OHD: 842 kes hatin binçavkirin, 118 kes hatin girtin
OHDê der barê binçavkirin û girtinên ku di çalakiyên ji bo Rojava de pêk hatin, raporek weşand.

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) li ser destwerdana polis û leşkeran a di çalakiyên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê yên li dijî êrişên li ser Rojava raporek weşand. Rapor li Şaxa Amedê ya OHDê bi tevlibûna endamên OHDê bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin.
Hat ragihandin ku rapor li gorî çavdêriyên ji qadê, hevdîtina bi kesên hatin binçavkirin, parêzer û malbatên wan re, qeydên nexweşxane û edliyeyê û belgeyên dîtbarî hatiye amadekirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku binpêkirin ji kêliya girtinê heta bi darizandinê bi rêk û pêk hatine kirin.
Li gorî raporê, di vê pêvajoyê de herî kêm 842 kes hatin binçavkirin û 118 kes jî hatin girtin ku 25 ji wan zarok in. Di raporê de hat gotin ku 106 kes rastê kiryarên xerab hatine.
Ji Navenda Giştî ya OHDê Mehmet Oner got: "Divê dawî li qedexeya li ser mafê meş, xwepêşandan û civînên aştiyane bê anîn, binçavkirin û girtina kêfî tavilê bên bidawîkirin, têkildarî îdîayên li ser îşkence û kiryarên xerab lêpirsînên serbixwe û bi bandor bê meşandin û berpirsyarên binpêkirinen giran ên li hemberî zarokan hesab bidin. Weke OHD em ê belgekirina binpêkirina maf û cihgirtina li gel mexdûran û ragihandina heqîqetê ji bo raya giştî dewam bikin."


