Divê saziyên sivîl ên civakî Kurdî biparêzin

Li navçeya Peyasê bi navê “Berxwedana Ziman û Rola Jinan” panelek hate lidarxistin. Axaftvanan destnîşan kir ku ji bo pêşvebirina ziman bar dikeve ser milê herkesê û diyar kirin ku divê zimanê Kurdî ji bin metirsiya windabûnê rizgar bikin.

1 deqe xwendin
Divê saziyên sivîl ên civakî Kurdî biparêzin

Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a ku di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê de xebatên xwe bi rê ve dibe, bi minasebeta 21ê sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê panelek li dar xist. Di panelê de Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, alîkarên hevşaredaran, endam û rêveberên Meclîsa Jinan û Meclîsa Ziman, xebatkarên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan, jinên xebatkar, nivîskar û gelek hemwelatî amade bûn.

Panel bi axaftina moderator Fatma Guler Budak dest pê kir. Fatma Guler Bûdakê biryara UNESCOyê ya têkildarî 21ê sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê bi bîr xist û wiha got: “Tiştekî têr nake ku em tenê li malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Divê em li her qadê dibistan, kreş, sazî, dezgeh, cihên giştî û medyaya dîjîtal veguherînin qadên perwerdehiya zimanê kurdî. Divê em zimanê xwe ji bin xetereya ku UNESCO ew di kategoriya xetereyê de tomar kiriye derxînin û bikin zimanekî jîndar û aktîf.”

‘Divê saziyên sivîl ên civakî Kurdî biparêzin’

Pişt re mamosteya zimanê kurdî Dîlan Guvenç axivî. Dîlan Guvenç di axaftina xwe de bal kişand ser xetereyên nûjen ên li hember zimanên bindest û wiha got: “Her çiqas têkoşîna azadiyê û têkoşîna ziman bi hev re bên meşandin jî, têkoşîna ziman bi tenê têrî rêvebirin û parastina ziman nake. Ji ber vê yekê pêwîstî bi xebatên bi bandor û sîstematîk heye. Mînak dema zarokek 5 salî diçe kreşên pergalê, bi gelemperî dest bi axaftina Tirkî dike û ev yek di demekî kurt de dikare bibe sedema windakirina zimanê dayikê. Ji ber vê divê pergalên perwerdehiyê û saziyên sivîl ên civakî zimanê Kurdî biparêzin û xurt bikin, ne ku bibin sedema asîmîlasyonê”

‘Di pêşvebirina ziman de barê herî mezin dîsa li ser milê jinan e’

Nivîskar Esra Sadikoglû jî di axaftina xwe de bi taybetî li ser mijara “Di wêjeya kurdî de berxwedana jinan û pêşxistina ziman” rawestiya. Esra Sadikoglû destnîşan kir ku barê herî giran ê parastin û geşkirina zimanê dayikê ketiye ser milên jinan û wiha got: “Zimanê dayikê di zikê dayikê de dest pê dike û di mezinkirin, parastin û pêşvebirina wî de jî barê herî mezin dîsa li ser milên jinan e. Jinan ev bar hilgirtine û heta roja îro anîne. Di warê wêjeyî de jî divê em vî zimanê şêrîn geş bikin, biafirînin û belav bikin. Bar dikeve ser milê me hemûyan ku em zimanê xwe ji bin metirsiya windabûnê rizgar bikin û bikin zimanekî edebî, çandî û rojane yê jîndar.”

Panel bi bi pirs û bersivan bi dawî bû.