Nijadperestan 22 xwendekar birîndar kirin
Komek nijadperest li Zanîngeha Egeyê, êrîşî xwendekarên ku belavok belav dikirin kir. Di êrîşê de 22 xwendekar birîndar bûn.

Komek xwendekarên Zanîngeha Egeyê, dema ku li ser navê Sendîkaya Xwendekaran belavok belav dikirin, rastî êrişê nijadperestan hatin. Li pêş metroyê ya Zanîngeha Egeyê, komeke qelebalix a nijadperestan ku piranî ne xwendekar bûn û bi palan êrişî xwendekaran kirin. Di êrîşê de 3 xwendekar birîndar bûn. Xwendekarên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Egeyê.
Li gorî agahiyên hatine girtin, hat diyarkirin ku Ewlehiya Taybet a Zanîngehê, piştî êrişê koma nijadperest, tevî ku pala di destên wan de bûn jî dîsa girtine hundirê kampusê. Piştî bûyerê, komek xwendekarên ku ji bo dîtina hevalên xwe çûbûn ber nexweşxaneyê, li wir jî rastî êrişa koma nijadperest hatin. Di êrişa duyemîn de 19 xwendekarên din birîndar bûn. Hat ragihandin ku polîsên hatine nexweşxaneyê, gaza îsotê avêtiye xwendekaran.
Polîsên ku hatin kampusê nexweşxane dorpêç kirin û derbarê girtina kesên ji koma êrişkar de heta niha tu agahî nehatine bi dest xistin.
Koma nijadperest ya ku êriş pêk anî, li ser medyaya dîjîtal gef li xwendekaran dixwin.


