Mazlum Ebdî bi partiyên kurd re pêşketinen dawî parve kir
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi komek partiyên kurdî yên bajarê Kobanê re civîn pêk anî û li ser geşedanên dawî niqaş kir.

Li gorî malpera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), li navenda Meclisa Rêveber a Rêveberiya Kobanê di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û komek partiyên kurdî yên bajarê Kobanê de bi rêya "zoomê" civînek hat lidarxistin. Mazlûm Ebdî pêşketinên dawî yên der barê pêkanîna peymana 29ê Çileyê ya di navbera HSDê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de nirxand, li ser girîngtirîn pirsgirêk û pêşketinên di pêkanîna peymanê de rawestiya. Mazlum Ebdî destnîşan kir ku pêvajoya entegrasyonê di hin waran de bi rêkûpêk berdewam dike, lê li hinên din rastî hin astengiyan tê, lê ev yek bandorê li ser berdewama pêkanîna bendên peymanê nake.
Mazlum Ebdî behsa mijara aştiya navxweyî û rêbazên xurtkirina wê kir ku aramiya civakî misoger dike û jiyana hevbeş di nava pêkhateyên herêmê de diparêze.
Di dawiyê de beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Di nêrînan de bal kişandin ser pêwîstiya avakirina lêvegereke giştî ya Kobanê. Beşdaran der barê rewşa bajarê Kobanê di çarçoveya peymanê de û mekanîzmayên pêkanîna wê li ser erdê gelek pirs pirsîn.


