PDK: Em serokkomartiya Nizar Amêdî nas nekin
PDKê, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê serokkomartiya Nizar Amêdî nas neke.

Parlamentoya Iraqê, ji bo hilbijartina serokkomarê nû duh civiya. Di tura duyemîn a dengdayînê de namzetê YNKê Nizar Amêdî bi piraniya dengan weke serokkomarê Iraqê hat hilbijartin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew serokkomartiya Nizar Amêdî nas nakin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew Nizar Amêdî weke nûnerê piraniya kurdan qebûl nakin û dê hevdîtin pê re neyên kirin.
Li gorî PDKê, pêvajoya hilbijartina serokkomariya Iraqê li gorî rêziknameya hundirîn a parlamentoyê çênebûye.


