Mîhrîcana rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkir
Welatiyên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn Xelfetiyê derbasî Parqa 4ê Nîsanê bûn. Bernameya pîrozbahî li vî parqê tên lidarxistin. Bi ketina qadê ya gel re pîrozbahiyên mîhrîcanê destpêkirin.

Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Rojên Amarayê ji bo 77 saliya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parka 4ê Nîsanê ya li Navçeya Xelfetiyê ya Rihayê mîhrîcanê li dar dixe. Welatiyên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatibûn Xelfetiyê derbasî qada Mîhrîcanê bûn. Bi ketina gel a parkê re mîhrîcan destpêkir. Girseya li parkê kom bûye bi berzkirina dirûşmên, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo”, “Bijî Serok Apo”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî” bi coşeke mezin rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dike.
Ji her temenî, bi cilên neteweyî
Ji 7 salî heta 70 salî welatî bi cil û bergên kurdî û xemla kesk, sor û zer tevlî mîhrîcanê bûn. Gelek dayik tevî temenê xwe yên mezin jî bi coşeke mezin li parqê govendê digerinin û bi berzkirina dirûşmeyan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Li ser dika di parkê de hatiye amadekirin de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsa “Bi Rêbertiya Azad re ber bi Yekitiya Demokratîk” hatibû nivîsîn hat daliqandin.
Bernameya mîhrîcanê dê heta seatên şevê bidomê û dê bi hunermendên suprîz konserek bê li darxistin. Sibê jî girsê dê ji parkê ber bi gundê Amarayê ve çalakiya meşê li dar bixe.


