Michael Lowy: Dê welatên rojava poşman bibin
Fîlozof Michael Lowy, der barê peymana di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de diyar kir ku pêvajo hesas e û xetere hêj jî didomin.

Bertekên navneteweyî yên li dijî êrişên çeteyên DAIŞ-HTŞê yên ku ji hêla dewleta tirk ve têne piştgirîkirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Sosyolog û fîlozofê Fransî Michael Lowy ê ku bi xebatên xwe yên li ser tevgerên civakî yên hemdem li cîhanê tê nasîn, li ser mijarê ji ANFê re axivî.
Michael Lowy diyar kir ku armanca sereke ya li pişt êrişên li ser Rojava tasfiyekirina modela demokratîk a li herêmê hatiye avakirin e û destnîşan kir ku hêza rastîn a li pişt van êrişan Tirkiye ye û got: "Ev êriş bi polîtîkayên hikûmeta heyî ya Sûriyeyê ya ferzkirina hêzek navendî û otorîter li dijî kêmneteweyên etnîkî, olî û çandî yên cuda yên li Sûriyeyê re têkildar e. Zextên Tirkiyeyê, ango hikûmeta Tirkiyeyê jî di vê êrişê de jî heye. Hikûmeta tirk demek pir dirêj e, çi li Tirkiyeyê, çi li Sûriyeyê, çi li deverek din bi dijminatî nêzîkî tevgera kurd dibe. Demek dirêj e ji bo ezmûna kurd li Sûriyeyê bi her awayî têk bibe û ezmûna xweseriyê li Rojava bi dawî bike zextê li hevalbendên xwe yên di hikûmeta Sûriyeyê de dike. Li gorî min ji aliyekî ve polîtîkaya navendî ya hikûmeta Sûriyeyê û ji aliyê din ve armanca Tirkiyeyê ya bidawîkirina ezmûna xweseriya kurd a li Rojava, bandora sereke ya li pişt van êrişan e.”
'Xiyanet li kurdan kirin’
Michael Lowy helwesta dewletên rojavayî ya li hemberî êrişên li ser Rojava wekî "xiyanetê” bi nav kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Welatên rojavayî, bi gotineke din emperyalistên rojavayî (Ewropa û DYA) ji bo gefa DAIŞê ji holê rakin ji hêza kurdan sûd wergirtin. Lê îro wekî ku ev gefa ku berdewam dike ji bîr kiribe tevdigerin an jî difikirin ku tifaqa bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re bes e, kurdan tenê dihêlin. Ev polîtîkaya hêzên mezin e. Tu carî eleqeyek jidil nîşanî berjewendiyên gelê kurd, xweseriya kurdan an jî ezmûna Rojava nedan; kurdan di şerê li dijî DAIŞê de kirin amûr. Niha jî wan terk dikin. Ji bo çareseriya siyasî çend gotinan dibêjin, lê tişteke şênber tuneye. Ji ber vê yekê, ne ecêb e. Mixabin, îro kurd baweriya xwe bi piştgiriya diyasporaya kurd û hêzên çepgir ên navneteweyî tenê tînin. Lê ev hevgirtin jî hîn jî têrê nake."
‘Xetere didome’
Michael Lowy peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya li Şamê de nirxand û anî ziman ku ev peyman pir qurfbar e û got: “Helbet ji berdewamkirina şer çêtir e, lê ev peymanek pir hesas e. Tu misogeriya wê tuneye ku hikûmeta Sûriyeyê di çend hefteyên pêş de di bin zexta Erdogan de êrişên li dijî kurdan ji nû ve dest pê neke. Her wiha tu misogeriya vê peyman tuneye ku di asta herî kêm de ji gelê kurd li Sûriyeyê re xweseriyê bîne. Ji ber vê yekê, tenê misogeriya ku kurd li Sûriyeyê dikarin xweseriya xwe, mafê xwerêveberiyê û kapasîteya xwe ya rêxistinkirinê biparêzin, hebûna hêzên wan ên çekdarî, yanî Hêzên Sûriya Demokratîk e. Bêçekkirina wan wê bibe destpêka dawiya hebûna xweser a kurdên li Sûriyeyê.”
‘Rojava ezmûna îlhamê bû’
Michael Lowy bal kişand ser pêwîstiya parastina ezmûna Rojava û got: "Hefteyên û mehên pêş de wê nîşanî me bidin ka modela Rojava dikare were parastin an na. Ger ev ezmûn bi dawî bibe, ew ê bibe trajediyek. Ji ber ku Rojava, tevî hemû pirsgirêk, sînorkirin û nakokiyên xwe, di warê demokrasiya rastîn û rizgariya jinan de yek ji ezmûnên herî pêşketî yên cîhanê ye. Ji bo her kesê ku ji bo sosyalîzm, mafên jinan û ekolojiyê têdikoşe, ezmûnek îlhamê bû. Ji ber vê yekê, hilweşandina wê ya tevahî wê windahiyek mezin be."
Michael Lowy diyar kir ku tasfiyekirina Rojava wê gefek mezin li ser ewlehiya Ewropayê çêbike û bi bîr xist ku bi hezaran DAIŞî li Rojava têne girtin wiha domand: “Helbet ev ji bo Ewropayê jî xeterek mezin e. Terikandina Rojava ji hêla Ewropayê ve xeletiyek pir cidî ye. Ez bawer dikim ku di pêşerojê de, ew ê ji vê nêzîkatiya demkurt û teng dîtin (ango destên xwe jê bişon û tenê bi çend gotinên dîplomatîk piştgirî didin mafên kurdan, ji bo parastina xweseriyê neavêtina gavên berbiçav) wê poşman bibin.”
‘Erdogan dilsoz nîn e’
Michael Lowy behsa pêvajoya li Tirkiyeyê ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd kir û got ku hikûmeta Erdogan tu carî bi dilsozî nêzî vê pêvajoyê nebû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êrişên li ser Rojava nîşana vê yekê ne. PKK razî bû ku çek deyne, lê Erdogan niyeteke herî piçûk jî nîşan neda. Girtiyên kurd hîn jî di girtîgehê de ne. Serokên partiya qanûnî ya kurd di girtîgehê de ne. Şaredarên kurd ji wezîfeyê hatine dûrxistin. Tevî ku tevgera kurd gav avêtine jî, lê ji hikûmeta Tirkiyeyê tu gavên beramberî vê nehatine avêtin. Divê civaka navneteweyî bi awayekî siyasî piştgiriyê bide mafên kurdên li Sûriyeyê û mafê xweseriya Rojava; divê zextên siyasî, dîplomatîk û heke pêwîst be yên aborî li ser hikûmetên Tirkiyeyê û Sûriyeyê bike. Ez behsa destwerdana leşkerî nakim, lê divê herî kêm rêz li mafê xweseriya kurdên li Rojava bigirin."


