‘Naskirina statuyê dikare deriyê diyalogê vebike’
Parêzer Veysî Guneş diyar kir ku divê li şûna Mafê Hêviyê, statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwestin û got: “Rêber Ocalan pêşengê tekoşîna azadiya nasnameya gelê kurd e. Ji ber vê yêke jî, mafê ti kesî nîne ku wek kesek ji rêzê nêzîkî statuya Rêber Ocalan bibe. Diyarkirina statuya Rêber Ocalan dikare deriyên diyalog, çareseriya demokratîk vebike.”

Dostên kurdan li 74 navendan di 10ê cotmeha 2023an de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji kurdistanê re statu” dan destpêkirin. Piştre di gelek çalakî û mîtîngan de Kurdistanî û dostên kurdan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Statuya Siyasî û Mafê Hêviyê xwestin. Endamê OHDê ya Wanê Parêzer Veysî Guneş derbarê nêzîkatiya Tirkiyeyê ya statuya Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan ji Azadiya Welat re nirxandinên girîng kirin. Prz. Veysî Guneş anî ziman ku Mafê Hêviyê ne tenê mafek kesane ye; ew prensîbek bingehîn a hiqûqa navneteweyî ye ku li ser rûmeta mirovî, perspektîfa azadiyê hatiye avakirin û got: “Li gorî dadweriya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, girtiyên ku cezayê giran ê muebbetê digirin divê xwedî şansek rastîn bin ku rewşa wan ji nû ve were nirxandin û hêviya azadbûnê hebe.”
Naskirina statuyê dê deriyan vebike
Prz. Veysî Guneş anî ziman ku nêzîkatiya dewleta Tirkiyeyê ya ku bi salan e biryarên dadgehên navneteweyî pêk nayne, tenê pirsgirêkek hiqûqî nîne û wiha axivî: “Ev nîşaneya berdewamkirina zihniyeta îstîsna ye ku gelek caran li şûna hiqûqê, siyaset û hesabên ewlehiyê dane pêş. Lê ji bo rewşa Rêber Ocalan her çend ev mijar di rojevê de cih digire jî, em nikarin statuya Rêber Ocalan li ser Mafê Hêviyê nîqaş bikin, were nîqaş kirin jî wê bibe zemîna gelek kêmasiyên din ên siyasî û civakî. Rêber Ocalan pêşeng û peşewayê têkoşîna azadiya nasname û hebûna gelê kurd e. Ji ber vê yêke jî, mafê ti kesî nîne ku wek kesek ji rêzê nêzîkî statuya Rêber Ocalan bibe û di bin sîwana mafê hêviyê de nîqaş bike. Ji aliyê din ve, diyarkirina statuya Rêber Ocalan dikare deriyên diyalog, çareseriya demokratîk û normalbûna siyasî vebike. Ji ber vê yekê, îro pirsgirêk tenê ya girtîbûna kesekî nîne; pirsgirêka guherîna zihniyeta dewletê ya yekperest û înkarker e.”
Divê KE çevdêriyên xwe zêde bike
Veysî Guneş li ser nêzîkatiya Konseya Ewropayê rawestiya û got: “Di hiqûqa navneteweyî de bingeh ev e ku biryarên dadgehê bên bicihanîn. Heke dewletek bi awayekî sîstematîk biryarên dadgehê pêk neyne, ew tenê li dijî kesekî nabe, her wiha li dijî pergala parastina mafan disekine. Ji ber vê yekê, divê Komîsyona Wezîran a Ewropayê; çavdêriyên xwe zêde bike, mekanîzmayên siyasî û hiqûqî yên heyî bi kar bîne, daxwaza pêkanîna biryaran bi demnameyekê aşkere bike û li hemberî cîbicînekirina berdewam, amûrên ku di peymannameyan da hene bi kar bîne.”
Dixwazin civak û heqîqetê ji hev qut bikin
Veysî Guneş li ser astengiyên li pêş parêzeran jî rawestiya û wiha pêde çû: “Li gorî hem hiqûqa navxweyî hem jî normên navneteweyî, mafê gihîştina parêzer û mafê parastinê mafên bingehîn in. Têkiliya girtî û parêzerê ne qenciyek e ku dewlet bidomîne an rawestîne; ew mafek e ku divê bê garantîkirin. Li Îmraliyê bi salan e astengkirina hevdîtinên parêzeran bi hin hincetên derqanûnî tê meşandin. Li vir dewleta tirk dixwaze têkiliya Rêber Ocalan ji cavaka wî qut bike û têkiliya civakê jî ji heqîqetê qut bike. Wekî parêzer, em bi salan e serî li dadgehên navxweyî û navneteweyî didin, li hemberî biryarên qedexekirinê îtiraz dikin, serî li dadgeha destûrî didin û her wiha bertek û nerazîbunên xwe bi girseyî nîşan didin û her platforma hiqûqî bi kar tînin da ku mafê parastinê bi awayekî birêkûpêk were temînkirin. Lê pirsgirêk ne tenê hevdîtinek e; pirsgirêka bingehîn ew e ku mafê parastinê û têkiliya bi parêzeran re divê bê şert û merc were pêkanîn”
Tecrîd êrişa li heqîqetê ye
Veysî Guneş li ser tecrîdê jî rawestiya û ev lê zêde kir: “Di dîroka çareseriyên aştiyane yên li dinyayê gelek mînak hene ku têkiliya bi aktorên bingehîn mîna Rêber Ocalan şertê pêşketina pêvajoyê bûye. Tecrîd ji bo gelê kurd û pêkhateyên din ên Tirkiyeyê rewşek girtîgehê nîne; tecrîd êrişa heqîqetê ye her wiha nasnekirina maf û azadiya gelê kurd û tepeserkirina demokrasiyê ye. Ev rewş bandorê li ser civak, siyaset û derfetên çareseriyê, aştiyê û her wisa pêkvejiyana gelan dike. Ji ber vê yekê, qutkirina têkiliyê bi Rêber Ocalan re, di rastiyê de qutkirin an jî têkbirina civaka demokratîk e.Nasîna statuya Rêber Ocalan bi awayekî hiqûqî û bidawîkirina tecrîdê dikare atmosfera pêbaweriyê biafirîne û rê li ber pêşketina pêvajoya demokratîk vebike.”
Veysî Guneş li ser bandora rakirina tecrîdê jî wiha axivî: “Mafê Hêviyê em dikarin bêjin mijareke qanûna siza û înfazê ye. Pêkanîna Mafê Hêviyê û bidawîbûna tecrîdê dikare atmosfera neyînî ya heyî ji holê rabi ke û pêşketin çêbibin. Lê hêmana çareseriya mayînde ji bo vê babetê ew e ku Rêber Ocalan wek sermuzakerevan were nasîn, şert û mercên jiyana azad, xebata azad û têkiliya bi civakê re demildest werin afirandin û bi awayekî hiqûqî ev mijar were misogerkirin. Ger wisa gavên hiqûqî werin avêtin rêya çareseriyê heta dawiyê vedibe.”
Li ser têkoşîna li dijî tecrîdê jî Prz. Veysî Guneş ev agahî dan: “Di warê hiqûqî de xebat divê hem li ser asta navxweyî hem jî li ser asta navneteweyî were meşandin. Bi salan e bi serlêdanên dadgehî, bi îtirazên li dijî qedexekirina hevdîtinan, bi raporkirin û belgekirina binpêkirinan, bi şopandina pêvajoya pêkanîna biryarên dadgehên navneteweyî û bi çalakiyên hiqûqî yên civaka sivîl gelek tişt me kirin, em ê bikin jî. Lê em divê ji bîr nekin ku pirsgirêka tecrîdê û statuya Rêber Ocalan û bi gotineke din Mafê Hêviyê ne tenê dosyayek hiqûqî ye. Ev di heman demê de pirsgirêka demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê ye. Azadbûna gelê kurd, gihîştina mafên gelê kurd ên komî û belkî azadiya gelên Tirkiyê ye jî. Ji ber vê yekê, daxwaza statuya Rêber Ocalan ne tenê daxwaza kesekî ye; ew daxwaza azadî, dadwerî, demokratîkbûn û aştiya hemû gelan a birûmet e. Ji bo vê jî, ji her demê bêhtir, ev divê bibe rojeva hiqûqnasan. Em jî ji bo vê yekê dixebitin.”


