PE, Rapora Tirkiyeyê pejirand û bal kişand ser ‘pêvajoyê’

Di Rapora Tirkiyeyê ya ku di Parlamendoya Ewropayê (PE) de hat pejirandin de bal hat kişandin ser “pêvajoyê” û hat diyarkirin ku Tirkiye bi lez ber bi modelekî otorîter ve diçe.

1 deqe xwendin
PE, Rapora Tirkiyeyê pejirand û bal kişand ser ‘pêvajoyê’

Parlamendoya Ewropayê, rapora salane ya der barê Tirkiyeyê de bi 381 dengan qebûl kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku di serdemeke ku polîtîkaya firehbûnê ya YEyê ji nû ve lez bûye de, Tirkiyeyê ji ber kêmasiya reformên demokratîk nekariye vê fersendê bikarbîne. Di rapora ku 381 parlamenteran piştgirî dayê, 107 parlamenteran dengê na û 171 parlamenteran jî dengê bêalî bi kar aniye de hat diyarkirin ku tevî daxuyaniyên hikûmeta Tirkiyeyê yên ku pabendbûna xwe ya ji bo endamtiya YEyê dubare dike jî, pirsgirêkên bingehîn ên ku bandorê li pêvajoya endamtiyê dikin nehatine çareserkirin.

Di raporê de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku di qadên dewleta hiqûqê, mafên mirovan, pîvanên demokratîk, azadiya çapemeniyê û mafên bingehîn de kêmasiyên xwe ji holê rake. Herwiha hat diyarkirin ku divê Tirkiye rêzê li têkiliyên cîrantiyê yên baş û hiqûqa navneteweyî bigire.

Parlamendoya Ewropayê da zanîn ku Tirkiye binpêkirina mafên serweriyê yên Yewnanistan û Qibrisê didomîne û bertekên sînordar ên saziyên YEyê û hin dewletên endam ên li dijî van geşedanan jî rexne kir. Parlamenteran bang li Yekitiya Ewropayê kir ku di mijara parastina demokrasî û dewleta hiqûqê ya li Tirkiyeyê de helwesteke bihêztir nîşan bide.

Di raporê de hat diyarkirin ku muzakereyên tevlibûna Tirkiyeyê ya ji bo YEyê ji sala 2018an vir ve bi defakto rawestiyane, tevî vê yekê jî Tirkiye girîngiya xwe ya stratejîk û jeopolîtîk diparêze û wekî mutefîqekî NATOyê berdewam dike.

Hat diyarkirin ku fikarên giran ên YEyê yên der barê xirabûna domdar a pîvanên demokratîk, serweriya hiqûqê, serxwebûna darazê û rêzgirtina li mafên bingehîn (ên ku di rapora Komîsyonê ya sala 2025an de jî hatibûn dubarekirin) ji aliyê hikûmeta tirk ve nehatine berçavgirtin. Di demên dawî de, biryara Dadgeha Temyîzê ya 36an a Enqereyê ya ji bo betalkirina kongreyên asayî û awarte yên partiya mûxalefeta sereke Partiya Gel a Komarê (CHP), tevî tawanbarî, girtin, darizandin û ji kar dûrxistinên li dijî endamên mûxalefetê û karbidestên hilbijartî ku berê Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî di nav de bû, di warê serweriya hiqûqê û mafên bingehîn de gumanan çêdike.

Raportorê Îspanyol Sancho Nachez Amor ê  Koma Sosyalîst û Demokratan wiha got: “Tirkiye bi lez ber bi modelekî bi temamî otorîter ve diçe. Bûyera dawî ya ku partiya mûxalefeta sereke CHP û serokatiya wê ya rewa dike armanc, mînaka herî dawî ya xirabûna berfireh a piralîbûna demokratîk û serweriya hiqûqê ye û rola darazê ya ku ji bo armancên siyasî veguheriye çekekê nîşan dide. Li hemberî rewşeke wiha giran, em ji bêdengiya Komîsyon, Servîsa Têkiliyên Derve ya Ewropayê (EEAS) û dewletên endam ên ku çavên xwe ji hilweşandina demokrasiyê ya li Tirkiyeyê re digirin, pir bi fikar in. Ev bêdengî zirarê dide navûdang û pêbaweriya YEyê û beşên herî alîgirên Ewropayê û alîgirên demokrasiyê yên civaka tirk hîn bêtir dûr dixe; encamên vê ku berevajîkirina wan dibe ku bi salan bikişîne, hebin.”