Peymana di navbera HSD-Hikûmeta Demkî de îro dikeve meriyetê

Peymana navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî îro dikeve meriyetê.

1 deqe xwendin
Peymana di navbera HSD-Hikûmeta Demkî de îro dikeve meriyetê

Peymana navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji îro ve dikeve meriyetê.

Li gorî lihevkirinê, îro hêzên ewlekariya hundirîn ên girêdayî ezareta hundirîn a Hikûmeta Demkî derbasî bajarên Hesekê û Kobanê dibin da ku entegrasyonê bi rêve bibin û piştre vekişin.

HSD û Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di 30ê çileya 2026an de li ser agirbestê û entegrekirina bi qedem a hêzên leşkerî û îdarî li hev kiribûn.

Li gorî bendên lihevkirinê: Wê hêzên leşkerî ji xalên pêşîn vekişin, hêzên ewlehiyê yên Wezareta Karên Hundirîn têkevin navendên bajarên Hesekê û Qamişloyê û entegrasyona hêzên ewlehiyê li herêmê were destpêkirin. Wê firqeyên leşkerî ji 3 tugeyên HSDê werin avakirin û tugayek li Kobanê girêdayî Parêzgeha Helebê were avakirin.

Wê entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de were pêkanîn, wê karmendên sivîl werin tayînkirin. Wekî din, li ser çareserkirina mafên sivîl û perwerdehiyê yên gelê kurd û garantîkirina vegera koçberan bo deverên wan, lihevkirinek hat kirin.

Armanca peymanê yekkirina axa Sûriyeyê, pêkanîna entegrasyonê li herêmê, xurtkirina hevkariya di navbera aliyên peywendîdar de, herwiha yekkirina hewldanên ji bo ji nû ve avakirina welêt e.

Di çarçoveya pêkanîna bendên lihevkirinê de doh (1 sibat 2026) şandeyek nûnerên hêzên ewlekariya hundirîn ên Helebê serdana Kobanê û bi rêveberiya Asayîşê re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de rewşa ewlehiyê, vekişîna HSDê, amadekariyên entegrekirina Asayîşa Kobanê di nava rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a parêzgeha Helebê de hatin nîqaşkirin. Şandeyek din bi heman armancê serdana Hesekê û Qamişloyê kir.

Duh Asyîşa Kantona Cizîrê bi armanca parastina ewlehiya herêmê qedexeya derketina derve li bajarên Hesekê û Qamişloyê ragihand. Li Heseke qedexe îro dest pê kir û li Qamişloyê jî sibê dest pê dike. Asayîşê bang li şêniyan kir ku li gorî biryarê tev bigerin.

Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Fransa, Brîtanya, Misir, Erebistan û hin welatên din piştgirî dan lihevkirina HSD û hikumet demkî û wekî gaveke girîng ber bi kêmkirina rageşiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi nav kirin. Herwiha banga pêkanîna lihevkirinê û rêzdariya li hemberî agirbestê kirin.