Mîhrîcana 37emîn a Govendên Kurdistanê dest pê kir

Mîhrîcana 37emîn a Govendên Kurdistanê ku li bajarê Wuppertalê yê Almanyayê tê lidarxistin, bi beşdarbûna bi sedan Kurdistanîyan ji çar aliyên Ewropayê bi coş dest pê kir.

1 deqe xwendin
Mîhrîcana 37emîn a Govendên Kurdistanê dest pê kir

Burûsk Bagok

Mîhrîcana ku wek yek ji dirêjtirîn çalakiyên çandî û hunerî yên diasporaya Kurd tê naskirin, îsal jî bi dîmenên rengîn û performansên bihêz ên govendê bal kişand.

Di 23 û 24ê Gulanê de tê lidarxistin, mîhrîcanê ji Almanya, Fransa, Swîsre, Hollanda, Belçîka û Awisturyayê û her wiha ji gelek welatên din ên Ewropayê, bi tevahî 35 komên govend û folklorê beşdar bûn. Ji saetên sibê ve, bi sedan kes li pêşiya stasyona navendî ya trênan a Wuppertal Hauptbahnhofê civiyan. Beşdarvanan bi cil û bergên rengîn ên Kurdî, ritmên erbane û xelekên govendê re meşek çandî li navenda bajêr pêk anîn. 

Piştî meşê, komên govendê ber bi salona Zanîngeha Wuppertalê ve çûn û li wir derketin ser dikê. Komên ku mehane ji bo performansên xwe amadekarî kiribûn, ritm û govendên cuda yên herêmên Kurdistanê bi temaşevanan re parve kirin. Stranên dengbêjan, xelekên dirêj ên govendê û performansên ahengdar yên li ser dikê ji alîyê temaşevanan ve bi çepikên germ hatin pêşwazîkirin.

Di qada mîhrîcanê de rengên kesk, sor û zer serdest bûn. Cil û bergên kevneşopî û motîfên çandî jî atmosfera mîhrîcanê rengîn kir. Beşdarvanan diyar kir ku ev mîhrîcan ne tenê çalakiyek çandî ye, lê her wiha cihê civîn û parastina nasnameya Kurdî, ziman û bîra çandî ya Kurdan e.

Mîhrîcana Govendên Kurdistanê ku ji sala 1987’an ve bê navber tê lidarxistin, wek yek ji girîngtirîn organizasyonên diasporaya Kurd li Ewropayê tê dîtin. Tê payîn ku pêşandanên govendê, programên muzîkê û çalakiyên çandî di tevahiya du rojan de bidomin.