Mexmûrî Hezar roj in Nobeta Azadiyê digirin

Mexmûrî 1000 roj in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nobeda Azadiyê digirin. Vê hefteyê koma 194an nobet dewir girt.

1 deqe xwendin
Mexmûrî Hezar roj in Nobeta Azadiyê digirin

Çalakiya nobetê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20ê Tîrmeha 2023an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, 1000 roj li pey xwe hişt. Çalakgerên hefteya borî bi merasîmekê dewrî koma 194an kir. Komîteya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna dehan welatiyan û bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê koma 193an daxuyanî dan. Li ser navê komê Xelat Îşlek daxuyanî da û got: “Rêber Apo pêvajoyek daye destpêkirin. Li ser vê yekê ji aliyê gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê ve gavên dîrokî hatin avêtin. Rêber Apo bi hemu hêza xwe dixwaze vê pêvajoyê bi ser bixe. Lê belê ji aliyê dewletê ve tu gav nehatine avêtin. Dewleta Tirk heta niha jî Kurdan înkar dike. Em bang li dewleta tirk dikin ku xwedî li erk û berpirsyartiyên xwe derbikevin. Heta ku azadiya Rêbertiya me mîsoger nebe em dest ji çalakiya xwe bernadin.”

Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.