Parêzerê ji bo parastina muwekîlê xwe çû qereqolê hat binçavkirin
Li Îzmîrê parêzerek ku beyana muwekîlê wî ya beriya îfadeyê îşkence lê hatiye girtin bê qeydkirin, bi sûcê "bêbextî li polîsan kiriye" hat binçavkirin û sewqî edliyeyê hat kirin.

Baroya Îzmîrê, daxuyand ku parêzerek duh bi şev xwestiye beyana muwekîlê wî ku beriya îfadeyê îşkence lê hatiye kirin bê tomarkirin, bi îdiaya "bêbextî li polîsan kiriye" hatiye binçavkirin.
Baroya Îzmîrê bertek nîşanî vê yekê da. Baroyê bilêv kir ku peywira dozgerê ku biryara binçavkirina parêzer daye, ew e ku sûcê îşkenceyê yê hatiye kirin vekole û der barê kesên ev kirine de lêpirsînê bide destpêkirin. Baroyê xwest ku demildest der barê dozgerê ku ji bo îfadeyê gazî parêzer kiriye lêpirsîn bê vekirin û parêzer serbest bê berdan.


