Mehmûd Xelîl Elî: Dê 400 girtî bên berdan
Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl Elî ragihand ku dê di 11ê Nîsanê de 400 girtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê ne bêne berdan.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl Elî bi peyamekê li ser Xê diyar kir ku di çarçoveya pêkanîna xalên Peymana 29ê Çileyê de dê di 11ê Nîsanê de 400 dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê ne bên berdan û komek girtiyên li gel wan jî bên berdan.
Mehmûd Xelîl Elî di peyama xwe de got: “Ji bo pabendîbûna me di warê xizmeta gelê me, di heman demê de ji bo xurtkirina zemîna ewlehiya civakî bê piştrastkirin û xalên Peymana 29ê Çileyê bên pêkanîn, bi gavek ku wateya pratikbûna xalên vê peymanê nîşan dide, Sibe ku dikeve 11ê Nîsana 2026an dê pevguhertina esîran were pêkanîn, wê 400 girtî bên berdan.”
Mehmûd Xelîl Elî da zanîn ku di heman demê de wê hejmarek girtiyên ku di destê wan de ne jî wê bên berdan. Pevguhertina dîlgirtiyan wê li Çarxerêya Sebax, saet di 14:00an were pêkanîn .
Mehmûd Xelîl Elî anî ziman ku ev gav carek din pabendîbûna wan a resteqîn di oxira pêkanîn û dilsozoya wan a ji bo pratîkirina xalên Peymana 29ê Çileyê de dide nîşandan.”


