Nobeda JESê ya li Gimgimê didome

Li Gimgimê nobeda JESê ya ku li dijî JESê hatî destpêkirin, di roja 46an de nobed ji aliyê Gundê Şorik ve hat dewrgirtin. Hevserokên GOÇ DERê serdana çalakiyê kirin.

1 deqe xwendin
Nobeda JESê ya li Gimgimê didome

Nobeda ku Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê li dijî Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ku ji aliyê şîrketa IGNIS H2 A.Ş. a amerikî ve tê plankirin ku li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, berdewam dike. Di roja 46an a nobedê de pankartên “Ev erd ji me re miras maye û emanetê nifşên paşerojê ye. Em JES naxwazin”, “No hard mîrase kal û bavikano. Bavokê demê ameyoxî. JES nexwazenimê”, “Ev erd bo me mîras, bo paşerojê emanet e. Em JESê naxwazin” bi konan ve hat daliqandin. 

Komeleya Lekolîn û Çavdêriyê ya Koçê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER), di roja 46an a nobedê de ji bo piştevaniyê serdana nobedê kir. Di serdanê de hevseroka GOÇ-DERê Medya Alkan diyar kir ku berxwedana gelê Gimgimê pir girîng e û ev tişt got: “Di salên 90î de bi şewata gundan û îro jî bi talanên ekolojîk hewl didin mirov bê mirov bihêlin.”

Hevserokê GOÇ-DERê Vecîh Aydogan jî anî ziman ku bi projeyên JES, HES û GESê ve talana ekolojîk pêk tê û wiha axivî: “Çavkaniyên alternatîf ên enerjiyê hene. Lêbelê dema çavkaniyên enerjiyê li cihên çand û jîngehê be jiyana mirov jî asteng dikin. Mafê jiyanê tê astengkirin. Bihêlin bila çem û rûbarên we bi azadî biherikin.”

Nobeda gundê Xwarikê, ji aliyê şêniyên gundê Şorikê ve hat dewrgirtin.