Namzetê YNKê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

Namzetê YNKê Nizar Amêdî di tura duyemîn de weke Serokomarê Iraqê hate destnîşankirin û bi fermî sond xwar û girêdanbûna xwe ya bi Destûra Bingehîn a Iraqê re piştrast kir.

1 deqe xwendin
Namzetê YNKê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

Namzetê YNKê Nizar Amêdî piştî di tura duyemîn ya hilbijartinê de bi dengê 227 parlamenteran ji bo erka Serokomariyê hate hilbijartin, sonda zagonî xwar.

Namzetê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Nizar Amêdî piştî sondxwarinê bi fermî bû Serokomarê Iraqê yê nû. Nizar Amêdî girêdanbûna xwe ya bi Destûra Iraqê, xizmeta ji bo gel û karkirina bi hemû sazî û dezgehên Iraqê re destnîşan kir. Girêdanbûna xwe ya bi erkên navneteweyî û pêkanîna aştiya li herêmê re jî piştrast kir.

Piştî sondxwarinê Serokomarê Iraqê Nizar Amêdî koma herî mezin ya Parlamentoya Iraqê Çarçoveya Hemahengî wê erkdar bike ku di nava 15 rojan de hikûmeta nû ya Iraqê ava bike.