Mehmet Bîngul: Îro gelê kurd bi milyonan diherike qadan

Di pîrozbahiya Newrozê ya li Artukluyê de, Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş got: “Bi milyonan mirov li qadên Newrozê dengê xwe bilind kir. Dengê xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd rêzdar Abdullah Ocalan bilind kirin.”

1 deqe xwendin
 Mehmet Bîngul: Îro gelê kurd bi milyonan diherike qadan

Li navçeya Artuklû ya Mêrdînê, bi dirûşmeya ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê / Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk’ pîrozbahî hate lidarxistin û bi hezaran kes tevlî bûn. Welatî ji danê sibê ve herikîn Qada Fuarê ya navçeyê. Beşdar bi cilên xwe yên neteweyî û aksesuarên rengîn di qadê de cih girtin. Her wiha komên alîgirên tîmên futbolê û mêvanên ku ji Ewropayê hatibûn jî di pîrozbahiyê de amade bûn. Welatî li ber stranan govend gerandin û bi domdarî dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Yek e yek e yek e Kurdistan yek e!’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz kirin.

Pîrozbahî piştî gerandina govendê, bi merasîma rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane berdewam kir. Piştî rêzgirtinê ji qadê dengê dirûşma ‘Şehîd namirin’ bilind bû û piştre bername bi axaftinan dewam kir.

‘Newroza Serok Apo ye’

Endamê Komîteya Amadekar û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Artukluyê Mehmet Bîngul destnîşan kir ku gelê kurd li qadan daxwaza statû û mafên xwe dike û got: “Îro gelê kurd bi milyonan diherike qadan. Diqîre ku xwedî statû ye. Azadiyê dixwaze. Azadiya Rêberê xwe daxwaz dike.”

Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr axivî û diyar kir ku jinên kurd bi rengên xwe qad xemilandine û ev tişt got: “Gelê kurd bi vî ruhî di avakirina yekitiya xwe de bi biryar e. Ji bo yekitiyê li ber xwe dide. Îro êdî dema azadiyê ye, dema yekitiyê ye. Em dixwazin ev Newroz bibe wesîleya yekitî û azadiya kurdan.”

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Mêrdînê Abdulselam Turan jî anî ziman ku ji qadên Newrozê bi hezaran silav gihîştine Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, aştî rûmeta mirovan e. Aştî avakirina civaka demokratîk e bi pêşengiya jinan e. Aştî banga Serok Apo ye. Newroz bi xwe Serok Apo ye.”

‘Dema azadiyê hatiye’

Di dawiyê de Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin axivî û diyar kir ku Newroza 2026an ketiye dîrokê û wiha axivî: “Hûn amade ne em Newroza Serok Apo bi hev re pîroz bikin? Newroza te pîroz be Serok Apo. Banga rêzdar Abdullah Ocalan banga jiyanekê nû ye. Di peyama xwe ya Newroza 2026an de jî destnîşan kir ku Newroz destpêka jiyanekê nû ye. Em jî ji vir bang dikin: Heke hûn di avakirina jiyanekê nû de jidil bin, deriyên girtîgehan vekin. Bila gerîla bikaribin siyasetê bikin. Bi milyonan mirov ji bo azadiya rêzdar Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin. Êdî dema azadiyê ye, dema avakirina jiyana nû ye.”

Piştî axaftinan, girseyê bi stran û amûra ribabê pîrozbahî û govenda xwe berdewam kir.