Pergala nijadperest a Tirkiyeyê
Dema em li dîroka 100 salî ya Tirkiyeyê dinêrin, di artêşê de em yek generalekî ermen an cihû nabînin. Ne di Dadgeha Destûrî de, ne di Şûraya Bilind de û ne jî di burokrasiya herî bilind a dadweriyê de yek dadwerekî ermen, cihû an mesihî tune ye. Ji kurd an elewiyan kesên ku di van astan de hatine wezifedar kirin jî, tenê ew in ku tirkbûn qebûl kirine. Ji bo wan ne gengaz e ku bi serbilindî bibêjin ‘ez kurd im’ an ‘ez elewî me.’

Hemû pêkhateyên civakî yên ku bermahiyên osmaniyan ên ji erdnîgariya Anatolya û Mezopotamyayê pêk dihatin, xwe wekî berdewamiya Împeratoriya Osmanî didîtin. Ji ber vê yekê xwe mafdar didîtin ku li ser axa bermahiya osmaniyan dewleteke nû ava bikin. Bi vê bîr û baweriyê, bêyî cudahiya îdeolojîk, rastgir, çepgir, kurd, elewî, misilman, mesihî û sekuleran bi hevre û bi hemû hêza xwe têkoşîn meşand û milbimil wan komara nû ava kirin. Lê belê, ew komara ku bi tifaq û têkoşîna gelan hatibû damezrandin di pêvajoya salên 1923-24an de gav bi gav ji destê gelan hat dizîn.
Di pêvajoya têkoşînê de tiştê ku nehatibû dîtin kodên hişmendiya nijadperest a Îttîhat û Terakkiyê ya dewleta nû yên ku di daxwaznameya îstifayê ya Mustafa Kemal de veşartî bûn. Mustafa Kemal, dem ku li Erziromê daxwaznameya xwe ya îstifayê pêşkêşî artêşê dikir, wiha dinivîsand; ‘Ji bo li dijî gefên yewnan û ermenan yekparebûna welat misoger bikim, ez ji artêşê îstifa dikim.’ Bi fikarên ewlehiyê, Mustafa Kemal û komek hevalên xwe di salên 1920an de pergaleke wisa ava kirin ku hebûna beşeke girîng a nifûsa Tirkiyeyê wekî ‘gefa ewlehiyê’ pênase dikir. Mixabin, ew pergala nîjadperest a zalim û zordar bû mayinde. Fikarên ewlehiyê, tirsa hebûnê û gefa hilweşîna dewletê veguherîn normeke bingehîn a vê pergalê.
Lê di rastiyê de xetereyeke bi vî rengî tune bû. Di lêkolînên li ser qirkirinan de tê dîtin ku pênasekirina ‘yên din’ wekî gef, çiqasî paranoyak û çiqasî dûrî realîteyê ye. Mînak; gelo cihûyên li Almanyayê ji bo Naziyan çiqasî gef bûn? Ez bawer dikim ku gefbûna wan ji sedî sifir bû. Di rewşa herî baş de jî ji sedî yek derbas nedikir. Pergala Naziyan îdia dikir ku cihû ji bo nijada alman gef in, lê di rastiyê de piraniya cihûyan jixwe asîmîle bûbûn û bûbûn alman. Fikara gefeke rastîn bixwe ne pir watedar bû. Dema ku civakek ‘yên din’ wekî gef bibîne, êdî ew gef di hişê wî de dibe rastiyek û mixabin qet winda nabe.
Heke di salên navbera 1919 û 1921an de hişmendiya nijadperest a Îttîhat û Terakkiyê li ser tunekirina cihû, mesihî û kurdan ew komar ava nekira û wekheviya hemwelatiyan esas bigirta, îro dê hebûna van civakan weke gef nehatiba dîtin. Lê Mustafa Kemal û hevalên wî ev civak wekî hemwelatiyên wekhev qebûl nekirin.
Jixwe ev helwest di mantiqa netew-dewletan de heye. Netew-dewlet di bingeh de xwe dispêrin yek etnîsîteyê, yek nasnameyê û yek çandê û li ser vê bingehê xwe organîze dikin. Tenê kesên ji wê etnîsîteyê wekî ‘wekhev’ dihesibînin û yên din tune dihesibînin. Hebûna wan wekî gef dibînin, pişaftin û tunebûnê li ser wan ferz dikin. Mustafa Kemal jî ji bo tirkan dewletek neteweyî damezirand. Lewma, kî bibêje ‘ez tirk im’, dewlet ya wan e. Ji bo vê yekê, di nav pergalê de carinan tehamulî hebûna kesên ne tirk ên ku tirkbûn qebûl kirine jî hatiye kirin.
Pergala Komara tirk di bingeha xwe de li ser du celeb ‘welatiyên tirk’ hatiye avakirin. Yek; yê ku bi etnîk, nasname û çanda xwe tirk e. Yê din jî; li gorî xala 66an a qanûna hemwelatîbûnê ku dibêje ‘hemû hemwelatiyên Tirkiyeyê tirk in.’ Li gorî vê qanûnê, kesên ku ne ji etnîsîteya tirk bin divê tirkbûnê qebûl bikin û bibin tirk. Cudakarî û nijadperestiya ku tê kirin di navbera van her du cureyên hemwelatiyan de ye, ango di navbera tirkekî hemwelatî û tirkekî etnîkî-çandî de ye. Ev, wekî cureyekî nijadperestiya herî dijwar, bi destê pergala komarê heta îro berdewam kiriye.
Çawa ku li Amerîkayê li dijî reşikan, çermsoran û pêkhateyên din nijadperestî û newekhevî heye, li Tirkiyeyê jî heman rewş heye. Tirk jî wekheviya kurdan, elewiyan, ermenan, mesihiyan û civakên din qebûl nakin. Di Makezagona Tirkiyeyê de tenê tirk hene, welat tenê yê tirkan e. Wekheviya gelan an wekheviya hemwelatiyan tune ye, serdestiya nijada tirk û ‘tirkîtiyê’ heye. Ji damezrandina xwe ve, Komara Tirkiyeyê welatiyên xwe dabeşî sê komên sereke kiriye.
1. Koma Yekem (Koma herî jêr): Kesên ne misilman in (asûrî, ermenî, yewnan; ango mesihî û cihû). Heke hemwelatîbûn li Tirkiyeyê wekî pergala ‘kastê’ were hesibandin, ev koma hemwelatiyan di asta herî jêr de ye.
2. Koma Duyem (Koma navîn): Civakên misilman ên ne tirk (kurd, elewî, çerkez û hinek komên din).
3. Koma Sêyem (Koma herî jor): Tirkên sunî yên ji mezheba henefî.
Bêguman ev ne tenê dabeşbûneke îdeolojîk e, ne jî tiştek e ku li gorî niyet, daxwaz an kesayetên desthilatdar û partiyên siyasî biguhere. Ev, hişmendiya pergalê bi xwe ye. Pergala wê ya dadmendiyê bi vî rengî ava bûye û dixebite. Di pergala heyî de ermen, cihû û mesihî hîn jî di asta herî jêr de cih digrin. Mînak; di sala 1934an de zagonek ji bo qeyda (tapû) erd û zeviyan hatiye çêkirin. Di wê zagonê de hîn jî cihû û mesihî li Tirkiyeyê wekî ‘hemwelatiyên biyanî’ tên pênasekirin. Li Tirkiyeyê biryarên Dadgeha Bilind û Şûraya Dewletê hene ku hîn jî wan wekî hemwelatiyên wekhev nabînin. Mînakeke balkêş; Di sala 1947an de, efserekî tirk bi keçikeke ermen re dizewice. Ev zewac wekî ‘sûc’ tê dîtin û ji ber vê yekê efser ji artêşê tê avêtin.
Dema em li dîroka 100 salî ya Tirkiyeyê dinêrin, di artêşê de em yek generalekî ermen an cihû nabînin. Ne di Dadgeha Destûrî de, ne di Şûraya Bilind de û ne jî di burokrasiya herî bilind a dadweriyê de yek dadwerekî ermen, cihû an mesihî tune ye. Ji kurd an elewiyan kesên ku di van astan de hatine wezifedar kirin jî, tenê ew in ku tirkbûn qebûl kirine. Ji bo wan ne gengaz e ku bi serbilindî bibêjin ‘ez kurd im’ an ‘ez elewî me.’
Me got ku li Tirkiyeyê wekheviya hemwelatiyan tune ye û ji aliyê zagonan ve jî hemwelatî ne wekhev in. Lê ji xeynî zagonan, hinek mekanîzmayên ku newekheviyê esas digirin jî hene. Mînak; di hilbijartinên 1935an de, Mustafa Kemal ferman dide ku namzetên ermen, cihû û yewnan jî di lîsteyan de werin cihkirin. Ev pêşandaneke sembolîk bû. Cihgirtina kesên ne tirk di lîsteyên partiyan de nayê wê wateyê ku wekhevî heye.
Di vî warî de pergala Amerîkayê mînakeke balkêş e. Piştî Afrîkaya Başûr, dibe ku pergala herî nijadperest a cîhanê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû. Pergala Amerîkayê li ser koletiyê ava bûbû. Li eyaleta Vîrjînyayê zagonên koletiyê yên pir berfireh hebûn, lê ew zagon ne ji nişka ve gav bi gav pêş ketin. Li Vîrjînyayê reşikên ku xwediyê ‘koleyên reşik’ bûn hebûn. Bi hebûna axayê reşik û xulamê reşik karakterê pergalê yê koledar, nijadperest û kolonyal nedihat guhertin. Li Tirkiyeyê jî dema kurdek tirkbûnê bipejirîne dikare bibe kesekî payebilind, lê ev nayê wê wateyê ku kurd li Tirkiyeyê bi qasî tirkan xwedî maf in. Ev mînak ji bo ermen, mesihî, cihû û hemû civakên din derbasdar e. Kes nikare bi yek an du mînakên sembolîk heqîqeta pergala Tirkiyeyê ya nijadperest û tundrew biguherîne.
Turgut Ozal kurd bû, Îsmet Înonu kurd bû. Dibe ku gelek kurd û elewî di burokrasiya herî bilind de cih girtibin. Lê hebûna van kesan di nav pergalê de, polîtîkaya qirker a li ser kurdan tine nake û naguherîne. Piştî berxwedana bêhempa ya Tevgera Azadiyê, hebûna parlamenterên kurd, xizmên Rêzdar Abdullah Ocalan an hebûna HDP/DEMê di parlamentoyê de pergala dewletê xistiye tengasiyê. Ev hebûn jî ‘bêhemdiya’ dewletê çêbûye. Dewletê bi hemû hêza xwe xwestiye wan asteng bike, lê hêza wî têrê nekiriye.
Bi van mînakan, dewlet dixwaze nîşan bide ku ‘di pergalê de cihgirtina kurdekî ne pirsgirêk e.’ Ew mîna gotina ‘Hûn tenê dikarin bi qasî ku Komara Tirk 'misilmaniya we' pesend dike, misilman bin û bijîn’ e. Pergal tenê rê dide wan kurdên ku nasnameya xwe ya kurdî ji bîr dikin û di xizmeta pergalê de li dijî civaka xwe têdikoşin bigihîjin meqamên bilind... dê bidome


