Pervîn Buldan: Pêvajoya aştiyê ji bo vî welatî şans e
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan li ser salvegera 27ê sibatê banga Aştî û Civaka Demokratîk ku bi sermuzekerevaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin wiha got: “Di vê pêvajoya aştiyê de gelek kemînên ku raya giştî pê nizane hatine borandin û heta niha hatiye hene. Ev pêvajoya aştiyê ji bo vî welatî şansekî mezin e.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê sibata 2025an de banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk li raya giştî, dewleta tirk, Tegera Azadiyê û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê, Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hemû hêzên demokratîk ên cîhanê kir ku li hember pêvajoyê bi berpirsiyarî tevbigerin. Herwiha bi pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di bin banê Meclisa Tirkiyeyê ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişkûbiratî û Hevgirtina Millî’ hat avakirin.
Herwiha şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Ozgur Farûk Erol pêk tê hevdîtinên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re didomîne.
Em der barê salvegera 27ê Sibata 2025an a banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşketin, guhertin û veguhertinên ku di nava salekî de çêbûne, bi endama Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Bûldan re axivîn.
Bi ser pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê ya 27ê Sibatê re saleke derbas bû tu der barê sala ku derbas bû de çi difikirî?
Heke em li sala çûyî binerin, ez dikarim çend xalên girîng destnîşan bikim.
A yekemin; di nav civakê de aştî, êdî ne daxwazek e, êdî di jiyana rojane de pêdiviya aborî, civakî û derûnî, pêdiviyeke bêgavî ye û xwe dispêre aliyên têkildar. Ev êdî rewşek zelal e.
A duyem; ev pêvajo, bi naveroka xwe li dinyayê naşibe tu pêvajoyeke din. Divê qiymeta vê baş were zanîn. Em dikarin li gorî taybetiya Tirkiyeyê modelekî pêk bînin. Lewma jî ev pêvajo divê bi mîsogeriya sazûmaniyekê were meşandin. Birêz Abdullah Ocalan wiha formule kiribû : “Tevlibûna Komarê ya zagonî divê”. Ji ber vê jî rapora TBMMyê ya hevpar jiyanî ye.
A sêyemîn; ez jî wek jinekê ku di heyeta Îmraliyê de cîh digirim bi taybetî dixwazin vî tiştî bînim ziman; aştî bi biryar û têkoşîna jinan dê pêk were. Birêz Abdullah Ocalan di gelek hevdîtinên me de gotibû “di xeta azadiya de û di avakirina aştiyê de rista jinan pir girîng û jiyanî ye”. Her tim ev derdixist pêş.
Di destpêka pêvajoyê de, hedefên ku hatibûn diyarkirin, asta ku we xwe gihandiyê û bendewariyên we di çi astê de ne? Dîsa di salekê de tiştên esasî ku pêvajoyê xitimandin çi bûn?
Di destpêkê de divê em vê destnîşan bikin. Avakirina aştiyê û pêvajoyên wê; rasterast bi pêş ve nameşe û gelekî bikelem in, ev pêvajo hesas e û gelekî jî piralî ye. Heke mirov li pêncî salên di nav şer de birame, divê mirov bêtir baldar tevbigere. Gelo bi giştî perspektîfa Birêz Abdullah Ocalan çi bû? Zemînekî bêşer, entegrasyona demokratik, perspektîfa Civaka Demokratik û li ser xeta ewlehiya hiqûqî/siyasî bihata meşandin. Ango ji bo qeyranên Tirkiyeyê yên bingegîn çareseriyên mayînde dîtin. Di asta ku me xwe gihandiyê em dibînin ku desteke civakê û bendewariyên wê mezin bûne, fikrên aştiyê bi awayekî berfireh rewa bûye û rayedar ji van bendewarî xwestekên civakê re nebûye bersiv. Carînan rewş ket asta seknê, carcaran jî ket nav tevgerê. Aliyê rêvebertiyê bi qasî aliyê civakê û bi hevsengî bi hev re nemeşiyan. Ev çi ye? A edlane ne yên ku li ser maseyê, yên ku di pratika li qadan dikarîbû hê baştir bibûya û bi hev re bimeşiyana. Me dikaribû zû de ji aştiya neyînî derbasî aştiya erênî bibûna. Bi rêya rojnameya we ez dixwazim vê destnîşan bikim; em ji bo ku xwe bigihînin hedefa xwe, em ê bi şev û roj bixebitin û em ê xebatên xwe bidomînin heta ku aştiyeke mayîn de pêk were.
We wek şandeya Îmraliyê di vê sala borî de hem di warê dîplomasî û hem jî di warê çûnhatinê de çi jiya? Di xebatên şandeya we de, di rê û rêbazên we de an jî tiştê ku hûn derxînin pêş de dê guherin hebin?
Sala ku me li pêy xwe hişt bi her awayî ji me re bu tecrûbeyek, di pêvajoya pêşiya me de jî dê bi vî awayî berdewam bike. Tu yê bêjî çima? Ji ber ku di lîteratora çareseriya lêkdanan de hatiye diyarkirin ku; pêvajoya aştiyê ne makîneye ku bêarîşe bimeşe ye. Bi qeyranan re tê ceribandin û bi demê re rêya xwe dibîne, ev pêvajo zindî û qayîşokî ne. Ji ber vê yekê mijar ne ew e, ‘kê şaş kir, kê rast kir’ e, em rastî gelek arîşeyan hatin, dê di pêşerojê de jî ew arîşe derkevin pêşberî me. Xala herî girîng ew e ku em ê çawa karibin van arîşeyan derbas bikin. Divê em bi vî awayî li meselê binêrin.
Di qada herêmî û di qada kûrewî de geşedanên girîng tên jiyîn. Heke em tenê li geşedanên îsal binêrin, ev bûyer mezin in û bandora xwe li pêvajoyê jî dikin. Birêz Abdullah Ocalan “siyaset valahiyê qebûl nake” dibêje; “Divê em vê ji bîr nekin, divê bêhêvîtî, nediyarî û west nekeve dewsa siyasetê. Heke nediyarî, bêhêvîtî û west bikeve dewsa siyasetê, wê demê pêvajo dikeve xetereyê.” Tevahî hewldanên me ji bo vê yekê ne. Di heyama pêşiya me de bi herikîna pêvajoyê re em ê tiştinên nû nîqaş bikin. Der barê van de em bi Birêz Abdullah Ocalan re nîqaşan dikin. Divê em vê pêvajoyê bikin jiyana civakê, ji bo ku em hemwelatiyên wekhev di duyemîn sedsala Komarê de bicih bikin têdikoşin.
Biryargirên diyarkar ên pêvajoyê, yên di navbera Îmralî û rayagiştî de danûstanên ragihandinê çawa dibînin. Der barê agahdarkirina raya giştî û birêvebirina pêvajoyek aşkere tê meşandin û rexneyên ku tên kirin çawa dinirxînin? Li gor we der barê agahdarkirina raya giştî de divê çi gav werin avêtin?
Li dinyayê di pêvajoyek aştiyê de, têkiliyên di navbera aliyan de heke rast were sazkirin, der barê aştiyê de rewatiya civakî tê hilberandin; heke qels were sazkirin, qada nediyariyê mezintir dibe, siyaset piçûk dibe, ji yekê cotmehê sala 2024an de wir ve, ev pêvajo di gelek zor û zahmetiyan re derbas bû û heta niha hat. Di gelek ceribandinan re derbas bû. Di vê pêvajoya aştiyê gelek kemînên ku raya giştî pê nizane hatine borandin û heta niha hatiye hene. Pêvajoya aştiyê ji bo vî welatî şansekî mezin e. Ji bo vê yekê jî divê şer û mercên xebatê yên Birêz Abdullah Ocalan werin başkirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Ev yek nebe nabe ye.
Divê Birêz Abdullah Ocalan di destpêkê de bi rojnamegeran, bi akademîsyenan, bi STKyan re hevdîtinan pêk bianiya. Ji ber ku Birêz Abdullah Ocalan navenda çareseriyê ye. Divê ji aliyekî erênî ve derdorê têkildar vê bibînin û ji vir dest bi çareseriyê bikin.
Xala duyemîn, der barê agahdarkirina rayagiştî û meşandina pêvajoyê de, di vir de rexne jî li partiya me tê kirin. Dîsa jî em bertekan nîşan nadin. Berovajî vê, em didin ber vîna aştiya civakî, em vê nêzîkatiya ku agahiya raya giştî jê heye, bi xweşbinî pêşwazî dikin. Em bi vê jî dizanin, di pêvajoyên bi rengî de, kêmagahî û bi niyetek pak dibe ku bibe sedema îstîsmariyê û gotûbêjên kesen dilreş in. Lê ez dixwazim vê bibêjim; ceribandinên ku ji demen borî dawerivîne û heta niha hatine û em bi vê ceribandinê bimeşin. Hin ceribandinên me û hem jî ceribinên li dinyayê ji me re wiha dibêje: Aştî ne her agahî û her geşedan di heman de ji raya giştî re ragihandin e; di pêvajoyê de dem, war û muhatab divê rast were sazkirin. Heke wiha bibe dê serkeftî be. Ka binêrin, di hevdîtinên Kolombayê de tiştê ku mase li ser piya hişt, rêgeza giring ev bû: ‘Heta li ser her tiştî lihevhatin pêk neye, li ser tu tiştî lihevhatin nayê hesibandin.’ Lewre bi awayekî din, ên ku dixwazin pêşiya aştiyê bixitimînin, bihêz dibin. Em di rêgezan de zelal bûn û di navbera mahremîtiya hevdîtinan zelalbûnê hesasiyet heye. Heta niha em bi vê hesasiyetê tevgeriyan. Piştî hevdîtinan me nîqaş û peyam bi raya giştî re parve kirin û em ê bi vî awayî jî berdewam bikin.
Ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî tenduristî were birêvebirin û bigihîje mebesta xwe, bi ya te divê çi gav werin avêtin?
Rast e, bendewarî û mafdariyên civakê hene.Mirov dikare gelek tiştan bibêje, lê ya girîng ev e: Di vê pêvajoyê de berpirsiyariya dewletê divê ne refleksên ewlekariyê bin; a ku divê pêk bîne ji siyaseta demokratîk re rêvekirî bin, zemîn amadekirin e û mezinkirin lazim e. Me her ev got: pêvajoyên aştiyê ji gotinên razber wêdetir divê gavên avnî yên şênber, hiqûqî û bi hevkirinek sazûmankar werin avêtin. Di vê wateyê de ji bo aştiya mayînde û sazûmankar hêza ku bi rêvedibe, zemîne siyasî û hiqûqî amade bike. Di vê wateyê de erkdarên sazûmankar û aştiyê birêve dibin, divê gavên demokratik, bavêjin, pêşiya demokrasiyê vekin û mafê hêviyê bi zagonan pêk bînin. Hemwelatiya wekhev û bi lezgînî di zîndanan de mafê girtiyan ji nû ve were dizaynkirin. Ji ber ku aştî bi teksîtan pêk nayê, ji bo dahatûya mafê gelan pêk were û ev karekî bêgavî ye.
Ji muzakereyên siyasî wêdetir, ji bo aştiyek mayînde û lihevkirikirineke civakî pêk were, çi kar dikeve ser milê gelên Tirkiyeyê, civakên sivîl, partiyên siyasî?
Em bi vê dizanin; lê aştî tenê ne tekstek ku li ser maseye werê nîqaş kirin e; ew di tevahiya civakê de bi vînekê ji nû ve avakirina jiyanek hevpar e. Ji ber vê sedemê serkeftina ‘Pêvajoya Civaka Demokratîk’ ji aliyê teknîkî ve pêşvebirina pêvajoyê zêdetir, gêlên Tirkiyeyê wê çawa li pêvajoyê xwedî derdikeve? pîvan ev e. Ango mase bi yekalî nebe. Divê ji her aliyî ve û kesên têkildar li maseyê ne xwedî berpirsiyar bin. Dema ku hiqûq û siyaset baweriyê nede, edalet û çanda jiyana hevpar jî pêk nayê. Ev rewş bi hev re girêdayî ne. Ji ber vê xwesteka min a şexsî ev e: Peywira ku dikeve ser gêlên Tirkiyeyê ev e, aştî bi yekalî ne bidestxistine. Divê aştî û jiyana hevpar wek sigortaya gelan bibînin. Aştî herî zedê ji belengazan re, ji kesên bêewle re û ji bêedalet dijîn re pêwîst e. Ev kesên navborî dê bi aştiyê re bêhna wan were û dê ew ê rê li ber pergalek nû veke. Herwiha peywira ku dikeve ser mil civaka sivîl, divê aştiyê ne tenê bi gotinê, divê aştiyê di nav xwe de pêk bîne û pratîze bike. Mafê mirovan, azadiya jinan, pêşeroja ciwanan, keda karmendan û pêdiviyên herêmî… Ev hemû beşên civakê û her yek bergindî aştiya civakî tên û mafê wan ê herî rewa ye.
Berpisiyariya partiyên siyasî û rêxistinan, aştî li gorî min xala herî girîng e û divê nebe mijara polemîkên rojane. Divê em vê mijarê di çarçoveya demokrasiye de binirxînin û bi vî awayî jî nêzîkî mijarê bibin. Aştî ne tenê berpirsiyarî û barê DEM Partiye ye û divê wek mijarek jiyanê ya vî welatî were nirxandin. Divê neyê jibîrkirin, çareseriya doza kurdan a demokratik ji ber qeyrananên esasî pêk hatiye. Çareserkirina vê mijarê dê aboriya vî welatî, bêedaletiya vî welatî jî bi çareserkirina pirsgirêka kurdan re dê çareser bibe.
Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina herî dawî de diyar kir ku ew derbasî qonaxa duyemîn a entegrasyonê bûne. Ji bo ku entekrasyon pêk were, divê dewleta tirk çi bike?
Birêz Abdullah Ocalan gelek caran di hevdîtinên me de binê vê bi girîngiyê xêz kir: Entegrasyon hevgirtinek ne ji rêzê ye; naskirina gelan û heyîna ye, parastina destkeftî û demokrasiye ye. Divê herdu alî hevûdin nas bikin. Da ku ev gotin pêk werin, bi derxistina zagonan gengaz e. Ango zagonên aştiyê… Birêz Andullah Ocalan qala rizgarkirina dîrokê dike, qala kêliyê nake. Ev jî ku kurd nebin, dê pêk neyê. Di çarçoveya hiqûqekî divê zagona azadiya mirovan were desxistin. Berbendewariya me ev e.


