Nobeda Azadiyê li Cenevreyê 272 hefte ne didome
Nobeta Azadiyê ku li pêş Neteweyên Yekbûyî (NY) tê lidarxistin 272 hefte ne didome. Çalakgeran xwest dewlet ji bo aştiyek mayînde diyalog û gavên baweriyê bavêje.

"Nobeda Azadiyê" ya ku ji 25ê Çileya 2021ê ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 272yan de berdewam kir. Kurdistanî û dostên wan banga mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dubare kir.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şahoz Sûrûç (Şêxmus Budak), Bahtiyar Xemgîn Roj (Muhammed Emîn Erol), Avesta Cîzîr (Nûrsel Dalmiş), Arjîn Pêşeng û kesên ku di komkujiya Enfalê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Naîle Budak diyar kir ku windahiyên ku gelê kurd li erdnîgariyên cuda dane hevpar û bi nirx in û got: "Hemû şehîdên me ronahiya gelê Kurd in." Naîle Budak anî ziman ku gel hebûna xwe deyndarê van fedakran e û destnîşan kir ku ew ê xwedî li ziman, çand û dîroka xwe derkevin.
Berdevkê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ya Cenevreyê Îbrahîm Yuksel jî di axaftina xwe de bal kişand ser 180 hezar kurdên di Komkujiya Enfalê de hatine kuştin û komkujî şermezar kir.
Çalakgeran di daxuyaniyê de diyar kirin ku pêvajoya civaka demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin ji bo gelê kurd, tirk û Rojhilata Navîn çavkaniya hêviyê ye. Çalakgeran destnîşan kirin ku azadiya gelan bi civaka demokratîk û aştiyane pêkan e.


