirtûkxaneyê ya Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) panel li dar xistin. Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter jî di nav de gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî tev li panelê bûn.

Panela ku rêveberê OHDê Ahmet Guler moderatoriya wê kir, parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa, nivîskar û rojnameger Veysel Avci yê 30 salan di girtîgehê de ma, parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan û endama Baskê Mafê Mirovan a Yekitiya Bijîjkan a Tirk (TTB) Elîf Tûran weke axivêr tev li bûn. Di panelê de pankartên “Em ji bo aştiyeke birûmet berxwedana hiqûqa azadîxwaz mezin dikin” û “Bijî Têkoşîna Demokrasî û Azadiyê ya Gelan“ hatin daliqandin.

Di panelê de ewilî parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa axivî. Sûzan Akîpabal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Di nava vê pêvajoyê de divê mafê hêviyê baştir were fêmkirin. Em weke hiqûqnasan girîngiyê didin vê yekê.” Sûzan Akîpa qala pêvajoya derketina mafê hêviyê kir û wiha berdewam kir: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) mayîna kesekî ya di girtîgehê de ya heta hetayê weke îşkence bi nav dike. Mafê hêviyê meseleyeke têkildarî azadiyê ye. Li hemû peymanên navnetewî de ev maf heye. Divê dewlet gavan biavêje. Dema em rejîma Îmraliyê dinêrin birêz Abdullah Ocalan zêdetirî 25 salan e di girtîgehê de ye. Pirsgirêka Kurd bandorê li beşên civakî yên li Tirkiyeyê dike. Divê birêz Ocalan demildest ji mafê hêviyê sûdê bigire, divê mirov vê yekê bi awayekî hiqûqî jî bi lêv bike. Têkoşîna ku were dayîn dê bandorê li pêkanîna vî mafî bike.”

‘Dê şertên Ocalan bandorê li Tirkiyeyê bike’

Sûzan Akîpa, bi lêv kir ku şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bandorê li gelek qadên Tirkiyeyê bike û wiha domand:“Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê cara ewil di sala 2021an de dosyaya birêz Abdullah Ocalan xist rojeva xwe. Em dibînin ku heta niha tu qanûn nehatine çêkirin û dê dîsa vê dosyayê bigire rojeva xwe. Ji sala 1993yan ve hewldana çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan heye û niha jî vê hewldana xwe didomîne. Hem banga birêz Abdullah Ocalan hem jî fesixkirina rêxistinê geşedanên girîng in. Tevî hemû neyîniyan birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê bîrdoziyek bi pêş xist û dema em li têkoşîna 50 salan dinêrin. Rêxistineke ku her tim li gorî demê xwe diguherîne û têkoşînê xurt dike dibînin. Divê têkiliyeke baweriyê were avakirin û ev dualî be. Ji bo ku birêz Abdullah Ocalan rola xwe bilîze, divê xîtabî ciwanan, jinan, çapemeniyê, saziyên sivîl, partiyên siyasî bike. Ev jî girêdayî pêkanîna mafê hêviyê ye. Divê ewilî ev maf were pêkanîn.”

‘Girtiyên nexweş nekin mijara bazarê’

Dû re endama Baskê Mafê Mirovan a TTBê Elîf Tûran axivî. Elîf Tûran diyar kir ku divê berdana girtiyên nexweş nebe mijara bazarê û wiha got: “Ev mirov azadiyan wan ji destê wan hatiye wergirtin. Em jî neçar in ku bi mafên tenduristî û jiyanê yê girtiyan re eleqedar bibin. Mafê tenduristiyê parçeyekî mafê jiyanê ye. Rewşa nebaş a li girtîgehan tê wateya rewşa nebaş a civakê. Em weke şandeyên serbixwe nikarin biçin çavdêriyê bikin. Li gorî DMMEyê hemû dewletên girêdayî qanûnên wan divê li gorî qanûnên wan tevbigerin, heke tevnegerin ew vî mafî binpêdikin.” Elîf Tûran pirsgirêkên li girtîgehan rêz kirin û ev tişt gotin: “Girtî ji ber vê yekê gelek caran dikevin grevên birçûbûnê û ev jî dibe sedem ku pirsgirêkên tenduristiyê derkevin holê. Mafê girtiyan ê çûyîna nexweşxaneyan di nava de gelek mafên wan tên binpêkirin. Mûameleyeke derveyî rûmeta mirovahiyê li girtiyan tê kirin. Bi sirgûnan tedawiya gelek girtiyan di nivî de dimîne. Astengkirina mafên bingehîn û xwegihandina mafê tenduristiyê dibe sedem ku girtî nexweş bin, nexweşiyên wan bi pêş bikevin. Girtîgeh dibin sedemê pirsgirêkên