Mustafa Karasu: Êdî ne dema gotinê, dema kirinê ye
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu, di bernameyê taybet a li Medya Haber TVyê de, di çarçoveya Pêvajoya Aşîtî û Civaka Demokratîk de vekişîna hêzên gerîla ji bakurê Kurdistanê, gavên yekalî...

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu, di bernameyê taybet a li Medya Haber TVyê de, di çarçoveya Pêvajoya Aşîtî û Civaka Demokratîk de vekişîna hêzên gerîla ji bakurê Kurdistanê, gavên yekalî yên hatine avêtin, rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di vê pêvajoyê de, berpirsyariyên dewleta tirk, hewcedariya bingehên demokratîk û hiqûqî û têkoşîna civaka birêxistinkirî nirxand. Mustafa Karasu her wiha girîngiya belgefîlma bi navê “Vejîna Kurd” a ku bi beşa 28an sezona xwe qedand jî anî ziman.
Nirxandinên Karasu yên giştî bi vî rengî ne:
Qismek hêzên me yên gerîla ji Bakur vekişiyan. Me heta niha li ser perspektîfên Rêber Apo gelek gav avêtin. Bi rastî ev gav ji bo îradeya me ya ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bixîne hate avêtin. Di vî alî de ev pêvajo biryardarî û nêrîna me nîşan da. Me PKKê fesix kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî. Bi vî awayekî me îradeya xwe careke din danî holê. Jixwe hêzên me yên gerîla li hemû eyaletên Bakurê Kurdistanê hebûn, lê li hinherêman metirsiya pevçûnê hebû. Ji ber vê yekê me hêzên gerîla yên ku li herêmên metirsiya pevçûnê hene paşve vekişînin di cih de dît. Ji ver ku di pêvajoyeke wisa de hin dijberên pêvajo û aştiyê hene. Li dijî me her cûre propagandayên reşkirinê têne kirin û bi provokasyonekê dikarin vê pêvajoyê jehrî bikin.
Bi vî awayî argûmanên xurt wê biketa destê dijberên pêvajoyê. Wê rewşeke wisa derketa holê. Ji ber vê yekê me guncav dît ku hêzên gerîla yên li herêmên krîtîk û metirsiya pêvçûnê hene paşve bikşînin. Me li gelek eyaletan herêmên krîtîk û metirsiya pevçûnê hene hêzên xwe yên gerîla paşve kişand. Ev yek nîşan da ku bê em çiqasî bi hesas nêzîkî pêvajoyê dibin û ji bo pêvajo bi awayekî bi tendurist bimeşe bi dikeve ser milê me em pêk tînin. Ev pir girîng e.
Derfeta gav avêtinê didin dewletê
Her wiha gelek nîqaş dihatin kirin û nêzîkatiyên gelo pêvajo xitimiye yan na, hebûn. Her tim nêzîkatiyên ku ji me hin tişt hêvî dikirin hebûn. Ji bo serketina vê pêvajoyê,nîqaşên li ser xitimandinê tên kirin derbas bikin û îradeya xwe ya çareseriyê deynin holê me pêwîstî bi gaveke vî rengî dît. Ev gaveke yek alî bû. Jixwe me gelek gavên yek alî avêtin û em hewl didin bi vê re derfeta ku dewlet û desthilata AKP û MHPê gavan bavêjin biafirînin û zemîna wê ava bikin. Jixwe Rêber Apo ji destekê ve nêzîkatiyeke maqûl nîşan dide û anî heta vê rojê. Di ser vê pêvajoyê re salek derbas bû. Ger heta niha behsa pêvajoyê dikin, ev bi saya Rêber Apo ku bi berpirsyarî nêzîk dibe û em wekî Tevger di çarçoveya perspektîfên Rêber Apo de tevdigerin in. Em dikarin vê bibêjin; ger li deverek din cîhanê bûya, dewlet û desthilat di nava vê nêzîkatiyê de bûya, ti hêz mîna me bi berpisyarî tevnedigeriya. Dibe ku rewşeke ku pêvajo di demek kurt ji holê rabe derketa holê. Birastî jî ji ber nêzkatiyên dewlet û desthilatê hêviyek bi civakê nehatiye çêkirin û neketiye nava hewldaneke ku gelê kurd bi hemû hêza xwe piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Di vî alî de teredût û metirsî hene. L


