Narîn Gezgor: Mîtînga Aştî û Azadiyê dê bibe gaveke dîrokî
Cîgira Hevserokên Giştî ya DBPê Narîn Gezgor der barê mitînga ‘Hêvî û Azadî’ ya bi dirûşma ‘Azadiya Rêber Apo Azadiya Min e’ agahî da û got: “Me hêza ku ji qudreta Rêber Apo girtiye, xebatên rêxistinkirina mitînga ku dê 25ê çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin bi ruhê seferberiyê dimeşînin.”
Platforma Saziyên Demokratîk, dê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 25ê çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma ‘Azadiya Rêbertiyê azadiya Rojavayê ye’ mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ li dar bixe.
Em der barê mitînga ‘Hêvî û Azadî’ de bi cigira Cîgira Hevserokên Giştî ya DBPê Narîn Gezgor re axivîn.
Narîn Gezgor di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya bi banga Rêber Apo ku di 27ê sibatê de dest pê kir, bi qonaxa girîng deriye çareseriyê vekir. Ango bang hêviya jinan û gelan a ji bo çareseriya demokratîk û avakirina aştiyeke bi rûmet ji her demê bêtir zêde kiriye. Gavên dîrokî yên Tevgera Azadiyê, ku di bersiva bangawaziyê de hatine avêtin, di pêvajoyê de bûne sedema xalên werçerxê yên mezin. Li gel vê yekê jî, ji aliyê hikûmetê ve heta niha gavên berbiçav nehatine avêtin. Di vê qonaxê de, yek ji prensîbên herî bingehîn ew e ku hem ji bo çareseriya demokratîk û hem jî ji bo çareserikirina pirsgirîka kurdan a her du alî jî bikaribin di şert û mercên wekhev û hevpar de bi hev re bixebitin. Lewra ji bo pêşerojaya aştî û civaka demokratîk prensîb pewîst dike. Di vê çarçoveyê de, divê rêya ku Birêz Ocalan bikaribe di bin şert û mercên wekhev de bixebite û pêwîstî bi misogerkirina azadiya xwe ya fizîkî tavilê were kirin. Ango divê mercên wî yên ku bikaribe têkiliyê bi civakê re, bi jinan re, bi ciwanan re, bi gel re, dayne were sazkirin. Di vê çarçoveyê de, prensîba herî bingehîn pêkanîna qonaxa duyemîn a avakirina qanûnî ya “Mafê Hêviyê” û misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.”
Narîn Gezgor di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya jin û gelan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêya çareseriya li ser heqîqetê ew e ku pergala tecridê ya Îmraliyê bi temamî ji holê were rakirin a herî girîng azadiya Rêber Apo ye. Bi vê mebestê em ê reng, deng û çalakiya jinan bikin bingeha birêxistinkirina mitîngê. Ji bo pêşxistina civakeke demokratîk ku tê de jin biryarê didin û jiyanê bi hev re ava dikin; ne tundî lê wekhevî, ne talan lê hevsengiya ekolojîk lê mezin dibe, em ê li her derî birêxistin bikin. Me bi perspektîf û têkoşîna Rêbertiya xwe dest bi lêgerîna azadiyê kir û got ‘Pirsgirêka jinan yek ji pirsgirêkên herî bingehîn e’. Me azadiya xwe ji azadiya civaka xwe cuda nekir. Lê em dizanin ku azadiya me tenê bi azadiya Rêber Apo pêkkan dibe. Niha dem hatiye ku gelê Kurd pirsgirêka hebûnê derbas kiriye; Dem dema bi rêbertiyeke azad re bi hevrebûna civakeke azade. Ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk, çekirina qanûnên aşitî û azadiyê û pêkanîna prensîba mafê hêviyê hewcehiyeke serekeye. Lewra em jî li hemû bajarên Kurdistanê mal bi mal xebata birêxistinkirinê mitîngê bi şev û bi roj dimeşînin. Weke pêşengên civakê pêşengiya xebatên amedakariya mitîngê jî em weke jin dikin.”
Narîn Gezgor herî dawî bal kişand ser mitînga hêvî û azadiyê ku dê 25ê çileyê de li Amedê pêk were û wiha got: “Ji bo misogerkirina jiyaneke azad û wekhev, em di serî de jinan û ciwanên kurd û hemû gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê vedixwînin û dibêjin: “Werin em di mîtînga “Hêvî û Azadî” ya ku dê 25ê çileyê saet di 13:00an de li Qada Îstasyonê ya Amed were lidarxistin de bicivin. Em di wê baweriyê de ne ku dê ev mitîng bibe gaveke dîrokî ku meşa me ya azadiyê ya ku me bi biryardarî û îradeyeke mezin daye destpêkirin, bigihîne serkeftinê.”


