Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serhildan bi xwe jiyan e

Mojtaba Waîsî yê rejîma Îranê ve hatiye kuştin ji bo zarokên di pirtûkxaneya ew û birayê xwe Maysam Waîsî ava kiribûn de perwerde didîtin name nivîsandibû.

1 deqe xwendin
Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serhildan bi xwe jiyan e

Mojteba Weîsî, di 28ê gulanê de ji hêla hêzên rejîma Îranê ve bi birayê xwe Meysem Weîsî re li mala ku lê diman, hat kuştin. Mojteba Weîsî ji zarokên di pirtûkxaneya ew û birayê xwe ava kiribûn de, perwerde didîtin nameyek nivîsandibû.

Nameya Mojteba Weîsî ya ji zarokan re şandiye wiha ye: “Carinan hestên min, ber bi wê pirtûkxaneyê ve difirin ku ruhê min ji bo pirtûkan li baskan lêdixist. Ez her yek ji zarokên pirtûkxaneyê bêriya wan dikim: Mehiya, Mehbûb, Sena, Aylîn, Servînaz, Hena, Mubîn, Diyana, Atûsa, Hestî, Alov, Negar, Ayda, Terane, Haniye, Aydin û Berhem.

Ma ez ê rojekê mezinbûna wan û pêşeroja wan bibînim? Ma ez ê bikaribim şahidiya pêşeroj û mezinbûna wan bikim, nizanim. Lê ji kûrahiyên dilê xwe ji bo her yekê wan saxlemî, jîrbûn û jiyaneke bi rûmet dixwazim. Ez wan hez dikim; ji bo wan zanîn û jîrbûnê, dûrbûn ji xapandin û hîleyên mirovan, tijîbûna bi mirovatî û nîşandana wê, azadî, lêgerîna mafan, xizmeta gel û rawestaneke bêhejandin wek darên mazî yên rehez û bi esalet dixwazim.

Bi hêviya ku ez we di cîhaneke azad û ronahî de bibînim… Avabûna welat û bilindbûna we daxwaza min a herî mezin e. Maf bi we re be; Maf piştgir û penaberê we be.

Di her şert û mercan de ez bi bêhêvî û çûn û hestan ve tije me. Bêhêviya li hember pêşerojeke nezelal… Bêhêviya ji bo pêşerojeke nediyar û çawaniya encambûna wê. Ev rewş dê heta kengî bidome? Ma dawiya temenê vî zalimî dê were, ango ma ev serdema zulmê dê biqede? An dê li şûna wî zalimekî din rabibe? Ma ev dorhêla bêencam dê dîsa dubare bibe? Hêza dîktatorê dê çawa were hilweşandin û parçe-parçe kirin?

‘Divê hêz ji bo xizmeta mirovahiyê bê bikaranîn’

Ma divê kesên dilêr bi can û hebûna xwe biha azadiyê bidin, lê kesên bêrûmet û tirsok bibin xwediyên hêz, qûretî û li ser textê hikûmdariyê û rêveberiyê rûnin? Ma encama ew mirovên paqij ên ku têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dane tenê wêneyên xwe yên li zindanan li qey xwe bihêlin? Ma encama ewqas hewl û mirina hevalên min wê ev be ku hêza pêşeroja welat bikeve destê kesên ku tenê berjewendiyên xwe dixwazin? Nexwe divê hêz ji bo xizmeta mirovan û mirovatiyê were bikaranîn. Bêyî ku demeke dirêj derbas bibe dê dawî li girêkên dîlgirtin û zincîran were…

Serî xwar kirin şerm e

Lê xemgîniya ji bo rabûnê li dijî zaliman ji bo min ne çavkaniya bêhêviyê ye; berevajî wê, ew bixwe herikîna jiyanê û maneya jiyanê ye. Di vê cîhana vala û bêwateya ya ku min wateya xwe lê bar kiriye, tenê ji bo mayîna sax û li dijî tirsa mirinê ye. Serî tewandin şerm û biçûkketinê bêhtir tişteke din nîn e.

Ê girêdayî we,

Piştgir û parêzerê we.

Berxwedan bi xwe jiyan e.

Serhildan bi xwe jiyan e.”