Mûrat Karayilan: Biryara bidawîanîna têkoşîna çekdarî bi şertê azadiya Rêber Apo hat qebûlkirin

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got: “Desthilatdariya ku gavên şênber neavêje û teslîmiyetê ferz dike, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk sekinandiye û diyar kir ku ji bo rêveçûna pêvajoyê rola Rêber Apo û gavên qanûnî şert e.”

1 deqe xwendin
Mûrat Karayilan: Biryara bidawîanîna têkoşîna çekdarî bi şertê azadiya Rêber Apo hat qebûlkirin

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bi wesîleya 1ê Gulanê têkoşîna kedê nirxand û têkildarî aqubeta Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji ANFê re axivî.

Sibê 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran e. Beriya her tiştî bi vê wesîleyê hûn dixwazin çi bibêjin?

1ê Gulanê Roja Têkoşîn, Piştevanî û Yekîtiyê ya Karkar û Kedkaran li kedkarên Kurdistanê û tevahiya cîhanê pîroz dikim. Di serî de şehîdên Taksîmê yên 1ê Gulanê hemû şehîdên şoreşê yên di meha gulanê de ber bi bêdawîbûnê ve hatin oxikirin bi rêz û hurmet bi bîr tînim û soza dilsoziya bi bîranîna wan re dubare dikim.

Di dîroka mirovahiyê de ked nirxê herî bilind e. Di bingeha şaristaniya mirovahiyê û zanistê de keda mirovan heye. Lewma ked nirxekî pîroz e. Em jî weke tevgera Apoyî tevgereke kedê ne. Pênaseya herî baş a tevgera me bi vî rengî dikare bê kirin. Dema ku mirov bala xwe didin ser bingeh, avabûn, qonaxên cuda yên têkoşînê û hemû pêvajoyên heta niha yên tevgera me, wê bê dîtin ku yek ji tevgerên herî mezin ên kedê tevgera Apoyî ye.

Keda Rêber Apo ya ji bo avabûn, birêxistinbûna têkoşîna me û têkoşîna wî ne cihê nîqaşê ye. Rêber Apo ne tenê ji tevgera me re her wiha ji cîhana sosyalîst, tevgera kedê re jî tevkariyeke mezin kiriye, Rêbertî kiriye. Bi taybetî ji aliyê aşkerekirina sedemên jihevketina reel sosyalîzmê û di mijara şêweyê pêngaveke nû ya sosyalîst ve ked û hewldanên wî gelekî mezin e. Bi paradîgmaya xwe ya nû û bi perspektîfa sosyalîzma demokratîk a civakîparêz a li dora azdaiya jinê, yek ji xizmetên herî mezin li doza sosyalîzmê û çîna kedkar a cîhanê kiriye. Rêber Apo bi analîzên xwe yên li ser vê mijarê, weke ku akademîsyenekî ji Latîn Emerîkayê di konfranaseke li Stenbolê de anî ziman, bû ronahî ji tevahiya mirovahiyê re. Li hemberî hovîtiya modernîteya kapîtalîst, bû sedem ku baweriya bi şoreşê jinûve pêk were, bê nîqaşkirin. Di heman konferansê de akademîsyenekî din ê biyanî heman tişt gotibû.

Materyalên Rêber Apo yên heta astekê bi zimanên biyanî hatine wergerandin, atmosfereke nîqaşê di asta navneteweyî de ava kiriye. Bi taybetî nêrîna wî ya li komîn û komînalîst gelekî balkêş e ku forma rêxistinbûna bingehîn a ji destpêka mirovahiyê û vir ve ye û bingeha sosyalîzma demokratîk e. Li ser vê bingehê têkoşîna pêşvebirina pêvajoya enternasyonal a nû ya kedkaran û gelan karekî şoreşgerî ye ku cihê kelecanê ye. Ez Cejna 1ê Gulanê li hemû kedkaran û hevrêyên enternasyonalîst careke din pîroz dikim ku tevli vî karî bûne û ji hêzên têkoşîna şoreşger re serketinên mezin dixwazim. Bang li her kesî dikim ku di vê dema girîng a dîrokê de beşdarî qadên pîrozbahiyên 1ê Gulanê bibin ku tê gelek wateyan.

Zêdeyî mehek e hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin. Piştî ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 27ê Sibata 2025an de destpê kir, cara duyemîn e ku demeke dirêj agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Gelo pêwendiya vê rewşê bi rêveçûna pêvajoyê re heye?

Bêguman heye. Normal nîn e. Meha nîsanê hem ji aliyê hikûmetê hem jî ji aliyê rayedarên AKPê ve weke meha ku qanûnên çareseriyê bêne derxistin hatibû diyarkirin û her kes bi kelecan li bendê bû. Di vê mehê de nebûna hevdîtinên bi Rêber Apo re ne normal e, her wiha ji aliyê paşeroja pêvajoyê ve jî îşareteke metirsîdar e. Herî dawî 27ê adarê heyeteke dewletê û heyeta DEM Partiyê bi hev re bi Rêber Apo re hevdîtineke berfireh kirin û vê yekê jî bendewariyên mezin bi xwe re anî. Lê belê bi qasî ku tê fêhmkirin, mijarên di vê hevdîtinê de ketin rojevê û hatin nîqaşkirin encameke welê bi xwe re anî ku desthilatdarî û dewlet vê pêvajoyê bicemidîne, rawestîne.

Ya ku em dibînin ev e. Bi eşkere tê dîtin ku piştî vê nîqaşê, her wiha bi bandora bûyerên herêmî-konjonkturî û hin pêvajoyên navxweyî, hêzên ku biryarê didin ev yek guncaw dîtine, gavavêtin rawestandine yan jî taloq kirine. Li gel rapora fermî ku di encama karê bi mehan ê komîsyona meclîsê de hat amadekirin, nemeşandina pêvajoyê wekî din nikare bê îzahkirin.

Hûn dibêjin ku desthilatdariyê pêvajo rawestandiye, lê ji nava AKPê hin rayedar û bi taybetî jî medya alîgirê wê dibêjin ku tevgera we gav neavêtiye, di mijara pêşvebirina pêvajoyê de divê destpêkê tevgera we gavê biavêje. Di vê mijarê de hûn çi dibêjin?

Rastî li holê ye. Di nava vê rastiyê de gotina hin rayedarên AKPê û derdorên çapemeniyê ku îdîa dikin me gav neavêtiye ji bilî gotinên manewrayeke siyasî ya nerast, nayê ti wateyê. Ji ber ku weke Tevgera me di vê astê de wezîfeyên xwe bi cih anîn. Aşkere ye ku her tiştên ku ji bo desthilatdarî gavê biavêje bêne kirin, me bêkêmasî kir. Ev yek jî li pêş raya giştî hatin kirin. Bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî ya rêxistinekê ku 42 sal in dewam dike û fesihkirina xwe biryareke ji rêzê nîn e. Biryara herî stratejîk e. Ev biryar û gavên piştî wê hatin avêtin li pêş çavan e. Di rewşeke bi vî rengî de kes nikare bibêje ku me gav neavêtiye.

Ez dixwazim beşek ji îdîayên ku rayedarên dewletê, nûnerên desthiladariyê û medya alîgirê wan bilêv dikin, yek bi yek bipirsim û em sohbetê bi vî rengî bikin. Di vê çarçoveyê de mijara ku dixwazim destpêkê bipirsim ew e ku dibêjin rêxistin li gorî teqwîmê tevnagere. Di vê mijarê hûn dixwazin çi bibêjin?

Tespîta, ‘rêxistin li gorî teqwîmê tevnegeriya’ qet rast nîn e. Ji ber ku ji bo me rewşeke teqwîmê tine bû. Ya ku teqwîm diyar kir Rêbertî û aliyê dewletê bû.

Hûn dikarin vê hinekî rave bikin?

Beriya her tiştî destpêkirina stratejiya aştî û civaka demokatîk gaveke dîrokî ye ku bi banga 27ê Sibata 2025an a Rêber Apo destpê kir. Ji bo me bû destpêka veguherîneke bingehîn. Û weke tevger em tevli vê bûn. Ji xwe piştî rojekê di 1ê adarê de me agirbest ragihand.

Di destpêka meha gulanê de bi Kongreya PKKê ya 12emîn re me biryar dan ku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî bînin û PKKê fesih bikin. Di vir de me li şûna Manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê ku di destpêka tevgera me de hat qebûlkirin, Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk qebûl kir. Me ev yek li gorî qanûnên xwe bi rengekî fermî li pêş raya giştî kir. Ev yek guherîneke gelekî bingehîn e. Ji bo tevgerekê wergirtina biryarên welê bingehîn û kûr tiştekî hêsan nîn e.

Piştre di 11ê Tîrmeha 2025an de bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê hevrê Besê Hozat de merasîma şewitandina çekan hat kirin û ev jî çalakiyeke ji rêzê nebû. Peyameke girîng bû. Sekneke welê bû ku asta me ya biryardariyê nîşan da.

Di 25ê Îlonê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê me ragihand ku hêzên xwe ji Bakur, ji deverên cuda yên krîtîk vekişandiye û pratîkên bi heman rengî hat kirin.

Weke tevger me ev hemû kir. Li ser vê bingehê şer sekinî. Çalakî hatin rawestandin. Li dijî Tirkiyeyê hemû kar hatin rawestandin.

Beriya niha we got, ji bo desthiladarî gavê biavêje karên ku diviyabû bihatina kirin we bêkêmasî kirin. Li hemberî van gelo dewlet an jî desthilatdariyê tiştek nekir?

Li hemberî gavên ku me avêtin desthilatdariyê jî hinek tişt kir. Vayê ji 1ê Tîrmeha 2025an û vir ve li gorî agirbestê tevgeriya. Yanî di 1ê Tîrmehê de hêzên dewleta tirk di pratîkê de bersiv da biryara hêzên me ya rawestandina şer. Wekî din li Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê têkildarî mijarê komîsyonek ava bû û vê komîsyonê dest bi kar kir. Bi destûra îdarî heyet çûn Îmraliyê. Ji bilî van gaveke şênber nehate avêtin, pêşketinek çênebû. Bi taybetî hewl didin ku belge-daneyên fermî nedin. Ev tiştên ku hatin kirin û min qala wan kir, hemû bi biryara rêveberiya îdarî hatin kirin. Fermiyeta xwe, belgeya xwe nîn e.

Lewma mirov dikare bibêje ku li "Li Îmraliyê tecrîd dewam dike?

Tecrîd dewam dike, ji aliyê qanûnî ve heye. Rayedarek dikare rabe bibêje ‘çûyîna filan heyetê bêkêr e; bila êdî neçe’ û bi vî rengî dikare bisekinîne. Yanî ev kar bi gotina rayedarekî ve girêdayî ye. Nêzîkatiyeke bi vî rengî baweriyê nade kesî. Sîstemek, qanûnek nîn e. Sazî li gorî biryarên xwe yên îdarî hin karan dikin. Ev hemû jî bi giranî ji raya giştî re vekirî nîn e. Yekane karê ku fermî hat kirin karê Komîsyona li Meclîsê ye û rapora wan e. Bêguman ji heman komîsyonê heyetek çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kir.

Encameke pratîkî ya wê jî derneket holê...

Belê. Ne tiştên ku di wê raporê de hatin gotin bi cih hatin anîn ne jî karekî qanûnî hat kirin. Di halê hazir de ew jî rawestandin e. Halbûkî me her tişt li gorî qanûnên xwe û bi fermî kir, bi rengekî ku veger jê nebe ji raya giştî re aşkere kir. Bi kurtasî dewlet û desthilatdariyê ji aliyê qanûnî ve ti kar nekiriye. Rewşeke qanûnî ya bibe cihê baweriyê nîn e.

Eger mirov qala teqwîmê bike, teqwîm ev e: Daxuyaniya Rêber Apo ya ku di salvegera 27ê Sibatê de kir girîng e. Di vê daxuyaniyê de got, "Qonaxa duyemîn a pêvajoyê destpê kiriye." Qonaxa duyemîn qonaxa qanûnên pêwîst ên ji bo pêşvebirina pêvajoyê ye. Piştî vê jî hin rayedarên AKP û desthilatdariyê bal kişandin ser dema piştî Cejna Remezanê. Piştre jî qala meha nîsanê kirin û gotin, wê pêşnûmeya gavên qanûnî yên bêne avêtin bikeve rojeva meclîsê. Eger qala teqwîmê bê kirin, teqwîm ev bû. Ji aliyê me ve teqwîmeke cuda ya ku hatiye gotin nebû. Di vê mijarê de desthilatdariyê gaveke şênber neavêt ku bibe cihê baweriyê û nîşan bide ku ne bi taktîkî lê bi cidî nêzî pêvajoyê dibe. Mînak, yek du îstîsna ne di nav de raporek ku ji aliyê her kesî ve hatibû qebûlkirin bû. Hin xisûsên ku di raporê de hatin destnîşankirin bêyî pêwîstiya bi qanûnên nû dikarîbûn bi cih bihatina anîn.

Hûn dikarin mînakan bidin?

Mînak mirov dikare qala bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn bikin. Ev yekser dikarîbûn bicih bihatina anîn. Li ser vê bingehê Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala, Can Atalay û gelek siyasetmedarên din ên kurdistanî û tirkiyeyî dikarîbûn azad bibûna. Vê yekê wê tevkarî li pêşîvekirina li pêvajoyê bikira.

Di raporê de her wiha qala bidawîkirina pêkanîna qeyûm a qonax bi qonax dihate kirin. Di vê mijarê de jî gaveke pratîkî nehate avêtin. Di serî de Mêrdîn li beşek ji deverên qeyûm lê hat danîn, di dozên ku qeyûm weke hincet hat nîşandan, beraat çêbû. Li gel wê jî li heman şaredariyan polîtîkayên qeyûm dewam dikin.

Ji ber daxuyaniya çapemeniyê bi sedan akademîsyenên ku daxwaza aştiyê kirin ji wezîfeya xwe hatin dûrxistin. Madem pêvajoyeke nû ya aştiyê pêk tê, me ne diviyabû ew li karê xwe bihatina vegerandin. Di vê mijarê de jî tiştek nehate kirin.

Bi kurtasî ti gaveke pratîkî-qanûnî ya erênî nîn e. Divê ev yek bê dîtin. Nêzîkatiya ku her tiştî ji aliyekî hêvî dike, gelo çiqasî adîl e!

Gotineke din a ku ji aliyê derdorên nêzî desthilatdariyê ve tê bilêvkirin bi vî rengî ye, ‘Piştî ku hemû çek hatin danîn û dest ji çeperan hat berdan, em ê gavên qanûnî biavêjin’. Li ser vê mijarê hûn dixwazin çi bibêjin?

Ev helwest bi gotina herî sivik ferzkirina teslîmiyetê ye, xitimandina kar e. Her mirovekî ku bi qadê zane û bi rengekî rasteqîn difikire, baş zane ku li qada pratîkê ev yek pêkan nîn e. Rojhilata Navîn dikele. Li her deverê drone digerin, fuze digerin. Hemû hêz, her wiha hêzên navneteweyî yên li qadê jî di nav de li ser vê zemînê her kes di pozîsyona belavbûnê, întîşarê de ne. Di rewşa heyî de garantiya hêzên me çekên me û sîstema me ya ewlekariyê ye. Heta ku garantiyeke qanûnî nebe, danîna çekan li ser vê zemînê dûrî aqil e.

Hûn qala garantî û ewlehiyeke çawa dikin?

Hêzên me çend kes an jî çend sed kes nîn e. Em qala bi hezaran kesî dikin. Binihêrin 30 hevalên me çekên xwe şewitandin û diyar kirin ku ew ji bo vegerê amade ne. Ew karîbûn biçin cihek? Na. Lewma ji bo ewlekariyê neçar man ku careke din li qada me vegerin. Di rewşeke bi vî rengî de daxwaza danîna hemû çekan û valakirina çeperan hemûyan û gotina piştî pêkhatina vê yekê wê biryarên qanûnî bê dayin tê wê wateyê ku henekê xwe bi aqlê mirovan û rastiya li qadê dike. Ji ber vê jî şertdanîna vê yekê tê wateya israra li ser nebûnê. Gotineke polîtîk e ku ji bo helwesta xwe veşêre. Esasa wê jî israra li ser nepêkanîbûnê ye.

Em vê yekê yekser bibêjin: Di vê mijarê de em li ber kesî nagerin. Di her hal û rewşê de em bê alternatîf nînin. Ew bi xwe zanin. Lê belê wê nebaşiyê li Tirkiyeyê bikin. Rêber Apo ev pêvajo bi kedeke mezin da destpêkirin û ji bo serketina wê jî hewldaneke mezin dike. Em jî di wê baweriyê de ne ku ev pêvajo li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê û gelê me ye. Lewma eger li qada dewletê gavên cidî bêne avêtin, di vê mijarê de biryara me zelal û şênber e ku em ê van gavan bê bersiv nehêlin.

Belê hûn dibêjin, heta dawiyê li pişt Rêber Apo ne, lê belê di medya alîgirê desthiladariyê de tê îdîakirin ku tevgera we li gorî bangên Rêber Apo tevnagere, amadekariyên leşkerî dike, karên rêxistinî dewam dike. Li ser vê propagandayê hûn dixwazin çi bibêjin?

Ev gotin, dûrî ji rastiyê ye. Ji xwe hîn di destpêka vê pêvajoyê de beşek li nava dewletê jî di nav de hin derdoran hesabê wê yekê dikirin ku tevgera wê di vê pêvajoyê de derbê bixwe, beşekê jî digot wê guh nedin bangên Rêber Apo, lewma tevger wê parçe bibe û bandora li ser girseya xwe ji dest bide, ber bi jêr ve biçe. Her wiha dibe ku beşek ji rayedar ji bo van bendewariyan di nava sekneke bi vî rengî de bûn: Bila bang bê kirin; ji xwe wê bi ser nekeve, tevger wê li gorî wê nêzîk neve û bi vî rengî ev tevger wê lawaz bibe.  Lê belê di vê mijarê de tevgera me di vê qonaxa girîng a dîroka têkoşîna me de bi rêveberî, fermandarî, şervan, sempatîzan û gelê xwe yê welatparêz bi rengekî yek wicûd li dora Rêbertî civiya. Tevgera me bi vî rengî li ser bingeha stratejiya Rêbertî xwe ji nû ve bi cih kir û ev yek ne tenê di gotinê de di asta hişmendiyê de pêk anî, berê xwe da pêvajoya nû û bi vî rengî gelek derdor matmayî hişt. Ev yek serketineke mezin a tevgera me ye; encameke girîng e ku rastiya Rêbertî ya Serok Apo û kûrahiya wî radixe pêş çavan. Ji ber vê jî gotinên bi vî rengî rast nîn e.

Di nava me de yekparebûnek heye. Em li vê derê nîqaşa wê yekê nakin ku hinek çekê dîne û biçe mala xwe. Em li vê baldar bin. Hin rayedarên dewletê pirsgirêkê di wê çarçoveyê de dinirxînin, bi vî rengî çekdanînê ferz dikin. Ev rêbaz rast nîn e. Ev yek nîşaneya aqlê ewlekarîperest e. Pirsgirêk ne tenê çekdanîna hêzên me ye. Eger em ji damezrandina Komarê ve binirxînin, em nîqaşa wê yekê dikin ku şerê 103 salan ê navbera dewletê û gelê kurd bi dawî bikin û aştiyê pêk bînin. Rayedarên dewletê ji vê re aştiya navxweyî gotin. Qala xurtkirina eniya navxweyî kirin. Lîderê MHPê Devlet Bahçelî ji bo vê bang kir. Rêber Apo jî ev bang li erdê nehişt û bersiva erênî da. Û bi wê banga dîrokî re ev yek bi veguherîneke stratejîk tacîdar kir. Li ser bingeha bidawîkirina şerê navbera gelê kurd û dewleta tirk, stratejiyeke nû ya ji bo pêşvebirina xwişk-biratî û tifaqa kurd-tirkan diyar kir. Eger dewlet li gorî vê yekê gavê biavêje, em ê bibin hêzeke komara demokratîk ne dijberê dewletê.

Em di stratejiya Rêber Apo û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi biryar in. Di vê mijarê de pirsgirêk nîn e. Lê belê em hêzeke leşkerî ne. Li ser zemînê hêzên cuda hene ku xwedî wê potansiyelê ne ku êrişî me bikin. Ya mijara gotinê ne tenê dewleta tirk e. Bi taybetî em zanin ku hin hêz ji pêvajoya Rêber Apo aciz in. Ji ber vê jî heta em li ser zemîna leşkerî bimînin, em neçar in ku amadekariyên xwe yên leşkerî û tedbîrên xwe bê kêmasî bi cih bînin. Her wiha pêkanîna hin karên rêxistinî yên cuda jî pêwîstiya ji vê mecbûriyetê ye. Bêguman li gel van karan hemûyan hêzên me ji xwe re weke wezîfeya bingehîn dibîne ku li ser xeta civaka demokratîk a manîfestoya Rêber Apo xwe amade bikin û em bi esasî li ser vê yekê disekinin.

Û ji bo vê jî we biryarên stratejîk wergirtin...

Me biryarên stratejîk wergirt, lê belê em dibînin ku desthilatdariya li hemberî me û derdorên nêzî wê di heman hewayê de nînin. Xwedî heman mejî nînin. Me di têkiliyên turd-tirk de guherîneke paradîgmayî kir. Em dibêjin, edî ne înkar ne jî îsyan; xwişk-biratî û tifaq. Ji bo dewlet jî pirsgirêka kurd çareser bike divê guherîneke paradîgmayî pêk bîne. Ya ku heta niha hebû mejiyê înkar bike û îmha bike bû. Li şûna vê ne tenê bi kurdên li Bakur re divê bi hemû kurdan re paradîgmaya avakirina tifaqê bi pêş bixîne. Ya ku em niha dibînin û nîn e, ev e. Hîn jî nêzîkatiyek li gorî mejiyê ewlekariyê, înkar û îmhayê heye. Bi vê nêzîkatiyê çareserî pêk nayê.

Halbûkî her avaniya ku li berjewendî û paşeroja Tirkiyeyê difikire, divê bibîne ku dema guherînê hatiye. Eger Tirkiye dixwaze li herêmê bibe hêzek ku weke sterkê dibiriqe, ev yek tenê li ser bingeha vebûna demokratîk û tifaqa bi gelê kurd re dibe. Ji bilî vê yekê dikare bi her cure xeteriyan re rû bi rû bimîne. Lewma guherîneke bi vî rengî ji bo paşeroja Tirkiyeyê pêwîstî ye. Lê belê ji ber ku ev nîn e, em dibînin ku tenê hevsengiyên rojane û rewşeke konjonkturî li ber çavan tê girtin. Bi nêzîkatiya Eger gavê biavêjim ez ê çiqasî bikevim pozîsyonê, neavêjim ez ê çiqasî bikevim pozîsyonê? lê dinihêre bê hevsengiyên herêmî ji bo kurdan e yan jî li dijî kurdan e. Her wiha li rewşa li hundir dinihêrin. Bi kurtasî helweseteke ku pirsgirêka girîng û dîrokî weke amurekê bi kar tîne, tê dîtin. Hesabê hilbijartinê tê kirin. Bi nêzîkatiya ‘Eger vê gavê biavêjim çiqasî dikarim deng bi dest bixim, nevaêjim çiqasî dikarim deng bi dest bixim?’ pirsgirêkê dinirxîne. Ji ber ku bi vê hesabê nêzîk dibe pêvajo bi pêş ve naçe û gavên ji bo çareseriya pêvajoyê nakevin rojevê. Halbûkî ev pirsgirêk ji bo paşeroja Tirkiyeyê gelekî girîng e, diviyabû nêzîkatiyeke weke amûrê lê nehatibûya kirin. Pêwîstî bi nêzîkatiyeke hîn stratejîk heye. Ev mijareke stratejîk e û pêwîstî bi lîderên ku stratejîk nêzîk dibe heye.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di 23yê Nîsanê de li Meclîsê bangek girîng kiribû. Navê serokkomar Erdogan bi taybetî da û got ku divê gav biavêje, got muhr di destê wî de ye. Vê bangê pir hat nîqaşkirin. Nêrîna we di vê mijarê de çi ne?

Belê min guhdar kir. Banga Tuncer Bakirhan û axaftinên wî girîng bûn. Ger bi rastî, serokkomar dixwaze navê xwe li dîrokê bihêle, divê ew ne tenê li bûyerên heyî, di heman demê de rastiya dîrokî-civakî ya pêvajoyê jî li ber çavan bigire. Muhr li dîrokê xistin, ne bi paşguhkirina pirsgirêkê kurd, bi çareserkirina pirsgirêka 100 salî pêkan e.

Başe, gelo biryareke ku tenê di Meclîsê de derbarê bêçekkirina gerîla de bê dayîn, dikare ji bo çareserkirina pirsgirêkê gaveke têrker be?

Bêguman nabe. Weke beriya vê jî min got, nabe pirsgirêk tenê bi wir ve girêbidin. Kongreya 12emîn a PKKê li du cihên cuda pêk hat û ez li yek ji wan de di dîwanê de bûm. Biryara fesihkirina rêxistinê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî tenê ji hêla delegeyan ve bi şertê ku Rêber Apo were azadkirin hat qebûlkirin. Di vê pêvajoyê de nîqaşên dijwar çêbûn. Mînak hin heval gotin nîqaşkirina vê mijarê bi serê xwe jirêketine. Ji ber vê her kes yekser piştgirî neda vê biryarê. Ev biryar li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat dayîn. Di biryarê de hat gotin ku pêvajoya bêçekkirinê divê ji hêla Rêber Apo ve were birêvebirin. Ev mijar di biryaran de jî heye. Wekî din biryar nedikarîbû bê qebûlkirin.

Têkildarê mijarê, aliyê dewletê hemû rayedar daxuyaniyên erênî dan û biryarên kongreyê erênî dîtin. Yek ji van biryaran ew bû ku Rêber Apo bixwe yekser pêvajoya bêçekbûnê birêve bibe. Me ragihandibû ku em nikarin vê pêvajoyê birêve bibin. Ev pêvajo bi rengekî din rêve naçe û divê ev rastî bê zanîn.

Wekî ku me berê jî diyar kiribû, beşek mezin ji fermandarî û kadroyên heyî bi armanca azadkirina Rêber Apo piştî dîlgirtina wî tevlî bûn. Ji ber vê yekê, qenehkirina van hevrêyan ne hêsan e. Bendewariyeke şexsî ya yek ji gerîlayên Azadiya Kurdistanê nîn e. Bendewarî ew e di serî de Rêber Apo, gelê kurd û gelên din ên bindest, di çarçoveya hiqûqek bi rûmet û dadperwer de jiyanek azad û wekhev bi dest bixin. Ji ber vê yekê, dema ku gavên berbiçav ku xizmetê armancê neke neyên avêtin, nêrînên van hevrêyan ên têkildarê pêvajoyê neyînî bandor dike. Bi kurtasî, her çend li dora Rêber hestek yekîtî hebe jî, rastiya ku hikûmetê gavek beramberî biryara ku ji hêla Kongreyê ve hatî girtin neavêtiye, bi taybetî di nava ciwanan de pirsnîşan li ser pêvajoyê çêdibe.

Bi qasî ku ez ji Rêber Apo, şandeyên çûne giravê, nirxandinên tevgerê û yê we niha fêm dikim, Rêber Apo bi pêşxistina vê pêvajoyê re alîkariya dewletê kiriye ku ji vê serdema teng derbas bibe. Di vê rewşê de gelo dîlgirtin û berdewamkirina vê rewşê mirov dikare weke nêzîkatiyeke adilane binirxîne?

Di vî warî de, divê mirov bibêje însaf. Ji bo ku hûn her cure astengiyan derbas bikin, hûn pirsgirêkan dibin ji Rêbertiya me re. Dema ku li ser Komara Tirkiyeyê xetereyek hebe, hûn pêşniyarên wekî pêşî li vê bigirin, li vir û wir hişyar bikin dikin. Niha agir û şereke ku li her devera herêmê belav dibe heye. Ger ev pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve nehatiba destpêkirin û meşandin. gelo Komara Tirkiyeyê dikare bi vê pêvajoyê re ewqas aram rû bi rû bimîne? Nikaribû. Ev teqez e. Em dizanin ku hûn ji Sûriyeyê ditirin. Kar di astên cuda de û bi awayên cuda hat kirin, lê ew ber bi hêleke cuda ve neçû. Îcar kê ev gengaz kir? Helbet Rêber Apo û pêvajoya ku wî pêş xist bû. Ger bandora pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve hatî pêşxistin nebûya, dê rewşa li wir cuda bûya. Her wiha bi heman rengî, gelo pêvajo li deverên din jî nedikarîbû bi awayên cuda bigihêje vê astê? Bêguman dikaribû. Ma peyamên nebin qoçberan! li vir rol nelîstin? Baş tê zanîn ku wan kir. Lê belê, hûn bi israr ji aktorê ku di van hemû mijaran de rol lîstiye re dibêjin, hûn ê li vir bimînin. Ji ber vê ez dibêjim însaf be. Kî kurd û dewleta tirk ji agirê ku li seranserê Rojhilata Navîn belav bû dûr xist, an jî kî roleke mezintir lîst ji bo dûrxistina wan; Ma divê ev neyê qebûlkirin û heqê wê neyê dayîn?

Wê demê yek ji xalên herî girîng ên pêvajoyê, mijara statûya Rêber Apo, gelê kurd û gerîlayan e…

Helbet. Wekî ku serokê Partiya Tevgera Neteweperest Devlet Bahçeli diyar kir, pirsgirêka statuyê ya Rêber Apo heye ku divê were zelalkirin. Ev statu di bingeh de tê wateya azadiya wî ya fîzîkî. Bi awayekî zelaltir, bêyî azadiya fîzîkî, pêvajo nikare pêşde biçe. Ev nêrîn ne tenê ji hêla me ve tê kirin; ew ji aliyê gelê me ji hêla beşek akademîsyenên navneteweyî û çavdêrên bêalî ve jî tê diyar kirin. Bi rastî, gelek pirsgirêkên dişibihin hev li seranserê cîhanê bi vî rengî hatine çareserkirin. Bi gotineke din, tu mafdar nîn e ku Rêberekî ku pêvajoyeke aştiyê ya ewqas kûr û xurt pêş dixe û di wê de roleke girîng dilîze, di girtîgehê de rabigire. Ne ewqas zehmet e ku civak vê yekê qebûl bike. Em vê yekê baş dizanin. Ger serokê AKPê yê giştî di vê mijarê de zemînê veke yan jî hin hewldanan bike, mimkûn e ku civaka tirk vê yekê rast fêm bike. Ji bo vê yekê ya girîng vekirina zemîn û peydakirina derfetê ye. Bidawîkirina pêvajoya şer a 50 salî ne mijareke biçûk e. Naskirin û qebûlkirina rola kesê ku vê pêk tîne dê ji hêla beşên berfireh ve bi erênî were pêşwazîkirin û aşkere ye ku kesê ku bingeha vê yekê peyda dike wê di wijdanê civakê de jî xwedî cihekî erênî be.

Divê em ji bîr nekin ku çareserkirina pirsgirêka kurd ji bo siberoja welat û çarenûsa gelên herêmê jî mijareke pir girîng e. Divê ji bo vê bi wêrekî gav bên avêtin. Wek mînak, di sala 1991an de Serokwezîrê wê demê Suleyman Demîrel gotibû, ‘Em rastiya kurdan nas dikin’. Piştre, Turgut Ozal ev yek hinekî pêşve bir. Niha her kes behsa kurdan dike, vê rastiyê qebûl dike. Ger kurd rastiyek in, çima bi devkî tê qebûlkirin, lê bi nivîskî nayê qebûlkirin? Tiştek ji fermîkirina nivîsandina tiştê ku bi devkî tê pejirandin xwezayîtir nîne. Kurd ku wekî rastiyek hene, çima di qanûnên Komarê de cih negirin? Ger bi rastî jî xwişk-biratiya kurd û tirk tê hedefkirin, divê hebûna kurdan jî rewa bibe û di hiqûqê de hebe. Li gel van her du rastiyên bingehîn, qanûnên entegrasyona demokratîk ên ku ji bo gerîla bê derxistin dê bi bandor bin; Gerîlla jî bi tevlibûna vê pêvajoyê re, dikare bi rêbazên siyasî beşdarbûna têkoşîna komara demokratîk bi pêş bixe. Bi devjêberdana bi temamî ya rêbazên çekdarî û rawestandina tundûtûjiyê, tevlibûna têkoşîna demokratîk bi rêbazên hiqûqî û siyasî gengaz dibe. Bi vî awayî, aştiya mayînde û xwişk-biratiya civakî ya rastîn gengaz dibe.

Di rojên bihurî de li Amedê bi sernavê “Kurdên Bakur Yekîtiya Neteweyî Nîqaş Dikin” konferansek pêk hatibû. Peyama ku Rêber Apo ji bo vê konferansê şand. Li ser vê bingehê têkildarê yekîtiya neteweyî ya kurd hûn çi dibêjin?

Ji bo gelê kurd yek ji mijarên herî bingehîn, pirsgirêka avakirina yekitiya demokratîk di nav xwe de ye. Di peyama Rêber Apo ya ji bo konferansa li Amedê hat lidarxistin de wiha tê gotin: Yekîtiya demokratîk pêwîstiyeke dîrokî ye. Ji ber ku di vê qonaxê de ji bo gelê Kurdistanê siberoja xwe ava bike ji bilî yekitiya demokratîk pêwîst e hemû beşan werin cem hev û piştgiriyê nîşan bidin. Herî kêm, diyarkirina çarçoveyek stratejîk a hevpar û di her beşê de her kes li gorî vê çarçoveyê tevgerîn, bûye hewcedariyek mezin. Ev rewşek e, tevî ku heta niha gelek caran hat nîqaş kirin, mixabin heta îro nehatiye fêmkirin. Di rastiyê de, rastiya ku yekitiyeke wiha heta niha pêş neketiye, paşverûtî ye û di heman demê de şermeke ji bo siyaseta kurd e. Divê ev teqez were çareserkirin.

Başe, ji bo derbaskirina vê rewşê, divê çi bên kirin?

Divê teqez yekîtiyeke demokratîk pêk were. Ji bo ku ev pêk were, girîng e ku hin beşên di nav siyaseta kurd de fêm bikin ku polîtîkayên wan ên berê ne ji bo gel û ne jî ji bo wan sûdmend bûne. Yekîtî çênabe dema ku berjewendiyên partî yan malbatî li ser berjewendiyên neteweyî bin. Hin astengiyên herêmî û cîhanî jî vê pêvajoyê tevlihev dikin. Derbaskirina van astengiyan û bidestxistina yekîtiyê di siyaseta demokratîk a kurd de karekî bingehîn e. Ji bo vê armancê, konferans an jî kongre çi hewce bike bêyî derengmayîn divê bê lidarxistin. Wekî din, divê pirsgirêkên di navbera kurdan de bi diyalog û nîqaşê werin çareser kirin. Divê her kes û rêxistinek welatparêz di vê pêvajoyê de berpirsiyariyê bigire ser milên xwe û ji bo yekîtiya neteweyî hewl bide. Wekî tevger, em baweriya xwe bi vê yekê tînin û amadebûna xwe ji bo avêtina gavên pêwîst diyar dikin.

Ji 28ê Sibatê û vir ve li herêmê şer di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de heye. Weke tevger hûn vê pêvajoya şer çawa dinirxînin?

Şerê ku ji 28ê sibatê û vir ve di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de didome, gihîştiye asteke ku tevahiya cîhanê bandor bike. Her çend di sê hefteyên dawî de li şûna şerê germ bi rengê şerê dîplomatîk û dorpêçkirinê berdewam dike jî, tê dîtin ku ev jî dê pir mayînde nebe. Ji ber ku rêbazên diyalogê jî gihaştine xitimandinê. Ev şerê ku li herêmê diqewime, di rastiyê de, şêweyeke cuda ya zêdebûna Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Di vê wateyê de, şer bi dawî nebûye; tê dîtin ku ew ê bi formên cuda berdewam bike.

Her wiha rewşa şer a di navbera Îsraîl û Hizbûllahê de ku berdewamiya vî şerî ye jî, didome. Her çiqas li wir di çarçoveya danûstandinên bi DYAyê re gihiştine biryara agirbestê jî, lê di pratîkê de tê dîtin ku rewşa şer berdewam dike. Ev şer, ku li tevahiya herêmê belav dibe, bandorê li tevahiya herêmê dike û her wiha bandorê li cîhanê dike. Ne tenê windahiya can û mal, di heman demê de encamên aborî yên cîhanî jî hene û bi awayekî dibe sedem ku her kes ji encamên vî şerî êşê bikişîne.

Gelo hûn di vî şerî de aliyek in?

Berjewendiya gelan di vî şerî de nîn e. Ev şer ne şerê gelan in. Ev şer bi armancên hegemonîk tên meşandin. Ji ber vê em ne aliyek a vî şerî ne. Xeta me xeta rêya sêyemîn e. Xeta me xeta têkoşîna şoreşgerî ya gelan e ku li ser bingeha azadî, demokrasî û parvekirina adilane ye. Ji ber vê yekê, em diyar dikin ku divê şer demildest bi dawî bibe. Ji ber ku bi şer re tu encam nayê bidestxistin. Bi rastî jî, tevî ku Îran bi dijwarî hatiye derbkirin, hê jî rewşeke aloziyê heye. Her du alî dibêjin em bi ser ketin, lê di rastiyê de, aliyê ku bi rastî bi ser ketiye hêj nîn e. Ev ne zelal e. Lê belê, wekî ku me got, tê dîtin ku ev şer ew ê bi awayên cuda berdewam bike.

Ev şer bandorê li her kesî dike; bi taybetî jî gelê Îranê û gelê rojhilatê Kurdistanê eleqedar dike. Ger êrişî gelê me bê kirin, gelê me û hêzên wan ên pêşeng dê xwe biparêzin. Wek tevger, em alî nagirin, lê di rewşa êrişên li dijî gelê me de em ê piştgiriyê bidin têkoşîna wan a mafdar. Lê belê, daxwaza me ew e ku demildest ev şer bi dawî bibe û pirsgirêk bi danûstandinan werin çareserkirin.