Pêşketinek krîtîk a di dosyaya Gulistan Dokû de
Di geşedanên 6 sal şûn de di dosyeya Gulistan Dokû de pêk hat pirsa wê kengî ev bûyer ji tarîtiyê derkeve ronahiyê, derxist pêş me.

Di dosyaya Gulistan Doku ya xwendekara pola 2yemîn a Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê ya li Dêrsimê a di 5ê Çileya 2020î de winda bû de, 6 sal in rastî nehatiye eşkerekirin. Rêxistinên jinan her tim pirsa “Çi bi serê Gulistan Dokû hat?” pirsîn. Pirsa “Gulistan Doku li ku ye?” bû wek sembolekê. Jin û malbata Gulistan Dokû hema bêje her roj li aqûbeta Gulistanê pirsîn. Di encama têkoşîna dijwar a jinan de, tîmek taybet wekî beşek ji lêpirsînê hate damezrandin. Di bûyera Gulistan Dokû de, di operasyonên li seranserê 7 bajaran de 13 kes hatin binçavkirin. Di nav wan de kurê Waliyê Dêrsimê yê wê demê Mustafa Turkay Sonel, polîsekî berê ku parêzvanê wî bû û gumanbarê sereke yê dozê Zaynal Abarakov hatin binçavkirin.
Kesên ku duh hatin binçavkirin anîn Edliyeya Dêrsimê. Me tiştên ku duh di doza Gulistan Dokû de qewimîn berhev kirin.
* Ewilî, malbata Gulistan Dokû piştî girtinê duh sibehê gihîşt Dêrsimê. Piştî hevdîtina bi dozger re li dadgehê, malbatê daxuyaniyek da û bal kişand ser vê rastiyê ku kiryar kurê waliyê wê demê Tuncay Sonel, Mustafa Turkan Sonel e.
* Parêzerê malbatê û Gulistanê, Alî Çîmen jî diyar kir ku ew li bendê ne ku di demek nêzîk de rayedarekî payebilind ê dewletê were girtin.
* Baroya Dêrsimê her wiha ragihand ku li gorî dosyayê û nêzîkatiya wan a heman, ew ê piştgiriya hiqûqî nede kesên ku hatine binçavkirin.
* Herwiha bi sedan kes li Dêrsimê, bi pêşengiya Platforma Jinên Dêrsimê, meşek li dar xistin û daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê heta ku rastî derkeve holê li qadê bimînin û hat xwestin ku waliyê wê demê bê darizandin.
* Wekî beşek ji lêpirsînê, Rapora Encamên Lêgerîna Amûrên Wênekêşiya Binerd jî hat bidestxistin. Di belgeya ku ji hêla operator ve hatî amadekirin de van tiştana tê de cih girtin: “Wekî operatorê Amûrê Wênekêşiya Binerd (YGC) ku di bin Fermandariya Cendirmeyên Navendê ya Dêrsimê de dixebitin, ji aliyê Dozgeriya Komarê ve min erk girt ku di 12ê Çileya 2025an de, derdora saet 12:00ê nîvro li herêma li kêleka goristanê ya li ketina gundê Koçpinar a navçeya Pertekê (koordînatên 37 SEC 45090-99570) lêgerînekê bikim. Di dema xebatê de ku bi qasî 2 saetan dom kir, cîhaza min hişyariyek da û min valahiyek gumanbar tesbît kir. Min dît ku ev valahî bi qasî 1.60-1.70 metre dirêj, 70-80 cm fireh û 80 cm kûr e û dişibihe goristanekê. Ez bawer dikim ku kesek di wê çalê de hatiye veşartin, lê cenaze piştî nêzîkî 1-2 salan hatiye derxistin. Herwiha, dibe ku çenteyekî piştê û çekek jî ligel laş di valahiyê de hatibin veşartin; ez bawer dikim ku ji ber vê yekê oksîdasyon çêbûye.”
* Prosedûrên polîs û edlî yên ji bo 13 kesên ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve biryara binçavkirinê ji bo wan hatibû dayîn, temam bûn. Ji bo U.A., hevalekî nêzîk ê M.T.S. û U.A. ku hatin binçavkirin, biryara girtinê hatiye dayîn. Hat hînbûn ku Dozgeriya Giştî dê ji bo U.A. yê firar fermana sor a înterpolê bixwaze.
*Hate diyarkirin ku U.A. ji Gulana 2022yan vir ve li Amerîkayê ye, ji wê demê ve venegeriyaye Tirkiyeyê û diya wî ji bo hevdîtinan çûye Amerîkayê. Hat ragihandin ku noteke nepenî di 27ê Çileya 2022yan de li dosyaya lêpirsînê hatiye zêdekirin û U.A. çend meh piştî ku ev not eşkere bû, welat terikandiye û ji hingê ve venegeriyaye Tirkiyeyê.
* Di nav îdiayên ku di medyaya dîjîtal de belav dibin de, hat îdiakirin ku 12 roj piştî windabûna Gulistan Dokû, karta SIMê xistine telefona wê, WhatsApp û Instagram hatine vekirin û peyamên li wir hatine jêbirin. Agahiyeke din a di nav îdiayan de ew e ku kesê ku peyam jê birine, polîsekî pispor, di warê ragihandinê de G.E. ye, ku ji ber sûcên narkotîkê hatiye girtin û ji karê xwe hatiye dûrxistin û bi têkiliyên xwe yên nêzîk bi Waliyê demê Tuncay Sonel û parêzvanê wî Ş.E. re tê nasîn.
* Lêkolîneke li ser pêşketinên doza Gulistan Dokû ji duh û vir ve û parvekirinên li ser hesabên medyayên dîjîtal nîşan dide ku pêvajo her ku diçe dibin sedema sansasyonelîzmê (magazînê). Rewşek wisa mirov dikare di doza Narîn Guran a 8 salî ku li Amedê hat qetilkirin de jî were dîtin. Em niha dibînin ku çawa qetilkirina Narîn Guran bi rêya şahidiyên rojnamevanan ên li ser kanala YouTube Journo veguheriye asteke magazînî.
ÇAVKANÎ: JINNEWS


