Mezlûm Ebdî ji bo Roja Kobanê peyam weşand
Bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Peyama Mezlûm Ebdî wiha ye: "Di Roja Cîhanî ya Hevgirtinê ya bi Berxwedana Kobanê re li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê, em fedekariyên mezin ên ku şervanên me û gelê me ji bo parastina bajarê xwe û mirovahiyê bi giştî dan, bi bîr tînin. Herwiha em hevgirtina cîhanî û piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ya ji bo hêzên me di wî şerî de û her kesê ku di wan rojên dijwar de li gel me sekinî, bi bîr tînin."
Ebdî rola vê piştgiriyê destnîşan kir û wiha domand: "Ew hevgirtin rê dame ku em rêxistinê li bajarê xwe têk bibin û ber bi bidawîkirina xîlafeta wê ya sexte ve biçin û pêşerojeke baştir ji bo hemû sûriyeyiyan ava bikin."


