Melekên xirab an mirovên xirab?

Di qewl û felsefeya êzî de, qencî û xirabî ji navendekê tên.

1 deqe xwendin
Melekên xirab an mirovên xirab?

Di qewl û felsefeya êzî de, qencî û xirabî ji navendekê tên.

Xwedê bê şirîk û heval e.

Mirov ji axê çêbûne, wê bibin ax.

Mirov nabin şirîkê Xwedê.

Dinya milkê Xwedê ye.

Ezazîl berî mirovan hebû, Xwedê berê ji durê gerdûn, Adem û hemû xulyaqet afirandine. Adem ji axê çêbûye û pêwîst bû bibe ax. Derketina wî ya ji bihuştê pêwîstiyek bû. Helbet ji surê, nûrê, yan ji stêrkan xuliqiye û berê dinya hemî av bûye. Teoriya "Big Bang"ê jî hema nêzîkî heman babetê ye.

Ezazîl erka xwe pêk anî, ji axê Adem afirand û ruh berda bedena wî, bi dengê muzîkê, di qewlê êzî de dibêje; li ber dengê def û şibêbê ruh ketiye bedena Adem. Lewma def, şibêb û muzîk beşeke grîng e di sema û ayînê êzîdiyan e.

Jixwe nedibû ku mirov tiştê bi destê xwe afirandiye, ebadeta wî bike. Weke dayik û bav, ebadeta zarokên xwe bikin. Helbet her olê li gorî feraseta xwe û ji aliyê xwe ve şîrove kiriye.

Heft milyaket, heft roj, heft reng, afirandina bi gerdûnê re, heft tebeqe erd/gerstêrk, heft parzemîn, heft pênasînên xwedênasiyê, roj/şems, hîv, stêrk, ar, agir, ax, av û nan e. Helbet wateya hejmara çil jî heye û cuda ye.

Di vir de pirs ev e; yê xirab milyaket/xwedawend in, yan mirov in, ango ademperest in?

Ademperestî çiqas xwedênasî ye? Yê mirov û jiyan afirandine, yan yê xwe xwediyê her tiştî dibîne û heq şandiye ezmên?

Li gorî baweriya herî kevnar a êzdatiyê, her tiştê li ser rûyê erdê, yê tê dîtin û nayê dîtin, nîşaneya Xwedê ye. Lewma her divê weke mirov ji Xwedê re rêzê bigire, ji kes û nîşanên heyî re rêzê bigire. Nabe mirovên ji axê çêbûne bibin şirîkên Xwedê. Ew dikarin bibin nîşane û diyardeyek ji bo Xwedê, lê nabin şirîkê Xwedê û ew jî weke hemû mirovan bi mirinê xilas dibin.

Ola êzdatiyî miletê xwe berî miletê Hewa û Adem dibîne, ew xwe miletê Tawisî Melek dibînin lê olên din ên piştî ola êzî hatine, wisa nabînin.

Ademperestan bi navê Îblîs û Melek, ruh û mirovê xirab, êrîşî xak, ol û miletê din kirine. Ango ew têgeheke misyonertiyê ye. Mebest dagirkirin û tunekirina hêzên din e. Ademperestî bingeha bavsalariyê ye jî. Bi bavsalariyê re mêr hatiye pîrozkirin. Lewma em dibînin, qala sed û bîst û pênc hezar peyamneran dibe, lê hemû mêr in.

Weke Zerdeşt bixwe her tiştê xwe ji ola êzidiyan girtiye û bixwe êzîdî bûye, lê bûye ola serdest a şahên faris. Bi navê du xwedawendan; Ewraezda-Aûramazda, yan Exirîman/Ehrîman şerê mirov û olên din kirine.

Cihû xwe qewmê Mûsa pêxember dibînin. Xiristiyanan bi heman babetê li ser navê Xwedawend, ruh, cîn û mirovên "xirab" xirabî bi xelk û miletê din kirine. Împaratoriya Romayê berê şerê Mesîhiyan kiriye, paşê bi navê Îsa, êrîşên xaçperest birine ser mirovên din, ji Ewropa, Asya, Afrîka û heta bi Amerîkayê.

Ola îslamê heman babet domandiye. Bi navê Xwedê şerê medeniyet û olan kiriye, di bin navê, kufarê de. Xwedawendê xirabiyê û tirsê afirandine di hişmendiya xwe de.

Olên berî peyamnêr û mirov/mêrê "pîroz" oldar xizmetkar û dewa bûm ji bo her pirsê û derdî. Bi qasî ku xizmeta mirovan dikirin, ew qas nêzîkî Xwedê dibûn. Ji bo mirov biketa rêza xas û ewliya pêwîst bû, mirov xwe ji kêf, berjewendî û ji mal û milkê dinyê qut bike. Dinyê weke mala xwe bibîne, miletê xwe weke bav, dê, xwişk û birayê xwe bibîne. Çavê mirov ne di mal û namûsa xelkê de be. Mal û milk ji bo dinyayê ye, divê bawermend li ebediyatê bigere. Gava xerqê reş li xwe bikirana êdî ev dinya mala wan û ew jî xizmetkarê olê û civakê bûn. Şîn, şahî û ayînê wan de beşdar bû. Duhakar, lavekar û xizmetkarê milet û rêya heq û xwedênasiyê bû. Xwedê ne yek, hezar û yek, ji hezar û yekî, her yek bû. Ola êzdayetiyê ya Baba Dewrêş, ya xefûrên serê rêyan û ya qencî û xilmeta mirovan bû. Ew oldarên êzî, çavê wan ne di mal û textê dinyayê bû, ew tiştekî tenê ji bo vê dinyayê û ne ji bo ebediyetê bû. Armanc ruh/giyanekî bêbiha û dem bû. Çendîn miletê wan di nav xêrê de bijiya û dinya di nav aştiyê de ba, miletê wan dikarî bêtirs bijî û razêyî. Aştî û bereket bixwe nîşaneya Xwedê bû. Oldar, xas, qelenderên êzîdî, ji hemû kesî bêhtir xizmetkar û xîretkêşên ol û