Mexmûrî: Heta azadiyê dê nobet bidome’
Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî 1021 roj in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nobetê digirin û dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe û dibêjin “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye.”

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20ê Tîrmeha 2023yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 1021ê de bi koma 198an, bi biryardariyek xurt didome. Her kom bi merasimekê li navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê nobetê dewir digirin. Merasima nobetê bi tevlêbûna rêveberên saziyên civakî û gelek şêniyên wargehê pêk tê.
Li Mexmûrê her hefte komek xwe amade dike û bi merasimeke girtiyê nobeta azadiya fîzîkî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd dewir digire. Heta niha 198 koman nobet dewir girtine. Di çalakiyên nobetêde bang li saziyên mafên mirovan ên Ewropa û cîhanê dikin û dixwazin êdî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya fizîkî dixwazin. Şêniyên Mexmûrê bawer dikin ku dorpêça li ser Mexmûrê bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û loma destnîşan dikin ku heta Abdullah Ocalan azad nebe ew jî azad nabin.
Hevseroka Şaredariya Mexmûrê Gurbet Îşlek der barê çalakiyên Nobeta Azadiyê ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî 3 salin didome nirxandin kir.
Gurbet Îşlek anî ziman ku wan di 19ê Tîrmeha 2023an de, wekî Wargeha Şehîd Rustem a Mexmûrê çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destêkirin. Gurbet Îşlek da zanîn ku nêzî 3 sal in ev çalakî didome û got: “Ev çalakî bi dorveger didome. Dema me dest bi vê çalakiyê kir, êrîşên herî dijwar li ser tevgera azadiyê û li ser gelê kurd hebûn. Dîsa zextên zêde li ser Rêber Apo hebûn. Malbat û parêzer nikaribûn biçin giravê. Me nekaribû agahiyekê ji Rêbertî bigirin. Ev helwesta dewletê ya li dijî gelê kurd, tevgera azadiyê û Rêber Apo dihat pêşxistin hişt ku em çalakiyeke bi vî rengî bidin destpêkirin. Hişt ku em bêtir li Rêbertiyê xwedî derkevin. Ji bo em destê Rêbertiyê xurt bikin û zextan li hêzên berpirsiyar bikin, ji bo bi Rêbertiyê re hevdîtin bêne kirin û em dengekî ji Rêbertiyê bibhîzin me dest bi vê çalakiyê kir. Ji bo di aliyê fizîkî de em Rêber Apo li gel xwe bibînin me dest bi vê çalakiyê kir. Bi rastî her çend di aliyê fizîkî ne di nava me de be jî di aliyê rûh de di nava me deye. Her ku koma dest bi nobetê dike em bêtir bi ruh dibin.”
Di berdewama axaftinê de Gurbet Îşlek da zanîn ku bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe perwerdekirin û wiha axivî: “Em çiqas xwe zane û birêxistin bikin emê karibin azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê bi dest bixin. Heta niha 198 kom tev li vê çalakiyê bûn. Kesên tev li van çalakiyan dibin, bi biryardarî tev li van çalakiyan dibin. Çalakiyên me didome. Yek biryara me heye.”
Gel azadiya xwe di azadiya Abdullah Ocalan de dibîne
Gurbet Îşlek bibîr xist ku wekî gelê kurd ew azadiya xwe di azadiya Rêberê xwe de dibînin û wiha berdewam kir: “Em hewl bidin bi perwerdehiya bi fikrên Rêbertiyê xwe xurt û bi hêz bikin û bibin bersîva vê civatê. Komên ku nobetê dewir dikin li ser fikr û felsefeya Rêbertiyê xwe berwerde dikin. Her çend Rêbertî bi fizîkî ne bi mere ye jî, dema ku em xwe bi fikrên Rêbertî perwerdekirin û bi rêxistin bikin, em ê karibin Rêberê xwe azad bikin. Heta niha bi van çalakiyan me dengê xwe bi raya giştî ya kurd û cîhanê re parve kir. Bi rêya ajans û rojnameyan me dengê xwe bilind kir. Di vê pêvajoyê de ji DMME û saziyên mafên mirovan û çapemiyên cura re name hatin şandin. Me di destpêka çalakiyê de got ‘Kengî Rêbertî bi awayekî fîzîkî azad bû em ê çalakiya xwe bi dawî bikin. Heta Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad nebe dê çalakiyên me bidome.”
Hevşaredar Gurbet Îşlek da zanîn ku ji bo destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bikin dê çalakiyên bi vî şêwazî berdewam bikin û wiha axivî: “Tecrîda ku niha li ser Rêber Apo tê meşandin tecrîdeke li dijî mirovahiyê ye. Em tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li dijî xwe dibînin. Ji ber ku Rêber Apo rêberê gelê bindest û rêberê mirovahiyê ye. Tecrîdên berê bi serhildan û çalakiyan têk çû. Rêber Apo ji bo mirovahiyê û gelê bindest ku ziman, çand û nasnameya wî dihat înkarkirin Rêberekî mezin e. Îro tecrîda li ser Rêber Apo tê domandin bi tu awayî nayê qebûlkirin.”
Biryara dorpêçê ji enqereyê tê
Hevşaredar Gurbet Îşlek bal kişand ser dorpêça li ser Mexmûrê jî û wiha lê zêde kir: “Bi vê dorpêça li ser wargehê xwestin fikrên Rêber Apo ji wargehê qut bikin. Wargeh ji bo Rêber Apo gelek girîng e û Rêber Apo girîngiyeke mezin dide wargehê. Wargehê xwe li ser firk û bîrdoziya Rêber Apo bi rêxistin kiriye. Ji bo vê yekê Wargehê dorpêç dikin. Bi vê dorpêçê dixwazin wargehê tev li hev bikin û aloziyan zêde bikin. Hem Iraq, hem PDK û bi taybetî Tirkiye niha bi hevre li ser Mexmûrê dorpêçê pêş dixe. Em dizanin ku heta biryar ji Enqereyê neyê PDK û Iraq li ser Mexmûrê dorpêçê pêş naxe. Îro Tirkiye bi destê Iraq û PDKê Mexmûrê dorpêç dike. Lê her çend dorpêç hebe jî dê gel berxwedana xwe heta dawî bidomîne. Dê heta dawî li Rêbertiya xwe xwedî derkeve. Dê heta dawî bi fikrên Rêber Apo xwe perwerde bikin. Êdî fikrên Rêber Apo cîhanî bûye û li hemû cîhanê belav bûye. Êdî Rêberê Gelê Kurd, Rêberê Gelê Cîhanê ye. Rêber Apo îro bi fikrên xwe gelê Kurd bi cîhanê dan naskirin û kesên enternasyonal bi kurdan ve girêdan. Îro em bi fikrên Rêber Apo bi cîhanê hatin naskirin.”
Gurbet Îşlek herî dawî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd bi tespîta “Kurdistan mêtîngeh e” derket rê û îro ji bo Civakeke demokratîk a Kurdistanê têdikoşe û wiha axivî: “Banga me li hemû hiqûqnas, siyasetmedar û berpirsiyaran ewe ku li erka xwe xwedî derkevin û berpirsiyariya xwe ya li hemberî Rêber Apo pêk bînin. Rêber Apo rêberê hemû gelê bindest û rêberê mirovahniyê ye. Ji ber vê yekê em dixwazin hiqûqnas û siyasetmedar erka xwe pêk bînin û destê Rêber Apo xurt bikin. Divê demildest erka xwe pêk bînin. Divê em bêtir dengê Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav bikin da ku em karibin bi awayekî fizîkî Rêber Apo di nava xwe de bibînin.”


