Mirina helbestvanek

Huseynî, helbestvan û feylesofek bû. Di nava berhemên wî de panzdeh dîwanên helbestan hene. Wî ji bo wêje û zimanê kurdî tevkariyên awarte û bêhempa pêşkêş kirine. Hozanekî mezin, ji dengê gelê xwe gelekî wêdetir e. Ew, bi xwebûna xwe çanda wan bi xwe ye

1 deqe xwendin
Mirina helbestvanek

Mehmet Uçar

"Îro... min tu ji serhişkiya çiyan hilbijartiyî..."

Helbestvanê van rêzikan Ehmedê Huseynî koça dawî kir. Mirinê, ji nava me mirovekî mezin girt û bir. Huseynî, helbestvanê gelê kurd bû û di nava gelekî de li asteke ewqas bilind cihgirtin, rûmeteke pir mezin e. Huseynî, helbestvan û feylesofek bû. Di nava berhemên wî de panzdeh dîwanên helbestan hene. Wî ji bo wêje û zimanê kurdî tevkariyên awarte û bêhempa pêşkêş kirine. Hozanekî mezin, ji dengê gelê xwe gelekî wêdetir e. Ew, bi xwebûna xwe çanda wan bi xwe ye.

Û Huseynî mirovekî bi vî rengî bû. Wê cîhana wî bi helbestên wî re bijî û ji bo nifşên siberojê bibe çavkaniyeke serbilindî û îlhamê. Helbestvanê me yê ku li Rojavayê ji dayik bûye û bi helbestên xwe xeyaldariya me efsûn kiriye, wekî helbestvan û nivîskarên din ên mezin ên nifşê xwe, ew jî mehkûmî rûbirûbûna qedera sirgûniyê hate kirin. Wî yê bêrîkirina xwe ya ji bo xaka xwe, bi salan piştre bi Şoreşa Rojavayê biqedanda.

Em dikarin jiyaneke wiha çawa kurt bikin û vebêjin?

Ronahî û tarî, başî û xirabî, trajedî û îlham, serhişkî û qehremanî; ev hemû ji bo Huseynî di wateyekê de bûn û yek bûn. Û ya ji her tiştî girîngtir, wî bi rastî jî jiyan kir.

Ew, hem ji bo wêjeyê, hem ji bo ziman, hem jî ji bo pesindanan bû çavkaniyeke îlhamê. Ew êdî li warê xwe yê zikmakî semboleke çandî ye. Li Kurdistanê helbestvanekî neteweyî ye, li parzemîna Ewropayê jî pêxemberekî romantîk e. Ji ber ku helbest ji bo wî hişyariyek û ji bo têkildariya bi rastiyê re rêyeke taybetî bû.

Wî têgihiştineke helbestê afirand ku di helbesta xwe de ji îroniya sar dûr dikeve, bi taybetî berê xwe dide hostetiya rîtmîk ku bingeha bêhn û hebûna me ye. Têgihiştineke helbestê ku ji tawanbariya hestiyariyê qet natirse; ji ber ku wî dizanibû xêza di navbera hestiyarî û zelaliya ku jiyanê rizgar dike de gelekî tenik e û li cihekî wiha sekinî ku divê helbestvan vê xêzê bixe xeterê. Wî têgihiştineke helbestê afirand ku xwe-kêm-dîtina bê dilpakî red dike, ku ew bi xwe formeke din a narsîsîzmê ye û li benda mirina nivîskar û nêzîkbûna xwîner disekine. Têgihiştineke helbestê ku berê xwe dide xwîner û bi zanebûn dizane ku divê xwîner qezenc bike. Qezenckirin. 

Wî têgihiştineke helbestê afirand ku dizane "Îhtîras" hem êş e hem jî şahî ye, hem kevn e hem jî nû ye, û helbest dikare tezetî û nûbûna xwe tenê bi baweriyeke radîkal a bi xwîner re bibîne. Wî xwîner daxinî nava koma tirsan, tabûyan û rastiyên ku ji aliyê her kesî ve hatine qebûlkirin, nekir. Têgihiştineke helbestê ku qet cih nade faşîzma tiştên guncav, dizane helbest organîzmayeke exlaqî ye û divê ji ber tiştên ku hewl dide bike berpirsiyar bê dîtin, lê belê di heman demê de qebûl dike ku divê hewla vê yekê bide. Têgihiştineke ku diparêze ku heta baş bê kirin, tu xeyal ne sûc e. Bi dilovaniyeke ku qet ne pêkan e. Ya ku bi tundî diparêze ku divê em ciwanan hîn nekin da ku ji tiştên ne gengaz û bêîmkan birevin. Wî têgihiştineke helbestê ji me re mîras hişt ku li wî cihê pîroz ê ku huner û sêrbazî lê dibin yek, xeyala zelaliyeke radîkal dike û bi qasî ku li wê bigere jî dîn e. Ji ber vê yekê û ji ber van sedeman, helbestvanên kurd ên ciwan şopînerên wî ne.

Mirov dikare bi hêsanî bibêje ku Platon di cewhera xwe de helbestvanek bû; rastî û heybeta îmajên wî, bi melodiya zimanê wî re, di asta herî tîr û xurt a ku dikare bê xeyalkirin de bûn. Wî pîvana formên destanî, dramatîk û lîrîk bi temamî red kir, ji ber ku armanca wî ew bû ku di nava ramanên ji şikil û çalakiyê hatine arîkirin de ahengekê biafirîne û wî xwe ji dahênana planeke rîtmîk a rêkûpêk a ku dê sekinandinên cihêreng ên şêwaza wî di bin formên diyar de bigire nav xwe, dabû alî.

Huseynî jî di cewhera xwe de helbestvanek e ku bi felsefeyê hatiye strandin û ristin. Wî bi zelalî, zerafet û biryardariya xwe ya rûnezivirandina ji rastiyên kevnare xwînerê xwe bi rûmet kir, berhemên resen û xweser li pey xwe hişt û koç kir çû ba bav û kalên me yên dêrîn.

Bi rêz û minetdariya herî kûr...