Peyamên tund ên li hemberî hev
Hate îdîakirin ku Trump ji bo şertên xwe li ser mijara bernameya nukleerî ya Îranê ferz bike û bide qebûlkirin, êrişên hewayî yên leşkerî yên sînorkirî dinirxîne.

Li gorî nûçeya ku roja Pêncşemê li The Wall Street Journal (WSJ) hate weşandin, êrişên navborî eger ji aliyê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) Donald Trump were erêkirin, dibe ku "rojên bê" pêk were.
Tê gotin, di asta destpêkê de dibe ku êriş li ser hin navendên hikumetê yan jî leşkerî yên Îranê bê kirin.
Di nûçeyê de hate ragihandin ku eger Îran dest ji bernameya xwe ya dewlemendkirina ûranyûmê bernede wê Washington operasyonê berfireh bike, dikare êrişê bibe ser binesaziya rejîmê û rêveberiya heyî lawaz bike.
Rayedarekî herêmî ji rojnameyê re axivî û got, "Êrişeke bi sînor dibe ku Îranê ji bo demeke dirêj ji muzakereyan vekişîne." Rayedarên DYAyî jî diyar kirin ku Trump hîn biryara êrişekê nedaye, lê belê li Qesra Spî senaryoyên li ser operasyoneke berfireh a leşkerî li ser maseyê ye.
Peyamên tund ên li hemberî hev
Îranê jî hişyariyên xwe dubare kir ku eger êrişeke gengaz pêk were wê êrişê bibe ser baregehên DYAyê yên li Rojhilata Navîn. Rêveberiya Tehranê ev peyam bi rêya nameyekê ji Sekreterê Giştî yê Netweyên Yekbûyî Antonio Guterres re şand.


