PAJK: Em ê ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk re bibin bersiv
Di 27ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Ev bang deng veda û her sazî û kesayetên girîng piştgiriya xwe ya rave kir.

Di 27ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Ev bang deng veda û her sazî û kesayetên girîng piştgiriya xwe ya rave kir. Piştgiriya ji bo vê pêvajoya ku hatiye destpêkirin didome û xwedîderketin jî di asta jor de xwe dide der. Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) têkildarî 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da.
Koordînasyona PAJKê di destpêka daxuyaniya xwe de 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û ev tişt ragihand: “Dema em biharekî nû bi coşa 8ê Adarê pîroz dikin, em ji Rozayan heta Clarayan, ji Sarayan heta Asyayan hemû şoreşgerên jin ku di oxira azadiyê de têdikoşin û afirînerên nirxên demokratîk û sosyalîst in, bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Têkoşîna me ya azadiya jinê bi têkoşîna mezin, ked û şerê Sakine Cansiz (Sara) û peyrewên wê şêwe girt û mezin bû. Li dijî cîhana serweriya mêr, bi cîhan û zîhniyeta jinê hêza avakirina azadiyê derket holê. Ev meşa jinê ya bi heybet îro li Kurdistanê gihaye herîkîna xwe ya gerdûnî. Heqîqetên ku bi têkoşîna jinê derketin holê, azadiya jinê kirine esasa jiyana azad. Li ser vê bingehê 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevahî jin, hevrêyên me yên ku li zindanan, li mewziyên berxwedanê û li hemû qadan bêyî navber têdikoşin, gelê me û dostên me pîroz be.”
Di daxuyaniyê de li ser nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji PAJKê re şandibû jî ev tişt hat gotin: “Em bi diyariya manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya ji bo jinên Kurd û gelan, dikevin biharekî din. Nameya Rêber Apo ku ji PAJKê re nivîsadibû û têde diyarkiribû ku di avakirina vê pêvajoya nû de serkeftin girêdayî jinan e, gihiştibû destê me. Rêbertiya me ku got, “Pêvajoya komunalîst a demoktîk, rewşa nûjen a civakîbûna dayik-jin e” diyar dike ku heta çanda destdirêjiyê ku li civaka dêxwaz hatiye ferzkirin, neyê derbaskirin heqîqet di qadên felsefe, zanist, etîk, estetîk û dîn de bi her aliyê xwe ve xuya nebe. Destnîşan kiriye ku heta ku di serdema nû de çanda serweriya mêr ku di kûrahiya civakê de veşartiye, neyê hilweşandin sosyalîzm wê negihije serkeftinê. Destnîşan kir ku di bingeha biserneketibûna soosyalîzma reel de ne pirsgirêkên dewlet, netewe û demokrasiyê, di esasê de koletiya jinê ya ku wekî çandekî tê jiyankirin heye. Û şertê bingehîn a sosyalîzmê bi pêşketina nêzîkatiyekî programkirî ya di têkiliyên jin û mêr de girêdaye. Îşaret pê kiriye ku mêrekî ku nizanibe bi jinan re çawa biaxive nikare bibe sosyalîst û pîvanek diyar kiriye. Dibêje, her ku jin ji çanda koletiyê ya ku di hişê wê de hatiye bicihkirin dûr dikeve, mirina ji birçîna weke qederê li ser eniya wan hatiye nivîsandin, dijderketina li hemberî vê qederê mezinahiya kesayeta me ya azad îfade kir. Diyar kiriye ku jin afirînerê çand û civakê ye û ji ber vê yekê pîrozî û xwedayîtî aîdê jinê ye. Vê nêzîkatiya Rêber Apo ku hêz û kelecan di me hemûyan de çêdike ku diyar dike rastiya jiyana azad a bi jina ku tu car dev ji nirxê xwe


