Newroz; roja zayîna gelê kurd e

Newroz, destpêka biharê ye. Bi hêviya ku ev Newroz bibe Newroza ‘yekîtiya demokratîk’ a gelê kurd. 

1 deqe xwendin
Newroz; roja zayîna gelê kurd e

Me 8ê Adarê li paş xwe ve hişt; vaye ji cejna Newrozê re tenê çend roj mane! Newroza îsal wê ji hemû Newrozên berê cudatir were pêşwazîkirin û pîrozbahî wê bi girseyî pêk werin. Cudabûna Newroza îsal ew e ku; gelê kurd ber bi yekîtiya neteweyî ve gavek girîng a hevgirtinê avêt. Xewn û xeyalên pêşiyên me, pêkanîna yekîtiyê bû. Her çend ev dereng mabe jî, vaye îro gava ewil hatiye avêtin. Tevî hemû kêm û kurtiyan jî, lê ev ji bo kurdan pêşketinek pir girîng e. Ji bo pêşvebirina vê konaxê berpirsyarî dikeve ser milê hemû partiyan. Divê ti partiyên kurdî, derveyî tifaqa yekîtiya neteweyî nemînin. Di bin konekî de bicivin. Li dora agirê Newrozê, em govenda yekîtiyê bi beşdariya bi milyonan bigerînin. Vêxistina agirê pîrozbahiyên Newroza 2026an, li çar hêlên deşt û çiyayên Kurdistanê, ji niha ve vexistine… Kêf û şahiya Newrozên gundan xweştir e ji Newrozên bajaran. Kelecana pêxistina agirê Newroza çiyê, cudatir e ji ya deşt û bajaran! Newroz, destpêka biharê ye. Bi hêviya ku ev Newroz bibe Newroza ‘yekîtiya demokratîk’ a gelê kurd.     

Têkoşîn domandina hebûnê ye ku her pêkanîn rêbazên xwe heye. Hinek rêbaz hene mirovan dixin rewşek wisa ku êdî xwe nas nake. Ji ber vê jî her jinek bivê nevê parêzvanek e. Ji bo kes jî ango civakê jî heman tişt derbasdar e. Li vir em dikarin bêjin ku jin ji bo her zayînê dayînek e. Çawa ku hebûn wekî zayînê tê dîtin, têkoşîn jî wek ragirtina şoreşa mirovahiyê hatiye hilgirtin. Çiqas hebûn dewlemend be ewqas jî şêwaza hilbijartina têkoşînê jî dewlemend dibe. Gerandina çerxa jiyanê, hema bêje kêm zêde di destê jinan de ye. Jin, bi şêwazên cuda dikare hebûna xwe bi çerxa polîtîkayê pê bide hîskirin, ku ew nebe jiyan bê wate ye. Dîrok dibejê ku Newroz, roja zayîna gelê kurd e…

Li Kurdistan û Tirkiyeyê, jinên ku di 8ê Adarê de qad bi rengên cuda tijî kirin, careke din nîşan da ku têkoşîna wan ji bo azadiya tevahî civakê ye. Jinan li qadên çalakiyan ên 8ê Adarê, doza mafê azadî û wekheviyê kir. Alternatîfek nû ya ku jin dixwazin, danîn holê. Divê neyê jibîrkirin ku têkoşîn nebe demokratîkirina desthilatdariya dewletê pir zehmet e. Rêxistinkirin ji bo vê yekê heye. 

Di 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, jin bi slogana Jin Jiyan Azadî daketin qadan. Jinên kurd, bi kiras fîstanên gelerî mohra xwe li çalekiya da. Ango jinan kirasên kurdî li xwe kirin! Bi bilindkirina dengê xwe yê li dijî kuştina jinan û li dijî îlankirina ‘sala malbatê’ ya îktidara dewleta tirk, li dijî polîtîkayên ku tundiya mêran gur dike û li dijî krîzên li Rojhilata Navîn, ji qadan ragihandin ku çareserî di avakirina civaka demokratîk a bi pêşengiya jinan de ye.

Jinan ruhê hêz û serhildanê li meydanan zêde kir û ev peyam da pergalê: “Ev sedsal wê bibe sedsala azadiya me.” Ku wekî sembolên berxwedanê li hemû çalakiyan bi heybetek mezin a hevgirtinê roja 8ê Adarê pêşwazî kirin. Stara dayika xwedawend, li ser hêza jinan be! Li dijî tarîtiya baviksalariyê kolan ronî kirin! Ji bejn û bala wan şewqê veda. Li Kurdistan û Tirkiyeyê, jinên ku di 8ê Adarê de qad tijî kirin, careke din nîşan dan ku ew pêşeng û sembolên berxwedanê ne. 

Bi pêşwazîkirina jinan a 8ê Adara îsal herkesî dît ku têkoşîna jinan bi dawî nebûye û nabe jî. Hêviya ji bo azadiyê kêm nebûye; berevajî ji her demê bêhtir û gurtir bûye. Li dijber gotegotan ku di bêjin 'taqeta jinan a hevgirtin û têkoşînê nemaye’ jinan li qadên 8ê Adarê bersiv da. Ji bo jinan têkoşîn ne tenê rojek e, her kêliya jinan têkoşîn e. Di çalekiyên 8ê Adarê de îspat bû ku hêza jinan a rêxistinkirî ji salên berê xurtir, zeximtir bûye. Jin, ji daxwaza azadiyê gavê bi paş ve navêjin… Li bajarên Tirkiyeyê hemû rêxistinên jinan di çalakiyên şevê yên femînîst de bûne yek. Wan piştgirî da êşên hev û di çalakiyan de pir-zimanî esas girtin. Bi pir-zimaniyê helwestek hevpar a li dijî şer nîşan dan. Her jinê bi zimanê xwe qise kir, bi zimanê xwe daxwazên xwe anîn ziman. Dengê xwe bi hev re li îktidara AKPê bilind kirin. Jinan bi yek dengî got; “Em şer naxwazin, ji şer, ji qirkirina li ser jinan re na!” 

Li Kurdistanê jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li qadên mitîngên 8ê Adarê hat xwendin. Jinên kurd, li dora vê peyama Rêber Apo bûn yek. Li dora peyamê xeleka hevgirtinê dirêj kir. Jin li dora peyamê kom bûn. Wê rojê her jineke ku li ser dikê axivî ji Rêber Apo re, silavên jinan ê hevaltiya bêdawî şand, şanaziya xwe ya ji bo peyamê bi hevokên hezkirinê îfadekir. Daxwaziyên jinan helbet gelek in, jê re xebatek mezin divê. Jinên kurd li meydanên 8ê Adarê ev peyam da; “Wek jin me ji şeran gelek êş û azar kişandin. Em dixwazin ku êdî ev şer were rawestandin. Ji lewra em jin alîgirê demokrasiyê ne. Em bi jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê re ne. Têkoşîna jinên cîhanê silav dike. Ji ber ku azadiya jinan girêdayî hev e.”

Ji çiyayên Kurdistanê jî dîmenên pîrozbahiya 8ê Adarê li ser ekranên televîzyonan hatin weşandin. Min hewceyî dubare bi temaşekirina van dîmenan dît ku di her dîmenê de peyamên gelekî girîng hene. Heybet, meş û mêzandina jinên çiyayî dinya hejand. Ew temsîla sekna jina azad dikin. Rêgeza herî bingehîn a azadiyê, divê xwe gihandina vê xisletê be. Em dizanin ku me rastiya jinan bi rastiya welatê xwe nasî. Ji bo me jinên kurd a herî esasî ev e; xwezanîn, xwenaskirin e. Ji ber vê em dubare destnîşan dikin ku divê ev Newroz bibe Newroza azadiya Rêber Abdullah Ocalan. Em vê daxwazê bikin a hemû mirovahiyê û bi dengekî herî berz li qadên Newrozê azadiya Abdullah Ocalan, bixwazin… Newroza azadiyê pîroz be!