Pêdivî bi mekanîzmayeke kontrolê ya navneteweyî heye
Li gel zanyara siyasetê ya Awûstûryayî Dr. Ewa Ernst-Dziedzic, ji Partiya Karkeran Awami ya Pakistanê û Endama Parlamenta Ewropayê Anna Strolenberg daxwaza parastina mafên kurdan kirin û destnîşan kirin ku mekanîzmayeke kontrole ya navneteweyî pêwîst e.

Di encama teşwîq û peymanên navneteweyî de HTŞ a bi piştgiriya Tirkiyeyê, 6ê çileyê li Helebê li dijî kurdan êrîş dan destpêkirin û temamiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Biryara berxwedanê ya gelê kurd, li çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê derketina kurdan a li kolanan, rêveberiya nû ya li Şamê anî diyalogê; 30ê çileyê navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Şamê peyman hate îmzekirin. Lê belê di aliyê pratîk de ji bo bicihanîna peymanê pirsgirêk û bêbawerîtî hene.
Me nêrînên parlamentera berê ya Awûstûryayî, zanyara siyasî û nivîskar Dr. Ewa Ernst-Dziedzic girtin. Dr. Ewa destnîşan dike ku peymanê pêdivî bi mekanîzmayeke kontrolê ya navneteweyî heye.
Dr. Ew Ernst-Dziedsiz sala 2022yan weke parlamenter du caran çû serdana Rojava û wiha got, “Niha dema muzakere çêdibin, kurd bi berdêlên mezin maf û azadiyê bi dest dixin, divê em mîsoger bikin ku li paş perdeyê bi bazariyên siyasî nayê lewazkirin yan jî ji holê nayê rakirin.”
Divê em bi gavên şênber bi wan re bin
Dr. Ewa got, “Li cîhaneke ku antî-entelektuelîzm û otorîtera wê zêde ye, modela Kurd ronahiya hêviyê ye.”
Dr. Ewa diyar kir ku Tevgera Kurd nîşan da ku civakek li ser esasê demokrasi, wekheviya zayendî û ekolojiyê xeyal nîne, rast e û got, “Rejîmên otoriter û hêzên antî-demokratîk herî zêde ji van fikran ditirsin, ev ne tesaduf e. Kurdan bi dehan salan ne tenê ji bo azadiya xwe, ji bo vîzyoneke ku me hemûyan eleqedar dike, di refên pêş ên vê têkoşîna kûreyî de cih girtin. Lewma divê em kurdan di vê qonaxa krîtîk de bi tenê nehêlin. Têkoşîna wan ne tenê ji bo hebûna wan bû, di heman demê de ji bo demokrasî, mafên mirovan û nirxên gerdûnî bû. Civaka navneteweyî divê ne tenê bi gotinê, bi gavên şênber jî bi kurdan re be. Divê em ji bo peymana bi Şamê re mekanîzmayeke kontrolê ya navneteweyî bixwazin.”
Heta ku em hemû azad nebİn, tı kes ji me azad nîne
Partiya Karkeran a Awami (AWP) a ku li Pakistanê ji bo sosyalîzma sekuler û demokratîk têdikoşe, destnîşan dike ku civaka navneteweyî êrîşan bi bêdengî dişopîne û bi fiilî hevkariya sûc dike.
Peyama piştevaniyê ya AWPê bi van gotinan destpê dike: “Ji bo avakirina civakek nû, em destkeftiyên we yên girîng bi teqdîr pêşwazî dikin.”
Di peyama AWPê de ev tişt derdikevin pêş:
“Em ji bo diyarkirina piştevaniya xwe ya bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelê kurd re vê daxuyaniyê didin. Ku di bin êrîşên hikûmeta berfireh a bi lîdertiya Ehmed El-Şera û bi pêşengiya hêzên rastgir de ye.
Weke gelê kurd, bi salan e em weke tevger şahidî ji zordariya dewletê li ser gelê Belûc dikin, ku ji ber sînorên mêtingeriyê di navbera Pakistan, Îran û Efganistanê de dabeş bûne. Li ser vê bingehê em hevgirtina xwe ya bi Tevgera Azadiya Kurd re tînin ziman û diyar dikin ku em hevgirtina xwe ya xurt bi gelê Belûc re nîşan didin.
Em ji karektera wekhevîxwaz, pir-etnîkî, femînîst, bê-mezhebî û demokratîk a têkoşîna azadiya kurd îlham digirin. Em destketiyên girîng ên ku we di avakirina civakek nû de, ku armanceke pir caran ji hêla gelek tevgerên çepgir ên li çaraliyê cîhanê - di nav de me jî- xeyala wê dikir, bi dest xistine teqdîr dikin.
Di vê demê de ku rûyê wêranker û bêqîmet ê kapîtalîst, demokrasiya lîberal û emperyalîzmê zelaltir xuya dibe, ji her demê girîngtir e ku gelên bindest ên li çaraliyê cîhanê li dijî wêrankirina ku ji hêla hêzên emperyalîst ve çêdibe bi hev re tevbigerin. Heta em hemû azad nebin, tu kes ji me ne azad e.”
divê mafên siyasî û çandî yên kurdan werin parastin
Endama koma Kesk/Îtîfaqa Azad a Ewropayê (Green EFA) li Parlamenta Ewropayê ji partiya Volt a Holandî Anna Strolenberg, behsa girîngiya parastina mafên mirovan kir û got, "Bi navê şandeya Volt, em dixwazin diyar bikin ku em piştgiriyê didin parastina mafên siyasî û çandî yên kurdan, serbestberdana girtiyên siyasî û pêşvebirina pêvajoyek aştiyê ya berbiçav û piralî. Volt, banga parastina kurdên li Sûriyeyê, piştgiriya hêzên demokratîk û bidawîanîna tundiya li dijî sivîlan dike."


