Mexdûrên erdhejê hê jî mexdûr in
Di ser erdheja 6ê sibata 2023yan re ku weke felaketa mezin dihat binavkirin 3 sal borîn. Li gel hikûmeta AKPê û serokkomar Tayîp Erdogan soz dabûn da ku ji mexdûrên erdhejê re xaniyan ava bikin jî, hîn zêdetirî 200 hezar mirov di çadir û konteyniran de dijîn. Hîn ji bo mexdûrên erdhejê xanî nehatine avakirin û di şertên herî xerab de dijîn.

Erdhej, bûyereke xwezayî ye. Dema mirov erdhejê nas neke û li gorî wê tedbîrên xwe wernegire, dibe sedem ku mirov zirakeke mezin bibîne. Di dîrokê de ji ber mirovan li gorî rastiya erdhejê tedbîr wernegirtine, bi milyonan mirov bûne qurbanê erdhejê. Erdhej wek xetereyekê her tim di bîr û hişê mirovan de bûye. Bûye sedema mirinên komî, hilweşîna bajaran û têkçûna şaristaniyan. Bi van taybetiyên xwe jî bandoreke girîng li dîroka mirovahiyê kiriye.
Heta niha rê û rêbazên ku mirov dikaribin erdhejê rawestînin bi pêş neketine. Mirov nikare erdhejan rawestîne, lê dikare xwe ji erdhejê biparêze. Dibe ku mirov nizanin dê kengî û li ku derê pêk bê. Ji ber vê jî tişta ku di destê mirovan de dimîne; xweparastin e. Li gor erdhejê teşedayîna jiyana xwe ye.
Em di salvegera 3yemîn a erdheja 6ê sibatê de ku li 11 bajaran pêk hat û navenda wê Bazarcixa Merêşe bû. Ev erdhej zûbizû nayê jibîrkirin û êşek mezin li pey xwe hişt. Her çend rayedarên dewletê bi awayekî fermî reqamên rast parve nekirin jî li gorî daneyên ne fermî zêdetirî 100 hezar mirov mirin, ji ber avahiyên qaçax ku efûya mîmariyê hatibû dayîn bi dehhezaran avahî hilweşiyan û bi sedhezaran mirov birîndar bûn.
Bi milyonan welatî, li 11 bajarên Tirkiye û Kurdistanê di 6ê sibata 2023yan de bi erdhejek dijwar hişyar bûn. Erdheja ku saet di 4 û 17ê sibehê de pêk hat, welatî di xewê de zeft kirin. Piştî erdheja serê sibehê ku hêza wê 7,7 pîle bû, saet di 13 û 24an de dîsa erdheja duyemîn a bi hêza 7,6 pêk pêk hat. Di erdheja ku bandor li 11 bajaran kir de, nêzî 100 hezar mirov bûn qurbana mutehîd û wezareta bajarvaniye û derdorê. Bi sedhezaran mirov jî birîndar bûn.
Wezîrê karên hundir Ali Yerlikaya diyar kiribû ku di erdhejên ku li Mereş, Hatay, Osmaniye, Semsûr, Amed, Riha, Dîlok, Kîlîs, Edene, Meletî û Xarpêtê pêk hat de 53 hezar û 537 kesan jiyana xwe ji dest da û 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûne. Lê li gorî çavkaniyên cuda tê diyarkirin ku di erdhejê de nêzî 100 hezar mirovan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daneyên Wezareta bajar û derdorê di destpêka erdhejê de 36 hezar û 932 avahî hilweşiyan. Ji ber erdhejê jî 311 hezar avahiyan zirareke mezin dîtine û ji xizmetê derketine. Ev erdhej her wiha li bajarên Rojava û Sûriyeyê jî bondoreke mezin kir û bi hezaran welatî bê mal û war hiştin.
Welatiyên Semsûrê hêj li derve ne
Li gorî daneyên fermî li Semsûrê 63 hezar û 844 avahiyan xisar dîtiye û hatine hilweşandin. Li Semsûrê ji ber xanî nayên çêkirin, zêdeyî 100 hezar kes di konteyniran de dijîn û mafên wan ên starê tên binpekirin. Mirovên di van konteyniran de dijîn, ji mafê tenduristî, perwerdehiyê û xizmetên civakî bêpar in. Li Semsûrê biryar hatibû dayîn ku li şûna xaniyên xerabûyî 75 hezar xanî werin çêkirin. Ji van xaniyan 43 hezar û 500 jê ji aliyê TOKÎ û Emlak Konutê ve, 31 hezar û 500 jê jî di çarçoveya Projeya Veguhertina li Cih de hatin destpêkirin. Lêbelê xaniyên TOKÎ û Emlak Konutê hîn neqediyane. Ji ber gotina dê heta dawiya sala 2025an mifte bên teslîmkirin, TOKÎ û Emlak Konutê bi hezaran xanî bêyî ku biqedînin teslîmê welatiyan kirin.
Li Hatayê 24 hezar mirov di konteyniran de dijîn
Yek ji bajarên ku di erdhejê de herî zêde zirar dîtin û mirov mirin jî Hatay e. Li Hatayê bi hezaran mirov di binê kavilan de man. Lê hîn jî 24 hezar mirov di konteyniran de dijîn. Li gorî rayedarên dewletê diviyabû li Hatayê bi giştî 158 hezar û 200 xanî teslîmî malbatan bihatana kirin. Lê heta niha tenê 47 hezar û 637 xanî teslîmî malbatan hatin kirin. Diviyabû 120 hezar mirov ji konteyniran derbasî xaniyên TOKÎyê bibûna. Lê hîn avahiyên TOKÎyê nehatine temamkirin. Ji ber derî, şibake, ceyran, av û gelek kêmasiyên xaniyen TOKÎyê hene mirov nikare derbasî avahiyên TOKÎyê bibin.
Dîlok
Ji bajarên ku di erdhejên navenda wan Mereş bû de herî zêde zerar dît, Dîlok û navçeya wê Nûrhaq bû. Li gorî daneyên fermî 5 hezar û 343 xanî hilweşiyan û 24 hezar û 358 avahî jî xesar dîtine. Der barê 27 hezar û 165 avahiyên li bajêr de jî ti tespît nehatine kirin. Li navçeya Nurdagi ya bajêr hezar û 743 avahî û li Îslahiyeyê jî hezar û 90 avahî hilweşiyan di erdheja 6ê sibata 2023yan de. Piştî erdhejê li Îslahiyê û Nûrhaqê zêdetirî 60 hezar mirov bê xanî man. Heta salek berê jî 56 hezar mirov ji ber xanî ji wan re nehatin avakirin, di konteyneran de dijiyan.
Bazarcix
Li navenda navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdheja 6ê sibatê bû, 872 xanî hilweşiyan û li gorî reqamên fermî 431 kes mirin. Li navçeya Bazarcixê ku ji 47 gund û 28 mezrayan pêk tê beriya erdhejê hejmara şêniyên navçeyê 70 hezar û 123 kes bûn, piştî erdhejê piranî koç kirin. Bi hezaran welatî bê war û bê xanî ne.
Efûya mîmarê felaket anî
Di sala 2018an de xala 16emîn li qanûna îmarê ya hejmar 3194an zêde kirin û bi vê yekê avahiyên bê rûhsat û ne fermî wekî avahiyên bi rûhsat hatin nîşandan. Vê guhertina zagonan rê li pêşiya avahiyên ku diviya bû bihatana xerakirin û nehatin xerakirin vekir. Ev jî bû sedem ku venêrtina xaniyên xerab û ne fermî bên parastin û ji hezaran mirov re bibe goristan.
658 hezar mirovan karên xwe wenda kirin
Li gorî lêkolîn û daneyên Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) ji ber erdheja Mereşê bi sed hezaran xebatkarên li van welatan banga “piştgiriya lezgîn” kiriye. ÎLOyê, aşkere kir ku ji ber erdhejê 658 hezar xebatkarî çavkaniyên dahatên xwe ji dest dane û zêdeyî 150 hezar cihên kar jî têk çûye û ji xizmetê derketine. Zêdetirî 4 milyon karker ji ber erdhejê mexdûr bûn. Karkerên ketin bandora erdhejê piraniya wan karên çandinî, cotkarî, pîşesazî û bazirganiyê dikirin.
Zirara erdhejê 34.2 milyon dalor e
Li gorî rapora Banqeya Cîhanê di erdhejê de 34,2 milyar dolar zirar çêbûye. Banqeya Cîhanê di raporê de diyar dike ku milyonek û 250 hezar kes bê mal mane. Di raporê de tê destnîşankirin ku 250 hezar mirov avahiyên wan hilweşiyane û zirareke zêde dîtine. Li gor raporê ji sedî 81ê zirarê li bajarên Hatay, Mereş, Dîlok, Meletî û Semsûrê çêbûye, li wan bajaran 6 milyon û 450 hezar kes dijî. Ji sedî 53ê zirarê ji ber avahiyên sivîl ên hilweşiyayî, ku dike 18 milyar dolar, ji sedî 28 ji ber avahiyên hikumî yên hilweşiyayî, ku dike 9.7 milyar dolar û ji sedî 19 ji ber rê, pir, ban, av û elektrîkê ku dike 6.4 milyar dolar çêbûye.
Dewletê ji erdhejên borî ders dernexist
Piştî erdheja wêrankar bîra xelkê herêmê li erdhejên dîrokî anî yên ku dembidem dibin sedema mirin û wêrankariya li Tirkiyeyê. Tirkiye li herêmeke ku li cîhanê yek ji herêmên herî zêde rastî erdhejan tê ji ber ku ew navenda hêla sor û xeteke kûr a erdhejê ye.
Di 25 salên dawî de li herêma Çukurova, Marmara, Wan û Çewligê erdhejên mezin pêk hatin. Lê tevî ku di van erdhejan de bi hezaran xanî hilweşiyan û bi dehhezaran mirov mirin jî dîsa li dijî erdhejan xaniyên xurt nehatin avakirin. Xaniyên hatin avakirin jî nehatin kontrolkirin. Yên ku ne saxlem jî bi zagonekê hatin efûkirin û ev xaniyên li dijî erdhejê qels ji hezaran mirov re bûn goristan.
Niha em çend ji van erdhejan careke din bi bîr bixin.
Erdheja Edene û Ceyhanê
Li Çukurovayê di 27ê hezîrana 1998an de li gorî saeta herêmî saet 16:55an de erdhejek pêk hat. Erdhêj bi pileya 6,2 pêk hat û 145 kes mirin, hezar û 500 kes birîndar bûn. Bi hezaran kes jî bê mal man.
Erdhejên Golcuk û Duzceyê:
Erdhêja Golcukê ku navenda wê Kocaelî/Golcukê ye di 17ê tebaxa 1999an de danê sibê saet di 03:02yan de pêk hat. Erdheja bi hêza 7,5 li gor pîvana Richterê xisareke mezin a canî û madî pêk anî. Erdheja 17ê tebaxê ji Enqereyê heta Îzmîrê li tevahiya herêma Marmarayê hat hîskirin. Li gorî raporên fermî 17 hezar û 480 kes mirine û 23 hezar û 781 kes jî birîndar bûne. 505 kes jî seqet mane. 285 hezar û 211 xanî û 42 hezar û 902 kargeh zirar dîtine.
Li Duzceyê di 12ê mijdara 1999an de, saet 18:57an de erdheja bi mezinahiya 7,2 pêk hat. Erdheja ku 30 saniye dewam kir, li gelek parêzgehan û her wiha li Ukraynayê jî hat hîskirin. 845 kes mirin û 4 hezar û 948 kesan jî birîndar bûn. 12 hezar û 939 xaniyên zirarên mezin dîtin.
Erdheja Çewligê
Erdheja Çewligê di 1ê gulana 2003yan de seat 03:27an bi pileya 6,4 pek hat. Li hêremê herî kêm 176 kes mirin û 625 avahî hilweşiyan. Dema bloka li dibistana şevînî ya li Celtiksuyu hilweşiya 84 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Erdheja Wanê
Li Wanê di 23yê cotmeha 2011an de bi mezinahiya 7.2 erdhej pêk hat û di erdhejê de 604 kesan jiyana we ji dest dan, 4 hezar û 152 kes birîndar bûn, bi hezaran kes bê mal man. Piştî erdhejê li hinek deveran konbajar û konteynir hatin avakirin. Lê tevî 15 sal derbas bûne jî hîna pirsgirêk nehatine çareserkirin. Li bajarê konteynir ê taxa Seyrantepe ya navçeya Tuşbayê mirov jiyana xwe di bin şertên zehmet de dijîn. Bajarê konteynir ji 120 konteynirî pêk tê. Welatî di xaniyên biçûk, yên dilopan dikin û germ nabin de jiyana xwe didomînin. Welatî diyar dikin ku di şert û mercên pir xerab de dijîn û mafê wan tê binpêkirin.


